Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirsa dewleta Kurdistanê wan tîne cem hev
 
Tirsa dewleta Kurdistanê wan tîne cem hev
2018-10-14 20:05
MediaKurd > info@mediakurd.com

Amerîka alîkarîya ku bi HSD (YPG) re dike didomîne. Herî dawîn Amerîkayê dîsa gelek çekên giran ji HSD re şandin û li Rojavayê Kurdistanê, li Rojhilatê Feratê hebûna xwe xurttir dike.

Li ser vê yekê hem Rûsya hem jî Tirkîye, Îran û Iraq ketine nav tirsek mezin û êrîşî Amerîkayê dikin. Tirsa hemiyan jî ew e ku Kurdên Rojava ango li Rojavayê Kurdistanê dewletek yan jî federasyonek Kurdî wek a Başûrê Kurdistanê ava bibe û di pêşerojê de ev herdu federasyon bi yekîtîyek netewî dewleta Kurdistanê ava bikin.

Ji ber vê tirsê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî çû paytextê Sûriyê Şamê da ku tirsa dilê xw bi rayedarên Şamê re parve bike.
Di derbarê serdana Caferî de Parlamenterê Koalîsyon Fetîhê Hamid Mûsewî eşkere kir ku wê Caferî bi Esed re li ser avakirina Kurdistana Rojava biaxive û tirs û gumanên xwe bîne zimên.

Piştî ku Amerîkayê biryar da ku mayende li Rojavayê Kurdistanê bimîne, çik û gumenên avakirina Kurdistana Rojava zêdetir ketiye dilê dagîrkerên Kurdistanê û bi taybet jî Rûsya nerazîbûna xwe tîne zimên. Ev yek jî dide xuyakirin ku Rûsya wek berdevkê dagîrkerên Kurdistanê diaxive û neyartîya Kurdan dike.