Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sûrîye û PYD ji roja roj de hevkar in
 
Sûrîye û PYD ji roja roj de hevkar in
2018-07-23 23:47
MediaKurd > info@mediakurd.com

Têkilî û hevdîtinên PYD û rejîma Sûrîyê berdewam in. Gelek siyasetmedar û Kurdên derveyî PYD ji roja roj de di wê bawerîyê de bûn ku PYD xizmeta rejîma Sûrîyê dike.

Serokê Komîta Peywendîyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco, yek ji wan e ku di wê bawerîyê de ye.
Kamîran Haco, li ser têkilî û dan û standinên di navbera PYD û rejîma Sûrîyê de axivî. Haco, anî zimên û got: “Rejîm û PYD ji roja roj de bi hev re ne, rejîmê herêmên Kurdî radestî PYD kir û niha jî dibêje wan deveran vegerîne, ango tiştekî nû nîn e.”

Haco, anî zimên ku “ne hêjabû bû ku ewqas qurbanî bên dan û piştre PYD carek din rêjîmê bîne Rojavayê Kurdistanê. Bi anîna rejîma Sûrîyê wê carek din PYD çewsandinê li ser hêzên welatparêz û netewperwerên wek me zêdetir bike.”

Li gor Kamîran Haco, pêşeroja rejîma Sûrîyê tuneye, wê di pêşerojê de Sûrîye bê dabeşkirin û federalîzm pêk bê.