Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : AKP û HDP têk çûn
 
AKP û HDP têk çûn
2019-04-02 21:34
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 31ê Adarê de pêk hatin û encamên balkêş derketin holê.

HDP, ku serkêşên wê Tirk û bingeha wê Kurd in, biryar dabû ku li bajarên mezin yên wek Enqere, Stenbol Izmîr, Adana û cihên din namzetên xwe nîşan nede da ku Kurd deng û rayên xwe bidin partîya Kemalîst û dijminê riknê milletê Kurd CHP. Ji bo ku Erdogan û partîya wî AKP bisernekeve, HDP berê Kurdan da partîya Kemalîst CHP.

Di encama dengdanê de bajarê mezin yên Tirkiyê wek Enqere, Stenbol, Antalya, Adana û wekî din ji Erdogan û AKP hat stendin û ketin destê CHP. Bi vî awayî Erdogan û AKP darbeyek mezin xwar û kelehên xwe yên wek Enqere û Stenbol ji destê xwe berdan.

Ji alîyê din, HDP jî di vê hilbijartinê de darbeyek mezin xwar û gelek bajar û bajarokên Kurdistanê ji dest berdan. HDP li bajarê Amed, Batman, Colemêrg, Mêrdîn,Wan, Sêrt û Qers biserket.

Siyaset û dijminatîya ku Erdogan û partîya wî AKP li hember Kurdan kir, hişt ku Kurd piştgirîya CHP bikin û CHP bi xêra deng û rayên Kurdan cara yekem ewqasî xurt bû. Di encama vê hilbijartinê de carek din eşkere bû ku li Tirkîyê Kurd hêza sereke ne û Kurd piştgirîya kê û kîjan partîyê bikin, ewê biserkeve.