Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : Hevpeyvîn bi nivîskarê kurd Elî Fikrî Işik re
 
Hevpeyvîn bi nivîskarê kurd Elî Fikrî Işik re
2009-07-10 09:14
MediaKurd > info@mediakurd.com

2009-04-25 22 :20
-------------------------------------------------
Hevpeyvina Serwexte bi niviskarê kurd, Elî Fikrî Işik re
Malpera me Serwextê xwe gîhanad brêz Elî Fikrî Işikî ku ew însiyatîfgirê konferansên bi navê ”Di edebiyata kurdî de çîrokên Enwer Karahanî û çîroknivîskariya wî” bû û me pirsî, wî jî bersivên me dan:
Serwext: Kekê Elî, em wek malpera Serwextê dixwazin ji destpêkê de cenabê te pîroz bikin ku te însiyatîfeke bi vî rengî wergirt û we rêzeke konferansên edebî li dar xistin.
Elî Fikrî Işik: Gelekî sipas.
Serwext: Ka tu dikarî ji kerema xwe re qala çîroka van konferansan bikî; ev fikir ji ku derket?
Elî Fikrî Işik: Çîroka van konferansan bi qandî ecêbiya ku din hin çîrokên Enwer Karahanî de ecêb e.
Serwext: Çawa yanî?
Elî Fikrî Işik: Di Çîrokên Karahanî de ji nişka ve tişt diqewimin. Mirov dibêje qey ew nehatine plankirin, yan jî bi mirovî weha tê. Çîroka van konferansên me jî tiştekî weha bû. Divê ez mikur werim ku gava min pêşniyareke weha ji Enwer Karahanî re bir, tu haziriyeke min tune bû. Bi tenê di serê min de ev fikir derbas bûbû û min jî ew neqlî wî kir. Wî jî bêteredud pêşniyara min qebûl kir. Bi qebûlkirina vê pêşniyarê re, ev çîrok bû mîna macereyeke ku rotaya wê ne diyar be û mirov nizanibe ew ê mirovî ber bi kîjan qonaxê ve bibe. Eynî mîna metneke edebî ku mirov xwe di nav pirseke bersiva wê tevlihev be bibîne û mirov bi destpelînkê li rêyekê bigere, li min jî weha hat. Di seriyê pêşiyê de min nizanîbû ku ew qas tişt dê ji me re lazim bibin. Hema mîna ku mirov henekekê bike, lê piştî em bi ser rêyê ketin; min dît ku divê em cîh pêde bikin, divê em panelîstan pêde bikin, divê em fînansmanê pêde bikin, divê em afîşan çêbikin, divê em dawetnameyan bişînin, em mediyayê pê bihisînin, em beşdariya însên pêk bînin... Ev tişt nehatibûn plankirin û piştî em bi ser rêyê ketin, ew tişt yek bi yek bûn problem û derket pêşberî me.
Serwext: Te berê qet karekeî weha nekiribû? Te nizanîbû ku ji karên weha re organîze divê?
Elî Fikrî Işik: Min zanîbû ku organîze jê re divê, li min ew qasî hesab nekiribû ku pirsgirêkên mezin dê ji me re derkevin. Ev ji bo min tiştekî nuh bû; ya rastî ne ji bo min tenê, ji bo nivîskêr, ji bo edebiyata kurdî, ji bo hin panelîstên ku bi me re meşiyan û ji bo beşdaran jî. Ev destpêkek bû û destpêkek baş bû. Ji bo me bû tecrubeyeke hêja ku di rojê pêş de rêya me hêsantir ronî bibe. Gava me mijarên sereke û naveroka konferansê tesbît kir, ez li wê yekê geriyam ku kesên li ser çîrokên Karahanî biaxifin divê çîrokên wî xwendibin û di derheqê nivîskariya wî de xwediyê agahdariyên baş bin. Ji ber ku gelek caran zahmet e mirov ji çîrokên wî fahm bike. Di vê çerçeweyê de min xebatek kir û li gora xwe hin nav tesbît kirin. Ji wan navên ku min destnîşan kiribûn jî (mala wan ava) kesî ez neşikenandim û wan haziriyeke baş ji bo konferansan kir.
Serwext: Kî bû, ew ên ku bûn axêverên van konferansan?
