Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Roja ala Kurdistanê pîroz be
 
Roja ala Kurdistanê pîroz be
2018-12-17 14:37
MediaKurd > info@mediakurd.com

Roja Alaya Kurdistanê her sal di 17ê meha Kanûnê de bi merasîm û çalakiîyan tê pîrozkirin.

Parlamentoya Kurdistanê di 17ê meha Kanûn a 1999an de biryara Roja Ala Kurdistanê pesend kir. Li Başûrê Kurdistanê 17ê meha Kanûnê wek Roja Pêşmerge û roja Alaya Kurdistanê bi fermî tê pîrozkirin.

Ala Kurdistanê, cara yekem di 1945an de li Komara Mahabadê hat hildan. Ji wê rojê û vir de ala Kurdistanê li asîmanên Başûrê Kurdistanê pêl dide û ji alî piranîya Kurdan ve wek ala netewî tê qebûlkirin û rêz jê re tê girtin.

Roja ala Kurdistanê li Kurd û Kurdistanê pîroz be, em hêvîdarin ku rojek bê ev ala pîroz li asîmanên her çar parçeyên Kurdistanê pêl bide.