|
Wê dewleta Kurdistanê ava bibe |
|
2018-09-08 15:54 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Kurdistana serbixwe û avakirina dewleta Kurdistanê xewna temamê Kurdan e. Li Rojhilata Navîn Kurd hêzek pêbawer in û bi taybet jî Amerîka û dewletên hevpeyman bêyî piştgirîya Kurdan nikarin li herêmê biserkevin. Ji ber vê yekê jî avakirina dewleta Kurdistanê şert e û ji bo berjewendîyên Amerîka û hêzên hevpeyman jî pêwist e.
Di vê derbarê de akademîsyenê Ereb Dr. Îsmaîl Ebdulla jî gîhaye wê bîr û bawerîyê ku dûr yan nêzîl wê dewleta Kurdistanê her ava bibe. Mamostayê Zanyarên Siyasî yê Misirê û pisporê siyaseta derve yê Amerîkayê Dr. Îsam Ebdula, ji çapemenîyê re ragihand ku Amerîka bêyî hebûna hêza Kurd nikare sînorê navbera Sûrîyê û Iraqê kontrol bike. Li gor Îsam Ebdula, Kurd ji bo Amerîkayê hevpeymanên baş in û Amerîka li Rojhilata Navîn tenê li ser Kurdan kare hesaba bike.
Dr. Îsam Ebdula, anîye zimên ku dûr yan nêzîk wê Kurdistana mezin her ava bibe û ev ne tenê daxwaza milletê Kurd e, herweha daxwaza civaka navnetewî ye jî.
Îsam Ebdula, li ser têkilîyên Amerîka û Tirkîyê jî dîtinên xwe anîye zimên û dibêje: “Sedema têkçûna peywendîyên Amerîka û Tirkîyê Kurd in. Çima ku Amerîka piştgirîyê dide Kurdan Erdogan pir aciz bûye. Ez bi piştrastî dibêjim, wê Amerîka û Tirkîye raserî hev bên“.
|
|
|