Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dewletê li Dêrsimê qirkirin kir
 
Dewletê li Dêrsimê qirkirin kir
2018-06-17 12:43
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim, di derbarê jenosîda Dersimê de li dewleta xwe mikur hat û got “Ez bir eşkere dibêjin. Qirkirina Dêrsimê dewletê kir“.

Bînalî Yildirim, bi pêşewayên Alewîyan re hevdîtinek kir û behsa Dêrsim û qirkirina li Dersimê (1938) kir. Yildirim, got ku dewlet jî carna kare tiştên xirab bike û qirkirina Dêrsimê jî yek ji wan e.