Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nadya Murad û Kursiya NY û rewşenbîriya kurdan!
 
Nadya Murad û Kursiya NY û rewşenbîriya kurdan!
2018-12-11 20:18
MediaKurd > info@mediakurd.com


Şeyhmus Ozzengin

Di jîyana miletê Kurd de cara yekeme ku kurdek derdikeve ser kursîyek navnetewî û ewqes bilind.

Ew kursî, pistî şerê li henber DAÎŞ fersendek da kurdan ku, "ka Kurd wê çi bêjin û çi bixwazin!"

Ev fersend 100 salê din nakeve destê vî miletê bindest, bêxwedî û belengaz.

Ev ne çîroka zaroka ye, ne helbestvanî, an jî pirtûknivîse. Qadek siyasî û gavek dîplomasî ji miletekî re, asta herî bilind bû.Qada parastina doza miletekî bû. Ya em xwedîyê vê dozê ne û wek her miletekî cîhanê doza parastina xwe, doza dewletbûna xwe û doza çand û taybetîyên xwe dikin, an jî li ber bayê wendabûnê pêsîra xwe vekin, heta ew ba me bixe erdê!

Eger Em xwedîyê vê dozê bûna, rewşenbîrîya me, pîsporîya me, çanda me û doza miletekî bi sedan salan, divê diho derketa ser wê kursîyê û ji me re bibûna pêngavek, bibûna rûmetek, serbilindîyek û dijminê me (diho10.11.2018) serê xwe berda ber xwe, ne kurdan.

Hûn rewşenbîrên Kurd in û doza miletekî dikin. Çand û xaka miletekî diparêzin. Ev karên we hêja ne. Taybetîyên serbilindîyê ne. Divê hun rê nedin têkçûnên millî û çavê xwe ji van malxerabîyan re negirin û li çepikan nexin!

Helwesta ku Nadîa Murad li wê kursîya NY. A xelatdabeşê de danî û pêşîlêgirtina îradeya encama referandûma serxwebûna Kurdistan ê yek birînin di ramanên xwestina dewletbûna kurdan de. Ewên ku pêşîya encamên daxwaza serxwebûna miletê Kurd û Kurdistan girtin, îradeya miletê me nepejirandin û yên ku ew nivîs dan destê Nadîa Murad, yek dest û yek armancin! Çima hun vê nabînin?

Di qada navnetewî de jî hun bahsa dîplomasîyê dikin û dev davêjin kurdên dervê welat! Hun li ser zimanê Kurdî, çanda Kurdî dixebitin û kedê didine van hêjayên milî. Hun kurdên ku zimanê xwe bikarnaynin, xwedî li hêjayên xwe dernakevin, zimanê xwe jibîr kirine û bikarnaynin, rexne dikin. Ev wek rewşenbîrekî Kurd, Kurdperwerekî, kurdekî dilsoz mafê we ye. Wek rewşenbîrekî jî rexnekirina siyaseta Kurd, ku ev roj têde ye jî mafê we ye, divê hun rexne bikin. Min her bawerî bi vê anîye ku, wê rexne me ji xeletî û kêmasîyên me biparêze û min her ev çek bikaranîye.

Mixabin wek rewşenbîrekî, wek siyasetmedarekî, wek kesayetîyek kurdperwer, niştimanhez, nayê bîra we ku; tiştê diho li qada navnetewî cirîya, gava şervanî, qahramanî, gava dîplomasîyê, gava rewşenbîrî, gava dozdarîya miletekî, keda miletekî 100 salî û a asta herî bilind bû. Lê ev erzan hat firotin.

Di cîhanê de nûnertîya herî bilind û kursîya ku 100 sale Kurd dixwazin derkevin ser, ew Kursî bû ku diho Nadîa Murad derxistin ser. Ez nabêjim derket ser, ji ber ku ne kurdan ew derxist ser wê kursîyê. Biryarek navdewletî bû.

Nadîa Murad divê diho li wir du mesajên girîng bidana:

1-Doza miletê Kurd, ne armanca girtina xelatê, doza dewletbûnê ye. Di vê armancê de bibin alîkarê me, bibin piştgirê me.

2-Ziman û çanda miletê min, bîr û bawerîya miletê min di bin zülmek mezin û li ber wendabûnê ye. Di vî warî de jî alîkarê me kurdan bin ku, çand, ziman û bawermendîyên me neyên wendakirin. Hêjayîyên me yên netewî neyên wendakirin!

Wê Nadîa Murad bi cil û bergên Êzdîyên Şingalê, bi zimanê xwe yê ku dayîkên Şingal fêrî wê kirîye, ew kurmancîya şêrîn û bi van xwestinan derketa wir. Wê tilîya xwe têxista nav çavê Tirkên, Erebên û farêsên misilman û bigota besse ev zilma we.

Wê tilîya xwe têxista nav çavên hemû dewletên cîhanê, aktorên cîhanê û wê bigota besse ev helwesta we li henber Kurdan.

Wê qêrîna miletekî bigîhanda rewşenbîr û siyasetmedarên, serkirdeyên cîhanê û wê bigota besse ev bêdengîya li henber qirkirinên ser Kurd û Kurdistan!

Wek her miletî, dewlet mafê me ye jî.