Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Mattis: Em ji Sûrîyê dernakevin
 
Mattis: Em ji Sûrîyê dernakevin
2018-06-10 14:01
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hinek desthilatdarên Amerîkayê derketina ji Sûrîyê bi hebûn û tunebûna ÎŞÎDê ve girêdidan. Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Jîm Mattîs mijara derketina ji Sûrîyê carek din zelaltir kir

Li gor Jim Mattis, tunekirin û xilaskirina ÎŞÎDê nayê wateya ku wê Amerîka ji Sûrîyê derkeve. Jîm Mattîs, piştî civîna NATO ya bi Brukselê axivî û got: “Em nikarin bifikirin û bêjin baş e, madem ÎŞÎD xilas bû, wê gavê em jî ji Sûrîyê derkevin. Tiştê ku em bikin hene, divê em piştgirîyê bidin meclîsên xweser yên herêmî. Divê hûn piştgirîya ewlekarîya herêmî bikin ku ÎŞÎD dîsa paşde venegere“.