Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : Hevpeyvîna Seyîdxan Kurij bi Prof. Dr. Yasin Aktay re
 
Hevpeyvîna Seyîdxan Kurij bi Prof. Dr. Yasin Aktay re
2011-10-03 14:51
MediaKurd > info@mediakurd.com
Demek berê „Enstîtuya Ramanî ya Stratejîk“ SDE bi navê „ Pirsgirêka Kurd“ civînek pêkanî. Niviskar, akademîkar û çalakwanên rêxistinên sîvîl wek Ûmit Fırat, Orhan Miroğlu, Sedat Yurttaş, Emin Aktar, Mesut Yeğen, Yılmaz Ensaroğlu, Necdet İpekyûz, Fazıl Hûsnû Erdem, Vahap Coşkun, Doğu Ergil, İhsan Dağı, Faik Tarımcıoğlu, Birol Akgûn, Mûfit Yûksel, Vahdettin Bahadır, Yasin Aktay, Yusuf Tekin, Aytekin Geleri, Levent Korkut, Bekir Berat Özipek, Fehim Işık, Alper Tan, Hûseyin Yayman, Nevzat Çiçek, Hilal Barın, Aydın Bolat,Doç. Dr. Levent Korkut û Prof.Dr. Yasin Aktay beşdarê vê civînê bûn.
Serokê SDE Prof.Dr. Yasin Aktay e.

SDE di dawîya civîna xwe ya li ser pirsgirêka Kurd de bi civînek çapamenî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd raportek eşkere kir. Ew raport ji alîyê serokê SDE Prof. Dr. Yasin Aktay va hat eşkere kirin.
Di civîna çapamenî de hat ragihandin ku di ew raporê de li ser ew babetên jêrîn hatin sekinandin:

1. Rewşa heyî: Potansîyel, derfet û metirsî
2. Di perwerdebûyîne de karanîna zimanê zikmakî
3. Di pêvajoya çareserkirinê de genegşîyên konkret
4. Rêvebirina pêvajoyê: Pêşnîyar ji bo tiştên ku werin kirinê

Mel i ser ew civîna Kurd û raporta SDE bi serokê SDE Prof. Dr. Yasin Aktay va hevpeyvînek pêkanî.

Seyîdxan Kurij

Prof. Dr. Yasin Aktay , divê alîyek seyemîn ku di ew pewçûnê de raste rast ne alîye, ango bê alîye, însîyatîf bigre.

Hûn dikarin li ser SDE xwendewanên me agahdar bikin?

SDE rêxistinek serbixwe yê Thînk Tank e, bi dewlet û hikumetê va tu pêwendîya wê nîne. SDE xwedîyê vîzyona li ser esasê hurmet lê girtina hêjayîyên mirovî û cudatîyan, pêkanîna Tirkîyeyek û dinyayek nû ku tê de azadî, demokrasî, aşitî û edalet serdest be, ye.
Me vîzyona xwe ûsa tespît kirîye: Ji bo dinyayek û Tirkîyeyek nû, destek kirina demokratîzasyonê, guherînên demokratîk û pêkanîna makezagonek sîvîl û demokratîk.
SDE di çarçeveya armancên xwe de çalakîyên wek lêkolîn kirin, raçav kirin, perwerde kirin, weşan, lobî û amade kirina rapoprtan pêk tîne. Em dixwazin bi ew xebata xwe tesîrê li ser desthilatdarîyê û raya giştî bikin.
Di nav SDE de çar komên xebat hene, Koma têkilîyên navnetewî, koma Aborî, koma ewlekarî û parastin, koma polîtîkaya hindirîn û demokratîzebûn. Me ew civîna Kurd ji di çarçeveya xebatên xwe yên giştî de pêkanî.
Di deheqa pirsgirêka Kurd de problemên Tirkîyê yên girîng hene. Tirkîye di vê babetê de dagerek (döneme) kritîk da ye. Ji bo rêvabirina vê pêvajoyê du rê hene. An Tirkîyê ew pirsgireka ku ji damezirandina Cumhurîyetê heta îro dajo, bi rêyek demokratîk çareser bike an ji hemû hêvîyên çareser kirinê vemirin û Tirkîyê bikeve rewşa sosyo – polîtîkek pir xirab.
Me wek SDE ji bo bi rêya demokratîk çareser kirina pirsgirêka Kurd cîvînek pêkanî. Me akademîkar, polîtîkwan û serokên civakî yên ku bi pirsgirêka Kurd va alaqadar dibin vexwendin vê civîne.



