Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Sûrîyê çareserîya herî baş federalîzm e
 
Li Sûrîyê çareserîya herî baş federalîzm e
2018-12-07 21:48
MediaKurd > info@mediakurd.com

Di derbarê çareserkirina pirsgirêkên Sûrîyê de hevdîtin û civînên navnetewî bê encam dimînin. Hevdîtinên ku bi navê Hevdîtinên Astanayê de ji alî Rûsya, Tirkîye û Îranê ve tên meşandin, bê encam dimînin û her sî welatên beşdar ji pirsgirêkên Sûrîyê re çareyekê nabînin. Ji ber ku Tirkîye naxwaze Kurdên Sûrîyê beşdarî hewldanên çareserîyê bibin û naxwaze li Sûrîyê Kurd bibin xwedîyê destkeftîyên netewî, civînên Astanayê jî tu encaman nadin û diteqinin.

Di vê derbarê de gelek siyasetmedar di wê bawerîyê de ne ku li Sûrîyê çareserîya herî maqûl federalîzm e.

Yek ji rayedarên ENKS Mihsin Tahir, di wê bawerîyê de ye ku heke Amerîka û Rûsya li hev bên û bixwazin, wê pirsgirêkên li Sûrîyê bên çareserkirin welew ku ev demek dirêj jî bajo.

Mihsin Tahir, ji çapemenîyê re anî zimên ku helwesta Rûsya û rejîma Sûrîyê dihêle ku çareserkirina pirsgirêkan li paş û dereng bikeve.

Ji alîyê din, lêkolînerê Amerîkî David L. Phillips, di derbarê Sûrîyê de anî zimên ku çareserîya herî baş û maqûl federalîzm e û dibêje: “Ez bawer nakim Kurdên Sûrîyê doza mafê serxwebûnê bikin. Kurd sîstemek wisa dixwazin ku karibin tê de li ser çarenûsa xwe xwedî gotin bin û çand û mafên wan di wê sîstemê de bên paraztin. Sîstema ku karibe van mafan di makzagona xwe de misoger bike û karibe desthilatdarîyê dabeş bike, çareserîya herî baş e “.