Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo wê li Rojava yekîtî pêk bê?
 
Gelo wê li Rojava yekîtî pêk bê?
2018-06-03 18:35
MediaKurd > info@mediakurd.com

Dijminatî û berberîya ENKS û PYD ji alî gelek Kurdan vê tê rexnekirin. Bi taybet dijminatîya ku PYD û asayîşa wê li dijî ENKS dikin, darbeyek mezin li yekîtîya Kurdên Rojava dixe.

Ji bo pêkanîna yekîtîya Kurdan, Meclîsa Eşîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê dest bi xebatê kir. Ev gav û xebat ji alî hemi derdorên siyasî ve bi kêfxweşî tê destekkirin. Her çiqasî heta niha tiştekî berbiçav derneketibe holê jî, xebata eşîrên Kurd berdewam dike û kêfxweşîyê dide.

Meclîsa Eşîrên Kurdên Rojava ji bo gava yekem dixwaze Encumena Niştimanîya Kurdên li Sûrîyê (ENKS) û Tevgera Demokratîk (TEV-DEM)ê bê şert û qeyd bîne cem hev.

Serokê Meclîsa Eşîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Fehed Deqorî, anî zimên ku “Pirsgirêkên nava herdu alîyan gelek û mezin in. Ji ber vê yekê em mecbûr bûn ku hinek gavan bavêjin”.

Her çiqasî berpirsên ENKS û TEV-DEMê tînin zimên ku ew ji bo yekîtîyê amade ne bi herkesî re biaxivin jî, şik û guman hene ku dîsa herdu alî li hev neyên û yekîtî pêk neyê. Ji ber herdu alî jî şert û mercan datînin ber hev û bi taybet TEV-DEM rê ji ENKS re venake.