Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li hember xwîna şehîdan û pêşmergeyên me, divê em wefadar bin.
 
Li hember xwîna şehîdan û pêşmergeyên me, divê em wefadar bin.
2018-05-09 22:39
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hilbijartinên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nêzîk dibin û her partî ketiye kelecana propaganda û hilbijartinê.

Piştî xiyaneta Kerkûkê YNK darbeyek mezin xwar û di nav Kurdên Başûr de rêz jê re kêm bû. Li gor lêkolîn û lêpirsînan, li Başûrê Kurdistanê partîya herî xurt û ya mezin PDK ye.

Endamê Polîtburoya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, di propaganda partîya xwe de ragihand ku PDK yekem e û wê yekem bimîne, PDK roj bi roj serkeftinên mezin bi dest dixe û wê di pêşketin û bidestxistina destkeftîyên mezin de pêşdetir here.
Mesrûr Barzanî, anî zimên ku heta PDK hebe wê hebûna Kurdistanê paraztî be û wê tu kes di têkdana Kurdistanê dê bi ser nekeve.
Mesrûr Barzanî li Zaxoyê gotarek pêşkêşî awira gelemperîya Kurd û endamên partîya xwe kir û diyar kir ku divê kesên bibin parlementerên Parlementoya Iraqê mafên xelkê Kurdistanê biparêzin û berevanîya Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî, anî zimên ku şoreş ji bo îmtîyazan çênebûne. Pêşmerge ji bo îmtiyaz, pile û post û payeyan li paytexta dewletek din nabe. Pêşmerge tenê ji bo bidestxistina mafê neteweya Kurd û paraztina axa Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, li hember xwîna şehîdan û pêşmergeyên me, divê em wefadar bin.