Kesên ku hûn ji bo vê civînê vexwendin, hûn çawa hilbijartin?

Me kesên akademîkar, serokên civakî û serokên rêxistinên sîvîl ku li hembera pirsgirêka Kurd hesasîyetên wan heye, di vê babêtê de xebatên wan heye an ji ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xwedî raman û projeyan in, vexwedin civînê. Me hewl da ku xwedîyê dîtinên curbecûr kes beşdarê civînê bibin. Ango me xwast civîn pirrengî û pirdengî be.

Hin kesên wek İsmail Beşikçi,Cengiz Çandar û piranîya sîyasetmedarên Kurd pirsgirêka Kurd wek nebûna dewletek Kurd dibinîn. Lewra dawîya şerê cîhan yê yekemîn di heremê de hemû neteweyan dewleta xwe damezirand, tenê Kurd bê dewlet man. Hûn pirsa kurd çawa bin av dikin?

Pirsgirêka Kurd pirsgirekek Tirkîyê ye. Ew welatek hin demokratîktir de di çarçeveya pêkanîna hevwelatîyek li ser esasên rêz girtina hemû welatîyan, pêkanîna edelet û bextewarîyê de dikare were çareser kirin. Li gor me pirsgirêk ne ewe ku Kurd nikaribûne dewleta xwe ava bikin. Em ji bo çareser kirina vê pirsgirekê damezirandina dewletek Kurd pêwîst nabînîn. Eqsê vê avakirina dewletek Kurd dikare ji bo Kurdan pirsgirekên din derxîne.
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn li heremê gelêk dewletên piçuk hatin damezirandin. Bi damezirandina dewletek ûsa pirsgirêk çareser nabin. Beramberê wê ji ber ku hûn nikarin li ser lingên xwe bisekinin, hûn destê hin hêzên din de dibin listîk, ji alîyê hêzên din tên manupule kirin, tên bi kar anîn. Damezirandina Netew – Dewlet her tim sûd nade ew gelê. Netew – Dewletên ku li ser esasê çandek tên damezirandin, pir caran ew koma çandî ji dinyayê diveqetînîn, ewana îzole dikin, ji bo wana dibin zîndanên ku derûdorê wan bi diwaran hatîye girtin. Esas sebebê pirsgirêka Kurd ew çarçeveya teng ya Netew – Dewleta Tirk e. Sebebên afirandina pirsgirêka Kurd ji, nebûna demokrasî ji, pirsgirekên hevwelatîyê ji ew e. Pirsgirekên ku Tirkîyê 80 salê pê va mijule, ne hewceye Kurd ji bijin. Ew pirsgirekên ku Kurdan alaqadar dikin, Tirk, Laz û Çerkezan ji alaqadar dikin.
Ji ber wê wekû me raporta xwe da ji eşkere kirîyê, divê alîyek seyemîn ku di ew pewçûnê de raste rast ne alîye, ango bê alîye însîyatîf bigre. Ew alîyê sêyemîn dikare ji bo çareser kirinê perspektîvek nîşan bide, tansîyonê daxîne, pirsgirêkê piçêk sar bike û rê veke ku pirsgirêk hesantir were gengeşî kirin.



