Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK zirarek mezin dide xelkê Kurd
 
PKK zirarek mezin dide xelkê Kurd
2018-03-22 21:22
MediaKurd > info@mediakurd.com

Evdilezîz Temo, ku Serokê Komeleya Sûrîyeya Xweser û birayê siyasetmedarê Kurd Mîşel Temo ye ku di sala 2011an de ji alî YPG/PKKê ve hat kuştin, anî zimên ku ji roja PYD hatiye damezirandin û heta niha bûye piştgirê rejîma Sûrîyê, pê re hereket kiriye û zirara herî mezin daye Kurdan.

Evdilezîz Temo, ku li bajarê Dîlokê (Entabê) beşdarî “Kongreya Rizgarîya Efrînê“ û û ji ÎLKHA re axivî, got: “ PKK/PYD ev bû 7 sal li Efrînê zilmê li xelkê dike û dixwaze ji xwe re Qandîlên nû ava bike, lê xelkê Kurd wê destûrê nede vê yekê“.

Evdilezîz Temo, da zanîn ku PKK û PYD çawa li Tirkîyê zirara herî mezin dide Kurdan, bi heman şêweyî li Sûrîyê jî zirara herî mezin dide Kurdan û tu eleqeya PKK bi Kurdayetîyê re tuneye.