|
Amerîka ji bo girtina sê serokên PKK xelatê dide |
|
2018-11-09 20:40 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Amerîkayê ji bo girtin yan jî îxbarîya cîhê sê serokên PKK xelata milyon dolaran da. Amerîkayê ji bo girtin yan jî îxbarkirina cîhê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan yekûn 12 milyon dolar xelat pêşkêş kir. Heçê cihê wan îxbar bike wê ji alî Amerîkayê ve bi milyon dolaran bên xelatkirin.
Ev biryara Amerîkayê di serê gelek alî û dewletan de pirs û şik û guman çêkirin. Tirkîye ji vê gava Amerîkayê ne razî ye û bi taybet ji Amerîkayê dixwaze ku heman helwestê li hember PYD û YPG jî deyne. Lê Amerîka ferqê dixe navbera PKK û PYD, PKK wek terorîst lê YPG wek hevkar dibîne.
Ev biryara Amerîjayê ji alî KCK, PKK û PYD ve hat şermezar kirin û wek komploya duyemîn hat nirxandin. PKK û KCK girtina A. Ocalan komploya yekemîn û xelata serê her sê rêvebirên PKK jî wek komploya duyemîn qebûl dike.
Ji alîyê din, PYD jî bi daxuyanîyekê helwest û biryara Amerîkayê şermezar kir û bang li Amerîkayê kir ku zixtê li Tirkîyê bike da ku Tirkîye dîsa vegere ser masa mizakere û aştîyê.
|
|
|