Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nûrî Çelîk: Ji hêzên tifaqdar re…!
 
Nûrî Çelîk: Ji hêzên tifaqdar re…!
2018-04-18 22:09
MediaKurd > info@mediakurd.com
Nûrî Çelîk

Birêzan...

Di serî de ez we hemû alîyên siyasî û kedkarên doza Kurd pîroz dikin, biryara ku we daye û gava ku hûn dixwazin bavêjin, wek erkek pîroz dinirxînin. Min gelekî dixwest ku temamê hêzên siyasî yên dervayê we jî di tifaqa we de cî bigirta, lê hezar mixabin wa xuyaye vê carê jî ev hêvîya me pêk nehat; heta niha jî. Hêvîdarin hûn ji bo tifaqa berfireh her di hewlan de bin.

Birano..

Îro pêvajo li seranserê Kurdistanê ber bi qonaxa xiyanetê û meşrûkirina dagîrkirina wê ve dimeşe. PKK, GORAN, û qismek ji YNK ê û hin dezgehên bi wan ve girêdayî bi ferman û îradeya dewletên dagîrker dixwazin nirx û berjewendîyên netewî, Kurd û Kurdistanî, bi kiryarên kirêt û pûç beravêtî bikin û Kurdan ji hestên netewî dûr bixin, Kurdan entegreyî Tirkayetî, Îraqî, Îranî û Sûrîyetiyê bikin, Kurdan di nav sîstema dewletên dagîrker de asîmîle û tune bikin. Wek gotina: ‘’Şam dûr e lê mişar ne dûr e’’. Êdî her tişt bi aşkerayî tê kirin û peşkên vê siyaseta xiyanetwarî li her çar parçeyên Kurdistanê jî dikevin.

Sedemek ji sedemên ku PKK li Bakurê Kurdistanê xurt bû û heta bi îro hat, tunebûna alternatîfê ye. Tunebûna alternatîfê Kurdên bakur neçar dike ku piştgirîya PKK bikin û bibin pêlîstoka siyaseta wê ya qirêj. Parçebûn û jihevdûrketina kesayet, rêxistin û partîyên Kurd yên li derveyî PKK dibe sebeb ku li Bakurê Kurdistanê alternatîfek xurt neyê çêkirin û meydan ji PKK û siyaseta wê re bimîne. Ji ber vê; yekîtî û tifaqa kesayet, rêxistin û partîyên welatperwer şertek bingehîn e û çêbûna alternatîfek Kurd û Kurdistanî jî bi yekîtiyê ve girêdayî ye. Ji ber vê; em hêvîdarin karê we û gava ku hûn dixwazin bavêjin ji yekîtîyek Kurdistanî û çêkirina alternatîfek Kurdistanî re bibe wesîle.

Tifaqa we partîyên siyasîyên Kurd û biryarên ku win ji bo tifaqa navbeyna partîyên Kurd de bidin, helbet wê dengekî mezin vede û bandorek mezin li Kurdên bakur û bipêşxistina xeta Kurd û Kurdistanî bike. Ji bo yekîtî û pêşdebirina tifaqan bêguman divê herkes xeletî û şaşîtîyên ku li hember hevdu kirine deynin alîyekî, berjewendî û nakokîyên kesayetî deynin alîyekî û ji nû ve bingehek xurt ji tevgara Kurdperwer re bê danîn, da ku li Bakurê Kurdistanê riya sêyemîn, ya Kurdistanî bê vekirin.

Avakirina tifaqa nav mala Kurd û xebata ji bo yekkirina siyasetek hevpar gav û erkek pîroz e. Helbet dil dixwaze ku ne tenê hûn partîyên hatine ba hev; her wiha ne tenê dilxwaz û dildarên we partîyên go li ser tifaqê lihevkirî, hemû kesayet û partîyên ku netew-dewletê û Kurdistanek federe, serbixwe yan jî otonom dixwazin bên cem hev û di bin sîwana partîyek Kurdistanî de dest bidin hev.

Hêz bi yekîtî û tifaqê çêdibe.

Û ‘’heke em nebin yek, emê herin yek bi yek’’!