Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : Okçuoglu: PKK şaxê Ergenekonê yê Kurdistanê ye
 
Okçuoglu: PKK şaxê Ergenekonê yê Kurdistanê ye
2009-06-23 15:28
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rewşenbîr û avûqatê naskirî (ku wek avûqatê Abdullah Ocalanî yê pêşî jî tê naskirin) Ahmet Zekî Okçuogluyî di derbarê PKKyê û serokê wê Abdullah Ocalanî de îdeayên balkêş kirin.
Li gora nûçeya rojnameya tirkî Vakîtê ku duhî belav kiriye, Okçûoglu dibêje ku PKK şaxê Ergenekonê yê Kurdistanê ye, ew li ser navê kurdan hatiye avakirin ku daweya miletê kurd têk bibe. Okçuoglu îdea dike ku biryara PKKyê ya di kongreya 2004an de ku bêşer d û şirûd şerrawestandinê jî li ser biryara Ergenekonê hatiye xerakirin û Mahmut Şakar di deqîqeya dawiyê şandine Qandîlê û wî mesaja Abdullah Ocalanî ji kongreyê re pêşkêş kiriye û ew biryara Kongreyê badilhewa biriye. Ew dibêje ku Mahmut Şakar têkiliya di navbera PKK û Ergenekonê de durist dike û demekê hatiye fikirandin ku Şakar bibe ew zilam ku piştî Ocalanî bibe serokê PKKyê.
Ahmet Zekî Okçuoglu vê îdeaya xwe bi vê yekî xurttir dike ku dema ew li Hewlêrê bûye, yekî berpirsiyarê bilind yê PKKyê ku ji nav wan reviya ye û ji wî re gotiye ku Mahmut Şakar bi lezûbez hatiye Qandîlê û piştî biryara PKKyê feşkilandiye jî wî vidoyên kongrayê teva xwe biriye û di deriyê Gulbulakê yê Dogubeyazitê re derbasî Tirkiyeyê bûye. Di derbasbûna deriyî re jî hêzên dewletê ew xistiye nezaretê û wî ew vîdeo teslîmî berpirsiyarên Ergenekonê kiriye û dû re serbest hatiye berdan.
Okçûoglu dibêje ku li ser vê yekê PKKyê di hezîrana 2004an de çareke din dest bi şerî kir û çalekiyên Oramar û Aktutunê jî bi destê rgenekonê hate kirin. Ew bi berdewamî dibêje ku heger hûn dixwazin pKKyê rawestînin, divê hûn berê JÎTEMÊ ji orteyê rakin. Ji ber ku şerawestandina PKKyê nayê hesabê Ergenekonê.
Okçuoglu qala hevdîtinên xwe û Ocalanî jî dike û weha îdea dike ku Ocalanî nexwestiye ew tu parastinê ji bo wî hazir bikin û Ocalanî gotiye ku ji xwe mahkeme formalîte ye û wan li hev kiriye û di hundir de her tiştî diaxifin. Li ser pirsa Okçuogluyî ku ew ê wî daliqînin yan na? jî Ocalan dibêje ku yek hatiye û bi wî re peyiviye û wî şexsî gotiye ku ew pênc kes bi rewşa Ocalanî dizanin û heger ew li gora daxwazên wan tev bigere, ew ê wî îdam nekin û Ocalanî jî di wê çerçeweya ku wan ji wî re diyar kiriye parastina xwe hazir kiriye û ji wê demê û vir de li gora wan tev geriyaye. Okçuoglu dibêje ku Ocalanî ji wan re gotiye ku bila tu kes wê daweyê li wî nekin ku ew li dijî dewletê parastinê bike.