Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pîrî: Pirsa Kurd tenê bi rêya siyasî çareser dibe
 
Pîrî: Pirsa Kurd tenê bi rêya siyasî çareser dibe
2018-01-29 21:59
MediaKurd > info@mediakurd.com

Êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê û kujtina sivîl û zarokên Kurdan li seranserê cîhanê tê şermezarkirin. Her çiqasî gelek ji dewletên cîhanê li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng bin jî, lê gelek kesayet, dezm û dezgehên Ewrûpî dengê xwe bilind dikin û êrîşên dewleta Tirk rûreş û şermezar dikin.

Di vê derbarê de Wekîla Holandî û Raportara Tirkîyê ya Parlamentoya Ewrûpayê Katî Pîrî, da zanîn ku çareserkirina pirs û mesela Kurd ne bi rîya şer, lê tenê bi rêya siyasî çareser dibe û got: “Xuyaye pirsa Kurd a ku li Tirkîyê çareser nebû, berê xwe daye Sûrîyê. Piranîya Kurdan di maf û daxwazên xwe de mafdar in. Ji ber vê, pirsgirêka navxweyî bû pirsgirêka polîtîkaya derve“.

Pîrî, bi berdewamî da zanîn ku “ ji roja ku hevdîtinên bi Kurdan bi dawî bûn di derbarê Kurdan de pêşketinên erênî çênebûne“ û got: “Hîna jî wekîlên Kurd di girtîxanê de ne, 79 şaredarên Kurd di girtîxanê de ne, li Bakurê Kurdistanê hîna jî operasyonên ewlekarîyê didomin. Bi kurtî; em tev zanin ku pirsa Kurd ne bi şer, lê tenê bi rêyên siyasî çereser dibe“.