Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PYD kare Kobanê û Qamişlo jî wenda bike
 
PYD kare Kobanê û Qamişlo jî wenda bike
2018-08-15 22:58
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rêvebirê PKK ê berê Osman Ocalan, ji çapemenîyê re axivî û anî zimên ku PYD li Rojavayê Kurdistanê polîtîkayek xelet dimeşîne. Ocalan, got ku heger PYD di vê siyaseta xwe ya şaş de bi israr be, wek Efrînê wê Kobanê û Qaişlo jî wenda bike.

Ocalan, rexne li siyaseta PYD girt û di derbarê PYD û siyaseta PYD de got: “PYD li Rojava polîtîkayek şaş dimeşîne. Heke PYD di polîtîkaya xwe de reqdar û bi israr be, wek Efrînê wê Kobanê û Qamişlo jî wenda bike. PYD û YPG girêdayî PKK ne, bi serê xwe nikare Rojava biparêzin. Piranîya Kurdên Rojava ji ber polîtîka PYD Rojava terk kirine. Ji xwe gelek ji wan şehîd ketine. Divê PYD dev ji vê dijminatîyê berde û ji mirovên şoreşger re nebêjin hûn terorîst in“.