Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîkayê peymana 10 salan bi HSD re çêkiriye
 
Amerîkayê peymana 10 salan bi HSD re çêkiriye
2018-05-23 19:41
MediaKurd > info@mediakurd.com

Berî niha Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyandibû ku ewê leşkirên xwe ji Sûrîyê vekişînin. Daxuyanîya Trump hem li Amerîkayê, hem jî di awira gelemperî de raserî nerazîbûnan hatibû. Piştre rayedarên Pentagonê dabûn zanîn ku heta ÎŞÎD li Sûrîyê hebe, ewê ji Sûrîyê venekişin û alîkarîya ku bi Hêzên Sûrîyeya Demokratîk re dikirin, zêdetir kirin.

Van demên dawîn dîsa tê gotin ku wê Amerîka 22 baregehên leşkirî û pênc hezar leşkirên xwe ji Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê vekişîne û alîkarîya li ser HSD qut bike.

Di vê derbarê de rêvebirê PYD Ewwas Elî, da zanîn ku Amerîkayê peymana 10 salan bi Hêzên Sûrîyeya Demokratîk re çêkiriye ku hêzên xwe ji Sûrîyê venekişîne.

Ger gotinên rayedarê PYD Ewwas Elî rast bin û Amerîkayê peymanek 10 salan bi HSD re çêkiribe, wê Amerîka 10 salên din jî li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê bimîne.