Skip Navigation Links
Kurdî » Spor : Zlatan xelata goka zêrîn ya Swêd wergirt
 
Zlatan xelata goka zêrîn ya Swêd wergirt
2013-11-13 16:37
MediaKurd > info@mediakurd.com
13/11-2013, Stockholm- Lehîstokvanê gokê yê Swêd Zlatan Ibrahimovic, xelata herî mezin ya Swêd, xelata "Goka zêrîn (Guldbollen) wergirt.

Zlatan, vaye cara 8-emin e ku vê xelatê werdigire.

Zlatan Ibrahimovic, eslê xwe ji Bosnia-Hercegovina ye.
Dayika wî kroatî û bavê wî misilmanekî jo Bosniya ye.
Lê ew ji biçûktahiya xwe de li Swêd mezin bûye.

Zlatan Ibrahimovic bûye lehîstokvanekî ji yên herî bi nav û deng li dinê.

Ew niha di tîma Paris Saint Germain, PSG (Fransa) de dilehîze.

Zlatan Ibrahimovic berê di tîmên: Ajax (Hollanda), Inter-Juventus-Milan (Italya) û ya Barcelona (Ispanya) de lehîstiye.

Zilatan di kîjan tîmê de lehîstiye, ew tîm bûye şampiyonê wî welatî.

Herweha Zlatan Ibrahimovic bi golkirina xwe gelek navdar e.

Ew gelek caran bûye lehîsktokvanê herî golker yê wî welatê ku ew li wir lehîstiye, taybetî li Îtalyayê û sala borî jî li Fransayê.

Fermo temaşeyî vê gola Zlatan ya taybet pêşberî Ingiltereyê bikin:

Video-Gola herî taybet ya Zlatan