Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Salih Mislim hat berdan
 
Salih Mislim hat berdan
2018-02-28 20:31
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokkomarê Tirkyê Erdogan, ji bo ku di hilbijartinên 2019an de dîsa qezenc bike ûbibe serokkomar, YPG kir mahne û êrîşa ser Efrînê da destpêkirin. Çawa ku darbeya 15ê Tîrmehê jî ji bo xwe û desthilatdarîya xwe bi kar anî û bi hezaran mixalifên xwe dan girtin, êrîşa ser Efrînê jî ji bo wî hamleya herî dawîn e. Serketina Tirkîyê ya li Efrînê qezenckirina û hilbijartina Erdogan e. Binketin û wendakirina Tirkîyê ya li Efrînê jî, bêguman têkçûn û wendakirina Erdogan e.

Sedema girtina kevneserokê PYD Salih Mislim jî heman dek û dolab e. Salih Mislim ê ku li Enqerê ji alî rayedarên Erdogan ve dihat pêşwazîkirin û di pişta perdeyan de mizakere pê re dikatin kirin, li ser daxwaza Erdogan li Çekoslowakyayê hat girtin. Erdogan her çiqasî dixwest ku dewleta Çekyayê Mislim radestî Tirkîyê bike jî, lê ji ber ku Salih Mislim hemwelatê Fînlandîyayê bû, nikarîbû wî radestî Tirkîyê bike û mecbûr ma wî serbest berde.

Erdogan û hikûmeta wî çi li hindur û çi jî li derve ji desthilatdarîya Kenan Evren xirabtir û dijminanetir êrîşî Kurdan û daxwazên Kurdan dike. Êdî ne tehamilî navên Kurdî dike, ne jî muzîk û stran û her tiştekî Kurdî.

Salih Mislim, piştî berdana xwe axivî û da zanîn ku ew ji bo Efrînê û êrîşên dewleta Tirk li Ewrûpayê hevdîtinan pêk tînin, û Erdogan jî ji vê yekê ne xweş e û hewl didin me bêdeng bikin. Mislim got ku herkes ne di din emrê Tirkîyê de ye û Tirkîye nikare milletê Kurd bêdeng bike.