Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka li Sûrîyê hêza xwe zêdetir dike
 
Amerîka li Sûrîyê hêza xwe zêdetir dike
2018-09-19 22:17
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî ku Amerîkayê biryar da ji Sûrîyê dernekeve û lê mayînde be, hêza xwe ya leşkirî jî zêdetir dike û çekên giran dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Li gor çavkanîyên herêmî, Amerîkayê ji meha Îlonê ve zêdeyî 500 kamyonên çekan li Rojavayê Kurdistanê bi cîh kirine û beşek ji wan çekan li herêma Hesekê û li ;inbicê hatine bicîhkirin.

Bicîhbûna artêş û çekên Amerîkayê ji alî piranîya Kurdan ve bi başî û erênî tê nirxandin û tê gotin ku hebûna Amerîka ya li Sûrîyê di berjewendîya Kurd û Kurdistanê de ye.