|
Gelê Kurd dev ji mafê serxwebûnê bernade |
|
2018-08-11 01:06 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serok Mesûd Barzanî, beşdarî heştemîn kongreya Yekîtîya Lawên Demokrat a Kurdistanê bû û peyamên girîng dan.
Barzanî, anî zimên ku serxwebûn mafekî rewaye û wê gelê Kurd tucarî dev ji mafê xwe yê serxwebûnê bernede.
Serok Barzanî, di axavtin û peyama xwe de got ku gelê Kurd tucarî nebûye dûvikê tukesî û ewê qet nebe jî û got: “Gelê Kurd tucarî êrîşî tu gel û milletekî nekiriye, tenê berevanîya xw kiriye. Gelê Kurd tucarî nebûye dûvikê tukesî û wê qet nebe jî. Referandûm daxwazek rewa ya gelê Kurdistanê bû. Lê mixabin hinekan bi kîn û nefret bersiva vê yekê da. Heke xiyaneta 16ê Cotmehê nebûya wê rewş bihata guhertin. Lê bela herkes bizanibe ku gelê Kurd tucarî ji mafê serxwebûnê poşman nabe û dev jê bernade“.
|
|
|