Elî Fikrî Işik: Ji bo konferansa Stenbûlê Muhsîn Kizilkaya, Hesenê Dewrêş, Salihê Kevirbirî, Aylîn Unek û ez bûm. Me li gora çîrokên Karahanî mijar tesbît kirin û hevalên min jî li gorî wê haziriyek kir. Ji bo Konferansa Diyarbekir û Mêrdînê jî Berken Beren li beşdariyê zêde bû. Hazirî û keda van hevalan li hêlekê, lê ji bo Aylîn xanimê me haziriyeke dinê kir. Ji ber ku ew tirk e û bi kurdî nizane, me şeş çîrokên Karahanî wergerand tirkî ku ew bikare bi berfirehî di derbarê çîrokên wî de bibe xwedî fikrekê.
Serwext: Ma wê berê çîrokên Karahanî nexwendibûn?
Elî Fikrî Işik: Min jê re xwendibûn û bi devkî wergerandibûn. Ev yeka hanê jî bûbû sebeb ku ew hîna bêtir çîrokên Karahanî meraq bike û gava me ew çîrok wergerandin û wê xebatek li ser wan kir, me dît ku wê di demeke kin de analîzên balkêş li ser çîrokên wî kirin û xebateke akademîk û berfireh amade kir. Wê ev yeka hanê jî ji ber hezkirina ji kurdan û pişikdariya edebiyata kurdî dikir.
Serwext: Em dizanin ku we konferansa li Stenbûlê, li Unîversîteya Bîlgiyê çêkir. Gelo ev hilbijartineke bi teybet bû? Wan çawa qebûl kir ku konferanseke li ser edebiyata kurdî li wê derê li dar bikeve?
Elî Fikrî Işik: Ya rastî em berê li hin alternatîfên din geriyan. Dû re ez fikirîm ku divê çîrokên Karahanî li mekanekî xwedî referens bên şîrovekirin da bi şêweyeke akademîk bên naskirin û ji wê derê dengê wan li hezkiriyên edebiyatê belav bibe. Di bin bandora wan fikran de ket bîra min ku berê li vê Unîversîteyê konferanseke bi navê Mehmet Uzunî li dar ketibû û min li ser wê yekê têkilî bi Murat Belgeyî re danî. Wî jî bi germahî bêşwaziya vê teklîfa min kir û ez hewaleyî Suha Oguzertemî kirim. Suha begî jî bi heman germahiyê deriyê xwe ji me re vekir û alîkariya bidestxistina salonekê li Unîversîteya Bîlgiyê ji me re kir. Ev konferansa ku bi vê çerçeweyê, ji bo wan jî destpêkeke nuh bû. Ji ber ku heta bi niha di edebiyata kurdî de, bi vê kapasîte û formatê komcivînek çênebû ye.
Serwext: Gelo eleqeya xwendevanan çawa bû? Beşdarî hebû, yan jî ew tiştên ku we dixwest, we bi destî xist?
Elî Fikrî Işik: Bi rastî jî eleqeyeke mezin hebû. Salon hema hema tije bû. Vê girseyê kêfa Unîversîteya Bîlgiyê jî anî û ew yeka hanê bû referenseke baş ku ji bo pêşerojê jî em bikarin çalekiyên bi vî rengî bi hevkariya Unîversîteya Bîlgiyê saz bikin. Di netîceya konferansê de ya ciyê kêfxweşiyê ew bû ku birêvebirên Unîversîteyê pêşniyarî me kir ku em bi awayekî peryodîk komcivînên weha li dar bixin.
Serwext: Zimanê pêşkêşî û birêvebirina konferansê bi kîjan zimanî bû?
Elî Fikrî Işik: Zimanê wê bi kurdî bû, lê ji ber ku hin beşdarên tirkîzan hebûn, (Jale Parla, Suha Oguzertem û hin beşdar û şagirtên Unîversîteyê) me di beşê pêşî de naveroka axaftinan wergerand kurdî jî, lê di beşê duduyan de êdî me ew yeka hanê ji bîr kir û konferansa me xwerû bi kurdî dewam kir. Ji xwe Aylîn xanimê axaftina xwe bi tikî kiribû. Bi vî awayî, me balansek çêkirê.
Serwext: Baş e, heger em qala civîna li Diyarbekirê bikin; tu dê ji me re çi bibêjî? Heman eleqe li wê derê jî hebû?
