|
Hem bû Wezîrê Darayî, hem cîhgirê serokwezîr |
|
2018-10-27 20:22 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî dek û dolabên xiyanetkarên Kerkûkê û bi fermana Îranê, namzetê PDK yê ji bo serokkomarîya Iraqê Dr. Fûad Hisên nehat hilbijartin û zilamê Îranê Berhem Salih bû serokkomarê Iraqê. Sedema hilbijartina Berhem Salih ew bû ku Salih zilamê Îranê bû û parêzerê yekparçebûna Iraqê bû.
Hikûmeta nû ya Iraqê ava bû û endamên hikûmetê kifş bûn. Ji PDK 3 kes bûn wezîr û yek ji wan jî Dr. Fûad Hisên e. Dr. Fûad hem bû Wezîrê Darayî, hem jî bû cîhgirê serokwezîrê Iraqê.
Ji alîyê din, ji PDK Newzad Hadî bû Wezîrê Koç û Koçberan û Bengîn Rêkanî jî bû Wezîrê Avedanî û Niştecîhbûnê
|
|
|