Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Armanca Erdogan ew e ku carek din Kurdan piçûk bixe
 
Armanca Erdogan ew e ku carek din Kurdan piçûk bixe
2018-03-20 22:30
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hikûmeta Alman, piştî destpêkirina şerê Efrînê jî li dora 4 milyon euro çek firotin dewleta Tirk û ew çek jî li dijî Kurdên Efrînê hatin bikaranîn. Ji xwe piranîya tanqên ku di dagîrkirina Efrînê de hatin bikaranîn, tanqên Alman bûn.

Christoph Sydow, di dawîya nivîsa xwe de rexneyên tund li hikûmeta Alman digre, tîne zimên ku 200 hezar Kurd ji ber tanqên Alman ji Efrînê reviyane û dibêje: “Bela di peymana koalisyona hikûmetê de heta sibê behsa şerê li dijî sedemên penaber û koçberan bê kirin. Berlîn, heta ku firotina çekan ji bo welatên wek Tirkîye û S. Erebistanê ranewestîne, gotinên bi vî awayî ji axavtina pûç û mesrefê pêve ne tu tişt e“.

Nivîskarê Der Spiegel Christoph Sydow, di nivîsa xwe de dibêje: “ Artêşa Tirk kantona Efrînê fetih kir. Êdî tanqên Alman Leopard 2 ji Efrînê derbas dibin“.

Sydow, di derbarê Artêşa Azad a Sûrîyê (AAS) jî dibêje: “ Esasen ev koalîsyon niha ne azad e, ne Sûrîyeyî ye, ne jî artêş e. AAS, tenê bû nûnerê wekîlê Tirkîyê. Bi fermana Erdogan êdî ne li dijî Esed, lê li dijî milîsên YPG şer dike“.

Sydow, dibêje Artêşa Azad a Sûrîyê di bin sîbera tanqên Alman Leopard 2 de Efrînê wêran dikin, dikevin mal û dikanan û her tiştî talan dikin. Leşkirên Tirk li ser dîwaran sembol û silavên faşîstên Tirk dinivîsin û mîlîsên Sûrîyê tilîya Tewhîdê nîşan didin. Mirov dibêje qey Efrîn ne ji alî artêşa Tirk, lê ji alî ÎŞÎDê ve hatiye stendin“.