Elî Fikrî Işik: Hûn bi rastî bixwazin, tiştên ku min ji Diyarbekirê hêvî dikir pêk nehat. Teva ku potansiyeleke mezin ya nivîskar û xwendevanên edebiyatê li wê derê heye, teva min hêvî dikir ku li cîhê bîranînên wan metnên Karahanî ku xurtî û çavkaniyên xwe ji wî erdî wergirtine û asta çîrokên wî derxistiye ciyê herî bilind ku min dixwest em bi erbabên vî karî re fikrên xwe par ve bikin jî, lê weha derneket. Min li wir fahm kir ku hîna jî hêza mirovî ya edebî li gora fikrên wan ên siyasî tê nirxandin. Îroj Diyarbekir bûye merkezeke nivîs û edebiyata kurdî û ev yaka hanê hêviya mirovî gelekî xurt dike, lê min li wê derê dît ku hîna jî bandora siyasetê dikara pê li hêza huner û edebiyatê bike. Ji ber wê jî ji dêvla em qîma xwe bi hîviyê bînin, me qîma xwe bi rastiyê anî. Teva vê bêeleqebûna nivîskarên Diyarbekirê jî ez ji performansa civînê gelekî memnûn mam. Min fahm kir ku siyasetê hîna jî biryara xwe nedaye bê ew ê têkiliya xwe û edebiyatê çawa saz bike, ew hîna jî ji çalekiyên edebiyatê fikaran dikin.
Serwext: Qesda te ew e ku li hemberî organîzasiyona we helwêsteke siyasî hebû? Yan jî kampanyayek hat li dar xistin?

Elî Fikrî Işik: Ya rastî gotina ”kampanya” dê ne di cîh de be. Lê di derbarê edebiyatê û çalekiyên wê de nezaniyek heye. Ev nezanî jî pir bi hêsanî bandora xwe li ser hin kesên din jî dike. Ez vê yekê di nebeşdarbûna nivîskaran ya ji bo konferansê de dibînim.
Serwext: Ma qet nivîskar beşdarî civînê nebûn?
Elî Fikrî Işik: Belê, beşdar bûn. Lorîn, Arjen Arî, Lal Laleş, Edîp Polat û Remezan Pertew wek nivîskarên ku li Diyarbekirê rûdinin, hebûn. Ji xêndî wan jî gelek siyasetmedar û rewşenbîr hebûn û bi vê minasebetê ez dixwazin sipasî wan bikim ku wan em bi tenê nehiştin.
Serwext: Baş e, heman tişt li Mêrdîn jî çêbûn?
Elî Fikrî Işik: Li Mêrdînê jî bi awayekî dinê bû. Dîsa gijgijeke di bin re hebû û ji xwe êdî ew ne xema me bû. Ji ber ku li Mêrdînê hewayeke dinê hebû. Ji seeta pêşî de ku me gava xwe avêt Mêrdînê, em ketin bi bandora bayê dîrokê, edebiyatê di mirûzê Cafeya Leylanê de silaveke germ li me kir û dengên zimanê kevirên şehkirî ketin guhên me. Henûnî û devlikeniya Tehsînî (xwediyê Cafeya Leylanê), himbêzkirina dostên kevnare, xalîçeyên li dîwaran û motîvên efsûnî yên dêr û mizgeftan mizgîniya rojeke edebî da me.
Serwext: Weha xuya ye ku hûn ji Mêrdînê razî mane?
Elî Fikrî Işik: Erê. Li Mêrdînê, bi rastî jî me efsûniya çîrokên Enwer Karahanî bi erbabên edebiyatê re par ve kir. Me şansek bi destî xist ku em Çiya Mazî û Îrfan Amîda nas bikin. Li Mêrdînê samîmiyet û henûnî hebû. Em bi hev re di bin hênkahiya qaba qesra Cafe Leylanê de bûn mêvanê Ehmedê Xanî , Mîr Celadetî û helbet yê Hesenê Dewrêşî ku wî mazûbaniyeke bêhempa ji me re kir. Dengê lehengên çîrokên Karahanî ji şîroveyên Berken Berehî di himbêza Erdobayê de olan da û ew gîhaşt heta bi Darê û Amûdê; hewara xwe gîhandin Tûrcelê li bedena Diyarbekirê bûn şahidê çavsoriya qesasên xwe.
Serwext: Çima Enwer Karahan?
