|
16ê Tebaxê pîroz be |
|
2018-08-15 23:15 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Medîakurd- 16ê Tebaxê roja damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û herweha roja jidayikbûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.
Di dîroka Kurdistanê de 16ê Tebaxê rojek pîroz û bi nirx e. Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 16ê Tebaxa 1946an de ji alîyê serok Mele Mistefa Barzanî ve hat damezrandin. Di heman rojê de jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji dayik bû û ket nav rûpelên dîroka Kurd û Kurdistanê.
PDK, ji 1946an û heta îro ji doz û tekoşîna Kurd û Kurdistanê kir û ji Kurdan re bû hêvîya serketinê. PDK li Başûr û herweha li herçar parçeyên Kurdistanê bû kedkarê doza milletê Kurd, ked û bedelek mezin da. 16ê Tebaxê ne tenê ji ber damezirandina PDK, herweha ji ber rojbûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pîroz û watedar e.
Mesûd Barzanî ji 16 salîya xwe ve bûye pêşmerge û şerkirê azadî û serxwebûna Kurdistanê, û îro jî wek pêşmerge xizmeta doza milletê Kurd dike.
Barzanî ne tenê di nav Kurdan de, li seranserê cîhanê rêzdar û payebilind e, xwedî erk û bandor e û ji Kurd û Kurdistanê re bûye sembol.
15ê Tebaxê, roja damezirandina PDK û rojbûna Serok Barzanî pîroz be.
|
|
|