Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo wê biryara Trump serê wî bixwe?
 
Gelo wê biryara Trump serê wî bixwe?
2018-12-26 18:32
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî ku Serokê Amerîkayê Trump biryar da ku hêzên Amerîkayê ji Sûrîyê vekişîne, hem li Amerîkayê, hem li Qesra Spî bi xwe de û hem jî di nav hêzên hevpeyman de nîqaşek mezin dest pê bû. Almanya û Fransa ji biryara Trump ne razî ne. Herweha Amerîkî bi xwe jî vê biryara Trump xelet dibînin û li dij derdikevin.

Berî bi çend rojan Wezîrê Paraztina Amerîkayê James Mattis û Nûnerê Trump ê li dijî terorîstên DAÎŞê Brett McGurk ji kar û erkên xwe îstîfa kirin û nerazîbûna xwe li dijî biryara Trump anîn zimên. Wezîrê Paraztina Amerîkayê James Mattis, anî zimên ku Kurd hevkarên Amerîkayê ne û Trump xiyanetê li Kurdan dike.

Piştî van herdu rayedarên Amerîkayê, Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel jî nerazîbûna xwe anî zimên û Trump rexne kir. Votel ji bo biryara Trump got, “Ez xwe di wê rewşê de dibînim ku tu dibê qey kulmek li aşika min dane ”.

Piştî van hersê rayedarên Amerîkî, Şêwirmendê Asayîşa Netewî John Bolton û Wezîrê Derve Mike Pompeo jî di nav de, gelek rayedarên Amerîkî li dijî biryara Trump derdikevin û biryara wî şaş dibînin.