|
Namzetê PDK kifş bû |
|
2018-09-24 23:24 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Ji bo serokkomarîya Iraqê YNK Berhem Salih destnîşan kir. Tevgera Goran jî Sîrwe Ebdulwehîd destnîşan kir. Berhem Salih û Sîrwe Ebdulwehîd wek peyayên Îran û Iraqê tên naskirin û herdu jî şirîkên xiyanet û firotina Kerkûkê ne, dijberên serxwebûna Kurdistanê ne.
Partîya Demokrat a Kurdistanê PDK destnîşankirina namzetê PDK ji Serok Barzanî re hiştibû. Serok Barzanî jî biryara xwe da û Serokê Dîwana Serokatîya Kurdistanê Dr. Fûad Hisên wek namzetê PDK destnîşan kir.
Dr. Fûad Hisên kesayetîyek dilsoz û welatperwerekî kedkar ê doza Kurdistanê ye. Hem di pêvajoya şoreşa Îlonê de û hem jî di serokatîya herêma Kurdistanê de kar û erkên pîroz kirine.
|
|
|