Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Trump: Emê tawîzan nedin Tirkîyê
 
Trump: Emê tawîzan nedin Tirkîyê
2018-08-21 22:40
MediaKurd > info@mediakurd.com

Nakokîyên Amerîka û Tirkîyê berdewam in. Serokê Tirkîyê Erdogan bi siyaseta xwe û xewna berfirehkirina xaka Osmanî di şerê Sûrîyê de alîkarîyek mezin da grûpên terorîst yên wek DAÎŞ û grûpên din û xwe nêzîkî Rûsya û Îranê kir. Bi kirîn û peymana çekên wek S-400 ya bi Rûsyayê re, nakokîyên xwe û Amerîkayê zêdetir kirin û bi girtin û zîndankirina Keşe Brunson, nakokî û pirsgirêkên herdu welatan derketin astek bilingtir.

Erdogan, bi girtina Keşe Brunson xwest û dixwaze tawîz û derfetan ji Amerîkayê bistîne û Amerîkayê mecbûrî xwe bike. Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji gotina xwe nayê xwarê û lîstikên Erdogan berteref dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump , di derbarê Tirkîye û Keşe Brunson de daxuyanîyek da û got ku “ji bo azadîya Keşe Andrew Brunson, emê her tiştî bikin, emê tu tawîzan nedin Tirkîyê“.

Wek tê zanîn, sîxur û ajana dewleta Tirk Ebru Ozkan li Îsraîlê hatibû girtin, Amerîka û Tirkîyê li hev kiribûn ku sîxur Ebru Ozkan û Keşe Brunson serbest bên berdan.

Donald Trump, di daxuyanîya xwe de behsa wê peymanê jî kir, anî zimên ku Erdogan soza xwe neanîye cîh û got: “Me û Tirkîyê li hev kiribû. Ji bo ku Ebru Ozkan were berdan, me alîkarîya Tirkîyê kir. Serokê Tirkîyê Erdogan jî soz dabû ku Brunson berdin. Lê belê wisa çênebû. Ji bo ku Ozkan ji Îsraîlê derkeve, me soza xwe girt; em hêvî dikin ku Keşe Brunson jî ji Tirkîyê derkeve”.

Donald Trump, herweha anî zimên ku Tirkîye xeletîyek mezin dike û ji bo azadîya Keşe Brundon ewê her tiştî bikin, ewê tu tawîzan nedin Tirkîyê.