Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Trump daxuyanî da
 
Trump daxuyanî da
2019-10-08 15:48
MediaKurd > info@mediakurd.com
Dewleta Tirk amaddekarîyan dike ku êrîşî Rojava bike û destkeftîyên Kurdên Rojava têk bibe. Serokê Amerîkayê Trump jî biryar dabû ku leşkerên xwe ji Rojava paşde bikşînin û ji sûrîyê derkevin. Biryara Trump hem di nav Kurdan de hem jî li Amerîkayê raserî nerazîbûnek mezin hat.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî nerazîbûnên zêde yên li ser vekişandina leşkerên Amerîkî û rê dana ketina artêşa Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê, li ser medya civakî car din daxuyanî da.

Trump li ser twitterê pesnê şervanîya Kurdan da û got, me terka Kurdan nekiriye.

Trump, diyar kir ku ew ji Sûriyê vedikişin, lê terka Kurdan nakin û çek û pere didin wan.