Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Bakurê Kurdistanê partîyek nû
 
Li Bakurê Kurdistanê partîyek nû
2018-05-04 19:12
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li Bakurê Kurdistanê partiyek bi navê "Partiya Însan û Azadiyê" hat damezrandin.

Partiya Însan û Azadiyê li ser prensîbên Kurd û Kurdistanê hatiye damezrandin û bi awayekî fermî ji bo damezrandinê serî li Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê da.

Sekreterê Giştî Mehmet Kamaç e.


Daxuyaniya ku Partiya Însan û Azadiyê piştî damezrandinê belav kiriye ev e:


Çapemeniya hêja

Miletê Kurd

Hemû gelên dinyayê


Îro, em wek damêzrênerên Partiya Însan û Azadiyê, avabûna partiyê îlan dikin û saziyek siyasetê diyarî miletê xwe û hemû însanetiyê dikin.

Rastî em ne tenê partiyek nû ava dikin herwiha em siyasetek nû ava dikin. Mixabin li Bakurê Kurdistanê di serî de qebûlkirina Kurdan û statuya wan bigire, ji aboriyê heta ekolojiyê gelek pirsgirekên mezin hene. Li hember vê valahiyek mezin ya siyaset û saziyan heye. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan hewce ye her ferdek, her saziyek mesuliyeta xwe bi cih bîne.

Di vê çarçoveyê de me jî piştî xebatên çend salan yên dûrûdirêj, ligel istîşareyên berfireh ev partiyê îna vê astê. Partî dê li gel miletê me hereket bike û siyasetek temamker, ya erênî, ya xwedan prensîp bimeşîne.

Partî ya Însan û Azadiyê dê hemberî dijminahî û bêrêziyên navbera partî û dezgehên Kurdan de siyaseta yekîtî, tifaq û hevgirtinê bimeşîne.

Piyekê me dê li welatê me be, piyê din li tevahiya dinyayê. Bi xwestina revêberiyek demokratîk, adil û pêşeng emê ferq û cudahiyekê biafirînin.

Emê her daîm ji nirxên miletê xwe yên olî re hurmetkar û qedirzan bin. Emê di siyaseta xwe de wan rûmetên dînî berbiçav bigirin.

Ji bo ku miletê me jî di nav camiaya navnetewî cihe xwe yê heqkirî bigire û wek stêrkekê biriqe şev û roj emê di nav xebatê de bin.

Ji bo serkeftinê jî hevî û dua ji Xwedayê dilovan, piştgirî û hevkariyê jî ji miletê xwe dixwazin.