|
Tifaqa Kurd û HDP |
|
2018-05-04 19:06 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hilbijartinên serokkomarîyê û wekîlên meclîsa Tirkîyê di 24ê Hezîrana îsal de çêdibin. Partîyên Tirk HDP dûrî xwe kirin û ji bo bijartina namzetekî hevbeş ê serokkomarîyê HDP nêzîkî nav xwe nekirin. HDP jî wek her car, berî hilbijartinê berê xwe da partîyên bakurê Kurdistanê û dest bi hevdîtin û xwestina piştgirîyê kir.
Partîyên li derveyî HDP û PKK, ango PSK, PAK, PDK-B, PDKT, Tevgera Azadî berî demekê dest bi hevdîtinan kiribûn da ku hevkarî û tifaqek Kurd pêk bînin û di hilbijartinan de pêkve bixebitin. Piştî wan partîyan li ser hinek xalan tifaqa xwe pêk anîn, îcar dest bi serdana HUDA-PAR û HDP kirin da ku navbera xwe xweş bikin û ji hev re bibin destek.
Serdana Tifaqa Kurd a ji bo HDP di çapemenîya sanal de raserî gelek nerazîbûn û rexneyên giran hat. Partîyên ku heta doh HDP û PKK wek partîyên dewletê û partîyên MÎTê bi nav dikirin, îro serdana HDP dikin û dibin şirîkê xeletî û gunehên HDP.
Wek tê zanîn, HDP, DBP û PKK di şerê xendekan de rola sereke lîztibûn û bûbûn sebeb ku di şerê xendekan de bajarên Kurdistanê wêran bibin, zêdeyî 13.600 xanî û malên Kurdan bên herifandin û nêzîkî 10 hezar keç û xortên Kurd bên kujtin.
|
|
|