Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK bacê ji koçeran distîne
 
PKK bacê ji koçeran distîne
2018-07-11 17:43
MediaKurd > info@mediakurd.com

Çawa ku PKK li Ewrûpayê di bin navê alîkarî û kampanya de bac û xeracê ji Kurdan distîne, herweha li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî bac û xeracê ji Kurdan distîne.

Li gor çavkanîyên çapemenîya Başûr, PKK bacê ji koçerên zozanan distîne û wan mecbûr dike ku keda xwe bidin PKK.

Li gor zanyariîyên çapemenîyê, PKK bi navê alîkarîyê bacê ji koçerên xwedî pez û sewal yên li sînorên Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê distîne û bac û xeracê li ser wan ferz dike. Li gor tê gotin, kesên ku bac û xeracê nedin PKK, PKK wan li navçeyê nahêle, rê li ber wan digre û ji navçeyê derdixe.

Li gor tê ragihandin, rêjeya baca PKK weha ye:

-Ji 100 pezî 3 pez ji PKKê re tê dayîn.
-Her mehe pêwîste 10 hezar dînar ji PKKê re bê dayîn.
-Ji bo sindoqek mêşên hingiv divê 1000 dînar ji PKKê re bê dayîn.