Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pentagon: Tirkîyê DAÎŞ zindî kir
 
Pentagon: Tirkîyê DAÎŞ zindî kir
2018-11-14 16:19
MediaKurd > info@mediakurd.com

Tirkîye li dijî hêzên Kurd ji roja roj de alîkarî û piştgirîya rêxistinêntundrew û îslamîst yên wek DAÎŞ û El Nusrayê kir û li welatê xwe cîh da wan, ew di nexweşxaneyên xwe de derman kirin. Heta bi îro jî têkilîya dewleta Tirk bi wan rêxistinên terorîst re heye û li dijî Kurdan piştgirîyê dide wan.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon), ev rastî carek din eşkere kir û ragihandin ku bi êrîşên ser hêzên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Tirkîyê rêxistina DAIŞ zindî kiriye û rêxistina terorîst ji nû ve ketiye nav tevgerê.

Pentagon, di rapora xwe de şik û gumanên xwe yên li ser DAÎŞê anîye zimên û anîye zimên ku “DAÎŞ li Rojhilatê Feratê gef û xeterek e û xetera mezin jî ew e ku DAÎŞ ji Sûrîyê derbasî Iraqê bibe“.

Pentagon, di rapora xwe de daye xuyakirin ku DAÎŞ ji alozîya navbera Tirkîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) sûd û meferê distîne û ev yek jî bûye sedema rawestîna têkoşîna li dijî DAÎŞê.