Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : DAÎŞê berê xwe da Îranê
 
DAÎŞê berê xwe da Îranê
2018-09-22 23:13
MediaKurd > info@mediakurd.com

Îran di Rojhilata Navîn de mak û bingeha terorê ye. Ji Talîban a Afganistanê bigrin heta bi Hizbûllaha Filistînê destê wê di nav kar û barên terorê de ye û piştgirîya terorîstan dike. Yek ji terorîstên ku Îranê piştgirî didayê, terorîstên DAÎŞê bû. Ji derketina DAÎŞê û heta berî çend rojan jî DAÎŞê berê xwe nedida Îranê û şerê wê nedikir. Lê xuyaye îcar DAÎŞê berê xwe daye xwedîyê xwe jî.

Li bajarê Ahvaz ê Îranê, di merasîmek leşkirî de êrîşek pêk hat û di encama êrîşê de 24 kes mirin û nêzîkî 60 kesî jî brîndar bûn.
Li gor ajansa ÎSNA yê, êrîş ji alî kesên ku cil û bergên leşkirî li xwe kiribûn hatiye kirin û zêdeyî 10 deqîqeyan ajotiye. Li gor tê gotin, ji êrîşkran 2 kes bi saxî hatine girtin û 2 kes jî hatine kujtin.

Rayedarên Îranê her çiqasî ev êrîş xistin stuyê Amerîkayê û Amerîka wek sersebeb nîşan dan jî, DAÎŞê bi daxuyanîyekê li êrîşê xwedî derket û girt ser xwe.

Wek tê gotin, kesê bigere bela xwe jî dibîne, xêra xwe jî. Îran a ku serkêşîya grûpên terorîst dike û her roj Kurdan îdam dike û dikuje, vê carê bû armanca êrîşan û bela xwe dît.