|
YPG ne PKK ye |
|
2018-06-06 21:15 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Nîqaşên li ser têkilîyên PKK û YPG didomin. YPG di her kar û barê xwe de xwe wek beşek ji PKK nîşan dide û wêneyên Ocalan biling dike. Ev jî dibe sedema ku bi taybet dewleta Tirk YPG wek beşek ji PKK bimîne û bi vê mahneyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.
Di vê derbarê de Fermandarê PKK Bahoz Erdal, ji çapemenîya S. Erebistanê re axivî û diyar kir ku rasterast di damezirandina YPG de beşdar nebûne û YPG ne beşek ji PKKê ye.
Bahoz Erdal, got ku wan tenê di şerê Kobanê de alîkarîya YPG kiriye û YPG ji encama rewşa Sûrîyê derketiye holê.
Li gor Erdal, Ciwanên Kurdên Rojava ji xwe re Yekîneyên Paraztina Gel damezirandine û PKK wek partî ew yekîne ava nekirine.
Bahoz Erdal, dibêje ku rola PKK li Rojava nayê înkarkirin û hinek ciwanên PKKî beşdarî nav refên YPG bûne da ku wan fêrî şervanîyê bikin
|
|
|