|
Partîya Pêşeroja Sûrîyê sînorên Sûrîyê diparêze |
|
2018-04-01 20:45 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Li Rojavayê Kurdistanê partîyek bi navê Partîşa Pêşeroja Sûrîyê (PPŞ) hat damezirandin. PPŞ a ku laş û gewdeyê wê ji YPG û Kurdan pêk tê, yekî Ereb (Îbrahîm Qeftan) kir serokê xwe û yeke Kurd (Hevrîn Xelet) jî kir sekreterê partîyê.
Partîya Pêşeroja Sûrîyê (PPŞ) di destûra xwe de eşkere dike ku ew jî wek HDP a Tirkîyê sînorparêzê xaka Sûrîyê ye û partîya sîstema Sûrîyê ye. PPŞ, her çiqasî di bernameya xwe de behsa demokrasî, mafê mirovan û pêkanîna reforman ji bo kêmmilletên Sûrîyê dixwaze jî, lê di paraztina sînorên Sûrîyê de wek rejîma Esed difikire. Di bernameya xwe de li dij şovenîzmê û cudaxwazîyê derdikeve, lê di rastîya xwe de bi paraztina sînorên Sûrîyê şovenîzmê û cudaxwazîya Erebî dike û sergirtî dijminatîya Kurd û Kurdistanê dike.
PPŞ, di xalek destûr û bernameya xwe de dibêje: “PPŞ, ji bo berjewendîya gelên Sûrîyê û paraztina yekîtîya xaka Sûrîyê hatiye avakirin. Divê yekîtîya Sûrîyê bê paraztin û temamê projeyên cudaxwazîyê bên redkirin“.
|
|
|