Di raporta wê de bi navê “Rêvebirina pêvajoyê: Pêşnîyar ji bo tiştên ku werin kirinê” beşêk heye. Hûn dikarin pêşnîyarên xwe ji bo xwendeanên Rûdawê ekşire bikin?

Me ji bo e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêşnîyarên xwe şeş bendan de ekşire kirin.
1. Berdewamîya rewşa bê şer: Ragihandina PKK ku di Edar 2011 an de dawîya agirbestê anîye, xuya dike ku divê wî warî de zaf lez tedbîr werin girtin. Lewra heta çek neyên danînê, çareserîyek demokratîk ne mimkune.
2. Perspektîf û ziman: hema hema hemû Kurd di babeta zimanê Kurdî de hemfîkirin. Ji ber wê tu çareserîyê bê babeta zimanê nabe. Divê ew daxwaza Kurdan bi zimanek maqul bikeve rojeva partîyên sîyasî û civakê. Xercî wê divê hemû alî zimanê xwe biguherînîn, ango hembera hev zimanek tund kar naynin.
3. Hêzêk sêyemîn ku pirsgirekê depolîtîze bike: Divê hêzek sêyemîn ku bikaribe tansîyonê
daxîne, pirsgirêkê piçêk sar bike û ji bo gengeşî kirina pirsgirekê. rê veke bikeve nav pêvajoyê.
4. Berdewamîya gavên sîyasî: Di wî warî de hem tiştên ku hikumet bike hem ji tiştên ku mihalefeta Kurd bike, hene.
5. Pêkanîna reforma îdareyên heremî: Reforma îdareyên heremî ku ji alîye serokcumhur yê berê A. Necdet Sezer hatibu veto kirin, hem ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hem ji ji bo reorganîzasyonek ademî- merkezî pir girîng e.
6. Bi zimanê dayikê perwerdebuyîn: Îro ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd pirsgirêka zimanê bûye daxwazek serekê yê hemû Kurdan. Lewra ji bo qebûl kirina ew daxwazê divê hin gav werin avêtin.



Hûn pêvajoya polîtîkaya vebûna Kurd çawa dinirxînîn?

Vebûna demokratîk paradîgmaya dewletê guherand û ji bo çareser kirina pisrgirêka Kurd derî vekir. Ji bo çareser kirina pirsgirekê em ne cîhek berê da ne. Yên ku dibêjin di wî warî de qet tişt nehatîye kirin û naveroka vebûnê vala derket, rastîyê nabêjin. Ji ber pêvajoya vebûnê guherîna paradîgmaya dewletê hat pesend kirin û edî di derheqa pirsgirêka Kurd de her tişt tê gengeşî kirin.

Min we di televîzyona de ji guhdarî kir. Hûn behsa zimanek nû dikin.

Tenê bi karanîna zimane kurdî pirsgirêka Kurd çareser nabe, ango pirsgirêk ne tenê ew e.
Li tirkîyê însan nikarin bi hevra qisêbikin. Lewra zimanek dîalogê nikare were pêkanîn. Gava însan bi hevra diaxifin ji gotinên hevûdû fam nakin, bi hevra pevdiçin. Ji ber wê divê em zimanek nû biafirînîn. Gava em dibêjin “ aşitî” divê însan bawer bikin ku em nabêjin “ şer”.
Gava ji devên me pêyivoka divê “ zarok nemirin” derdikevin, divê em bi deng û tevgerên xwe nebejin gava pirsîyarên me neyên çareser kirin, emê dizanin emê çi bikin. Heman demê de divê em her tim peyivokên wek “ terorîst”, “ rêxistina terorîst”, “serokê terorîstan”, “parvekar” karnaynin. Lewra bi vê zimanê xwe em qismek însanan pêşîn red dikin û heqaretê ewanan dikin.

Bi girêdayîya ew zimanê nû, hûn gotina serokwezîr ya “ tek dewlet”, “tek netew”, “tek al” ku her tim li Kurdîstanê dubare dike, çawa dinirxînin?



