Skip Navigation Links
Kurdî » Spor : Swêd: Jiloan Hamad- lehîstokvanê kurd derbasî tîma elmanî, Hoffenheim, bû.
 
Swêd: Jiloan Hamad- lehîstokvanê kurd derbasî tîma elmanî, Hoffenheim, bû.
2013-10-30 16:05
MediaKurd > info@mediakurd.com
Swêd, 30/10-2013- Lehîstokvanê kurd yê zîrek yê fotbolê, Jiloan Hamad (22), dê di tîma elmanî, Hoffenheim de bilihêzê.

J.Hamad îro di hevpeyvîneke xwe de eşkere kir ku wî û tîma elmanî, Hoffenheim li hev kirine.

Hamad li ser vê lihevkirinê weha dibêje:
-Hoffenheim baweriyeke xurt bi min heye!

J.Hamad dê pştî serê sala 2014-an di tîma xwe ya nû Hoffenheim de bilehîze.

Jiloan Hamad ji malbateke kurd ya başûrê Kurdistanê ye û li Swêdê dimîne.

Wî li Swêdê, ewilê di tîma Orebro, piştre ya BK Forward lehîst.

Gava ew bû som 17 salî, derbasî tîma navdeng ya ewil (allsvenksa) Malmo FF bû.

Di dema lehîstoka wî di Malmo FF de , vê tîmê du caran xelata zêrîn ya liga Swêd bir.
Cara dawiyê îsal, van rojan bû.

Jiloan Hamad, salên dawiyê bûbû kaptanê tîma Mamo FF-ê. Ew kehîstokvanek zîrek e.
Di Malmo FF de jimareya 10-an diwergirt.

Keda Jiloan Hamad taybetî bi lehîstoka xwe ya hicûm û alîkarîkirina pasan (asista golan) di tîma Malmo FF gelek xuyaye ku ew yek ji lehîstokvanê girîng bû ku wisa kir ku
tîma Malmo FF xelata zêrîn sala 2010-an taybetî îsal wergirt.

Ji bo zêdetir, vir bitikîne:

Jêder: Fotbollskanalen.se