|
Sîpan Hemo: Rûsyayê em firotin |
|
2018-01-25 21:36 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî ku Rûsya û Tirkîyê li hev kir, Rûsya leşkirên xwe ji Efrînê kişandin û rê ji êrîşa Tirkîyê re vekir. Hene Rûsya û Tirkîyê li hev nekiribûna, wê Tirkîye nikarîbûya zû bi zû êrîşî ser Efrînê bike û Kurdên Efrînê bikuje.
Di derbarê vê bêbextîya Rûsyayê de Fermandarê Giştî yê YPG Sîpan Hemo, ji çapemenîyê re eşkere kir ku Rûsyayê ew firotine û got: „Ev du sal in hêzên Rûsyayê li Efrînê bûn. Hiek peymanên me û Rûsan bi hevre hebûn. Lê Rûsya di nava şevekê de ew peyman binpê kirin, em firotin û xiyanet li me kir. Rûsya welatek tacir e, xuyaye bi dewleta Tirk re hinek peyman çêkirine“.
|
|
|