Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Xelkê Minbicê dewleta Tirk naxwaze
 
Xelkê Minbicê dewleta Tirk naxwaze
2018-06-21 18:53
MediaKurd > info@mediakurd.com

Amerîka û Tirkîyê li ser çi xal û bingehî li hev kiriye ku hêzên Tirkîyê têkevin Minbicê yan jî derûdora wê, kes nizane. Çi plan û projeyên wan hene, yan jî herdu alîyan çi soz û peyman dane hev, ne eşkere ye. Lê xelkê Minbicê naxwaze ku hêzên Tirk têkevin Minbicê.

Xelkê Minbicê li ser daxwaza Encumena Sivîl a Minbicê, li dijî Tirkîyê dest bi xwepêşandanê kir û xwest ku Tirkîye terka xaka Sûrîyê bike, ji Sûrîyê derkeve der.

Xelkê Minbicê di xwepêşandanê de daxwaz kir ku hêzên Tirkîyê ji Efrînê û tevahîya wan Sûrîyê vekişe da ku xelkê herêmê rêvebirîya xwe bi xwe bike.

Di vê derbarê de Fermandarê Encumena Leşkerî ya Minbicê Heval Mihemed Ebûbekir, anî zimên ku mafê wan heye ew rê nedin leşkerên Tirkîyê derbasî nav Minbicê bibe û mafê wan yê berevanîya xwe bikin.