Elî Fikrî Işik: Di çîrokên Karahanî de asta fikrê ji asta zanistê berfirehtir e. Heger em ji vê tesbîtê hereket bikin, em ê bibînin ku çîrokên wî li deriyê felsefeya kurdî dixe. Gava em qala vekirina deriyê felsefeyê dikin jî malzemeyên xurt li ber destî heye ku yek ji wan çîrokan ”Mêlava Seydoyî” ye. Di vê çîrokê de fikir ew qasî di pêşiya zanistê de ye ku ew hemû wext û mekanan li hêlekê dihêle û me derdixe asoyekî nedîtbar. Ev aso jî karekterê zimanî yê li derveyî wext û zemanan e. Ev têgeh jî têgeheke gelekî giring e ku zimanek kerekterê xwe yê derveyî wextan ava neke, ew nikare bibe zimanê felsefeyê. Weke tê zanîn jî zimanê felsefeyê zimanekî nedîtbar e. Di vê çîrokê de û di hin çîrokên din de jî zemanên vegotina di çîrokan de ne sabît e. Wext, zeman, bûyer û ziman bi hev re dimeşin. Tiştek li ciyê xwe nasekine. Ev zeman him li jor e û him jî li jêr e; di navbera erd û ezmên de dihere û tê. Di çîrokan de gûmanên nixumandî hene ku ev jî me ber bi daxwaz û dîzayneke dîrokî ve dibe. Ev hêla çîrokan jî xwe dide îspatkirin ku ew mîna modernîzmekê derdikeve pêş me, lê di eslê xwe de ew ji vê perspektîfa modernîzmê bi şik e.
Mirov pir bi rehetî dikare bibêje ku Karahanî di çîroknivîskariya xwe de, ji xwe re gramera xwe ava kiriye. Ev gramer ne ku bi serê xwe manitq e, di heman demê de pîsîkolojî ye jî. Heeger em bi kinayî bibêjin; Karahan di çîrokên xwe de ne bi tenê edebiyatê diafirîne, ew di heman demê de felsefe û pîsîkolojiyê jî destnîşanî me dike; bi gotineke dinê, ez weha dixwînim.
Serwext: Kekê Elî Fikrî, hûn dikfikirin ku çalekiyên bi vî rengî berdewam bikin, yan na?
Elî Fikrî Işik: Helbet em difikirin. Ji ber ku ev ji bo me bû destpêkeke gelekî baş. Lê di binyeye Unîversîteya Bîlgiyê de çalekiyên ku em ê karibin bikin, vê gavê taqwîma wan tije bûye. Heta bi payizî. Em ê wê gavê dîsa dest pê bikin, lê ji bilî wê, li gora derfetan em ê car caran derkevin pêşberrî hezkiriyên edebiyatê.
Serwext: Kekê Elî, gelo mexseda lidarxistina konferansên bi navê ”Di edebiyata kurdî de çîrokên Enwer Karahanî û çîroknivîskariya wî” çi bû?
Elî Fikrî Işik: Armanca sereke ew bû ku em bidin îspatkirin û bidin nîşandan ku edebiyata kurdî di hinavên xwe de gîhaştiye qonaxake diyar û ev metnên nivîskî bi asta xwe ya hunerî û edebî ne kêmî metnên edebiyata cîhanî ye û karwanê rêwîtiya bipêşdexistina wêjeka kurdî bi ser rêya ketiye.
Di vê rêwîtiyê de, me li hemberî van metnan şîdeteke ji derî edetê bi kar anî. Me di şexsiyeta çîrokên Karahanî de metnên edebiyata kurdî û ya gerdûnî beramberî hevdu kir. Me di analîzên xwe de bi krîterên edebiyata dinyayê êrîşî van metnan kir û me doza şîdeta êrîşên xwe sipart hêza teorî û felsefeya Ronald Barthez, Umberto Eko, Juliya Kristava, Pol De Man, Alaxsander Fry, Teryy Egleton û me ew li qada edebiyatê kirin mijara hedefa tîrên xwe yên akademîk; lê di netîceya her şîrove û analîza me de, ev metnên Karahanî li hemberî êrîşên me yên jiderîadetê cut sekinîn û bi serfirazî xwe li peravên deryayên edebiyata gerdûnî qewimandin. Di netîceyê de me dît ku ev çîrokên Karahanî di asta edebiyata dinyayê de ye. Ev yeke hanê di hemû perfonmansa minaqaşeyên hersê konferansan de (Stenûl, Diyarbekir û Mêrdîn) diyar bû. Ev hêla çîrokan ya gerdûnî û edebî bû, lê ji hêla dinê ve me dît ku her hevokeke di van metnan de, him xwedî gotin, him xwedî wate û him xwedî şexsiyeteke manewî ye. Bi kinayî, me di hersê konferansan de jî xwe li metnên Karahanî ceriband, lê ew di her carê de li hemberî me dîk sekinîn û serê xwe ji ber me netewand, loma jî em him ji perfonmansa xwe û hin jî ji berxwedana metnên Karahanî razî man.
Serwext: Kekê Elî, em gelekî sipasî te dikin ku te wexta xwe ji me re veqetand û xwendevanên me ji van fikrên xwe yên hêja bêpar nehişt.
Elî Fikrî Işik: Ez jî gelekî sipasî we dikim ku we ev derfet ji me re çêkirin.