Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK, Goran û YNK li dijî Barzanî bûn yek
 
PKK, Goran û YNK li dijî Barzanî bûn yek
2018-07-06 21:30
MediaKurd > info@mediakurd.com

Xiyaneta Kerkûkê bi hevkarîya sê partîyan pêk hat. PKK, Goran û YNK.
Xiyaneta Kerkûkê bi taybet li dijî PDK û Barzanî pêk hat da ku serxwebûna Kurdistanê nebe para PDK û Barzanî.

Di derbarê yekbûn û xiyaneta hersê partîyan de Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavûşoglû ji Ajansa Anadolu (AA) re axivî.

Çavûşoglû, ji Ajansa Anadoluyê (AA) re eşkere kir ku Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, li dijî Serok Barzanî bi PKK re bûn yek û niha jî baca wê rêketinê didin.

Çavûşoglû, bi dewamî anî zimên û got: “ Piştî pêvajoya referandûmê, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, bi daxwaza hinek welatan li dijî Serok Barzanî hevkarî li gel PKK kirin “.

Li gor Çavûşoglû, berpirsekî YNK ji wî re gotiye ku PKK di nav YNK de bûye desthilatdar û di nav wan de fermanan dide.