Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Levy: Amerîka û cîhana azad xiyanet li Kurdan kir
 
Levy: Amerîka û cîhana azad xiyanet li Kurdan kir
2019-03-03 16:31
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hişmend û fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy, ku wek dostê Kurdan tê naskirin, pirtûkek bi navê “Împaratorî û Pênc Qral“ nivîsandiye, di derbarê pirtûka xwe û xiyaneta Kerkûkê de axivî û dîtinên xwe anîn zimên.

Bernard Henri Levy, anî zimên ku wî bi çavên serê xwe bûyerên li enîya Kerkûk û Pirdê dîtine û got: “Amerîka û cîhana demokrat û azad, pişta xwe dan Kurdan û ew li ser sênîyek zêrîn pêşkêşî Îranê û Haşdî Şabiî kirin“.

Levy, bi berdewamî anî zimên û got: “Min bi çavên serê xwe dît, li pêş çavên Amerîka û Ewrûpayê xiyanet li Kurdan hat kirin. Tirkîye û Îran, weke ku Amerîka û Ewrûpa tunebe axivîn û tev geriyan. Piştî min ev xiyanet bi çavên serê xwe dît, fikra nivîsandina vê pirtûkê derket holê. Ji ber vê yekê, ez pirtûka xwe ji milletê Kurd re dibexşînim“.

Levy, bi berdewamî pesnê helwest û şerê Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê da û anî zimên ku Kurdan bi mal û canê xwe şerê DAÎŞê kirine û can û zarokên herkesî paraztine.