Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka dewleta Kurd ava nake
 
Amerîka dewleta Kurd ava nake
2018-10-27 20:33
MediaKurd > info@mediakurd.com

Nîqaşên li ser rewşa Sûrîye, rewşa Kurdên Sûrîye û piştgirîya Amerîkayê didomin. Gelek alî bawerin ku wê Amerîka li Sûrîyê dewletekê ji Kurdan re ava bike. Sedema ku dewleta Tirk, Îran û Rûsya bi xwe zor tînin û ji Amerîka û alîkarîya bi HSD re aciz in, tirsa avakirina dewleta Kurd e. Ji ber vê yekê jî, bi taybet dewleta Tirk û Erdogan nerazîbûna xwe li hember rewşa Rojhilatê Feratê tîne zimên û zirt û gefan dike.

Di derbarê avakirin yan jî neavakirina dewleta Kurd de Endamê Encûmena Niştimanîya Kurdistana Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro, axivî û anî zimên ku Amerîka li Sûrîyê ji Kurdan re dewletê ava nake.

Îbrahîm Bro, di serdana Moskovayê de bi rayedarên Rûsyayê re çend hevdîtin pêk anîn. Bro, daxuyand ku ew bi Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov re axivîye û Lavrov gotiye ku Amerîka ji bo Dewleta Kurd li Sûrîyê ava bike, bi Kurdan re pêwendîyên xwe didomîne. Lê li gor me Amerîka li Sûrîyê Dewleta Kurd ava nake. Ji ber ku di bernama PYDê de tiştekî wisa tuneye.