Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo navbera YNK û PKK têk diçe?
 
Gelo navbera YNK û PKK têk diçe?
2018-11-30 18:25
MediaKurd > info@mediakurd.com

PKK û YNK hem li dijî PDK û Barzanî û hem jî li dijî berjewendî û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê şirîk û hevkarên hev bûn. Di xiyaneta Kerkûkê de jî herdu hêzan rola sereke lîztin û Kerkûk radestî Iraqê û milîsên Îranê kirin. Tevger û dezgehên ku girêdayî PKK ne bi taybet li herêma ku YNK lê xurt e bi azadî xebatên xwe dikin û hem li dijî PDK û Barzanî û hem jî li dijî dewleta Tirkîyê çalak in.

Di demên dawîn de YNK zixtan dide PKK û dezgehên wê, ofîs û meqerên wan digre û zixtê li wan dike ku di herêmên wan de çalakîyan li dijî Tirkîyê nekin. Bi vê minasebetê YNK li Kelar, Koye, Ranya û Qeladizê çend ofîsên Tevgera Azadî ku girêdayî PKK ye, girtin.

YNK vi vê helwesta li dijî PKK û dezgehên wê, dixwaze dîsa navbera xwe û dewleta Tirk xweş bike, dixwaze çûn û hatina balafirgeha Silêmanîyê dest pê bike û ji bohranê xelas bibe. Ev yek ne tenê li dijî PKK ye, herweha YNK bi xweşkirina têkilîyên bi Tirkîyê re dixwaze bandor û têkilîyên PDK û Barzanî yên bi Tirkîyê re qels û kêmtir bike û hêza ku wenda kiriye dîsa bîne ser hev.

Li gor tê gotin, piştî ku Amerîkayê biryara girtina serokên PKK Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan daye, Amerîkayê zixt li YNK jî kiriye ku têkilîyên xwe bi PKK û Îranê re qut bikin. Girtina dezgehên girêdayî PKK jî destpêka vê yekê ye.

Ji alîyê din, PKK (KCK) li hember helwest û zixtên YNK nerazîbûn nîşan da, got ku wê ev yek ne li xêra YNK be û bang li YNK kir ku ji vê xeletîya xwe vegere. Di pêşerojê de wê têkilîyên YNK û PKK -ku herdu alî jî xizmeta Îranê dikin- çawa bin ne kifş be jî, lê zixt û helwesta YNK a li dijî PKK nîşan dide ku wê têkilîyên wan wek berê ne bi rêk û pêk bin.