Divê serokwezîr dîqat bike ku ew gotina wî çawa tê fam kirin. Lê divê em piçêk bi dilsarî ew gotinên serokwezîr binirxînin. Bi Kurd, Tirk, Ereb û Çerkezê va yek netew bûyin, çima wek tiştek ne baş tê nirxandin. Ewî Abdullah Öcalan ji dibêje. Bê ku Kurd û mafê Kurdan were înkar kirin, bi naskirina wan ji dikare yek milet pêk were.

Serokwezîr li Almanya dibêjê Asîmîlasyon sucek mirovatîyê ye û ji bo zarokên Kurda mafê perwerdebûne bi zimanê dayikê daxwaz dike. Gava Kurd ew gotinên serokwezîr bi rewwa xwe va tînîn ber hev, navberê de nakokî dibinîn.

Ez bawer dikim, serokwezîr di ew babetê de baş nehatîye agahdar kirin. Li gor dîtina min li Almanya bi tirkî perwerdebûyîna zarokên Tirkan ji bo wan tiştek ne baş e. Gava zarokên Tirk li Almanya bi sîstematîk werin asîmîle kirin, tebî ku ew dibe sucek mirovatîyê. Lê zarokên Tirkan li Almanya di bin tesîra çanda serdest de dijin, normalê ku ew demek şûnva ( piştî yek an ji dun nifşan) tirkî nizanibin. Ew ne girîng e. Di dîrokê de gelêk gelan ji ber koçberîyê an ji pêwendîyên çkulturî zimanê xwe guherandîye. Ûsa ji ziman û çandan setez çêdibe, ziman û çandek din tê afirandin. Ew taybetîyek mirovatîyê ye, bi wî hawî şarezayîyên nû tên afirandin, dinya tê guherandin, statuko tên xera kirin. Divê di wê warî de ji serbestî hebe. Gava Tirk bixwazin divê bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin, lê gava zarokên Tirk bes Almanî hîn nebin, ew nikarin di cıvata Almanyayê de serkevtî bin.


Prof. Dr. Yasin AKTAY – serokê SDE

Yasîn Aktay di sala 1990 an de ODTÛ beşa Sosyoloji qedandîye û 1997 an de doktora kirîye. Ew di sala di sala 2005 an de bû Profosorê sosyolojî ye. Birêz Aktay di navbera salên 2001 û 2004 an de li Amerîkayê zaningehên curbecur de ders daye.
Prof. Dr. Yasin AKTAY ji 1992 an virva li Zaningehê Selçuk li Konyayê bewa sosyolojîyê de mamosta ye. Ew di rojnameya Yeni Şafak de niviskar e.
Pirtukên Prof. Dr. Yasin AKTAY ku hatine wewandinê ew in:

Önce Söz Vardı: Yorumsamacılık Ûzerine Bir Deneme (1995); Postmodernizm ve İslam, Kûreselleşme ve Oryantalizm (1996); Tûrk Dininin Sosyolojik İmkânı: Alevilik ve İslam Protestanlığı (1999) Din Sosyolojisi (1998); Modern Tûrkiye’de Siyasi Dûşûnce: İslamcılık (2004); Kûresel Kentleşme: Konya Örneği (2006). Korku ve İktidar: Kompyo Ûretkimi ve elit Tahakkûmû (2010); Tûrk Sosyolojisinin Tarihine Eleştirel bir Katkı (Kûre 2010); Tarihbozumu: Tarih sosyolojisi ve tarih bilinci (2010); Tûrkiye’de Ortak bir Kimlik olarak Ötekilik (2010).
Halen Yeni Şafak Gazetesinde de köşe yazısı yazan Aktay, aynı zamanda Stratejik Dûşûnce Enstitûsû’nûn de başkanlığını yûrûtmektedir.