|
Li ser daxwaza YPG artêşa Sûrîyê derbasî Efrînê bû |
|
2018-02-20 18:20 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
PKK, PYD û YPG alîyekî qaşo behsa yekîtîya netewî dikin, ji alîyê din jî xizmetê ji yekîtî û yekrêzîya dewletên dagîrker re dikin û dibin şirîkên wan.
Zêdeyî 10 hezar Pêşmergeyên Roj li Başûrê Kurdistanê amade ne ku derbasî Rojava bibin û Rojavayê Kurdistaê biparêzin. Lê ne PKK, ne jî PYD û YPG vê yekê naxwazin. Li şûna ku rê ji Pêşmergeyên Roj re vekin û alîkarîyê ji brayên xwe bixwazin, radibin alîkarîyê ji rejîmên dagîrkerên Kurdistanê dixwazin.
Li ser daxwaza YPG, artêşa Sûrîyê derbasî Efrînê bû. Çawa ku Kerkûk bi xiyanetek mezin radestî artêşa Iraq û Îranê hat kirin, Efrîn jî bi heman armancê pêşkêşî rejîma Esed û Îranê tê kirin.
Di vê derbarê de Berdevkê YPG Nûrî Mahmûd, anî zimên û got: Armanca me li dijî dagîrkerîyê paraztina Sûrîyê ye.
Yanî, Nûrî Mahmûd û YPG dixwaze bi rejîma Beşar Esed re xaka Sûrîyê biparêze da ku Sûrîye parçe nebe.
Nûrî Mahmûd û YPG bi vê yekê carek din eşkere dike ku ew ne Kurdistanî ne, ew xizmetkarên rejîma Sûrîyê û Îranê ne û tu ferqa radestkirina Efrînê, Şingalê û Kerkûkê ji hev tuneye.
|
|
|