|
Cankurd: Şaha kurd Deyfe xatûn (Lêkolînek dîrokî) |
|
2010-03-31 16:08 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Dewleta Eyûbî di sedsala duwanzdehê Zayînî de
(Rengên zer û purteqalî)
Paş koçkirina sultanê serkeftî, Yûsif kurê Necmiddîn Eyûb kurê Şadî yê, ku bi "Selahdînê Eyûbî" navdar e, di sala 588 koçî de, şahdariya wî ya, ku welatên Şam (Sûriye, Lubnan, Flistîn û Urdun), Misir, Sûdan, Hîcaz, û Yemen, tev parek mezina Kurdistanê girtibû, di navbera pênc kurên wî û birayê wî de hat parvekirin. Birayê wî bi Şahê Dadmend "Elmelîk Eladêl" navdar e.
Keleha Qahîre, ku ji şopên Eyûbiyan e
Di dewleta Eyûbî de hinde xatûnên Kurd ên pir bi nav û deng di dûroka musilmanan de hene, bi çand û zanîn û wêjevanî û bi destboliya xwe di her warekî qenciyê de hatîne nasîn û dûroknasên musilmanan pesna wan di gelek pirtûkan de didin. Ji wan herdu xûşkên sultanê serkeftî, Selahdînê Eyûbî, yek bi Rebîe" xatûn û ya dî bi Zumurrud xatûn hatibûn navkirin. Feqiya navdar Şemsilmiluk xatûn, padişaha Hemayê Xaziye xatûn, padişaha Misirê Şeceretudurr, ku di dûrokê de bi sultana Ereb û Eceman hatibû navkirin, û padişaha Helebê, Deyfe xatûn.
Deyfe xatûn a ku em di vir de li ser wê dipeyivin, dota "qîza" Şahê Dadmend e, biraziya Selahdîn e.
Bavê wê mirovekî mucahîd, dilfireh û destbol bû. Di sala xelê "bircîbûna giştî" de li Misirê pir pere li nav gel belav kirin, bi birayê xwe re çû bû pir cengan û wek qehremanekî hatibû naskirin. Pir hajê xwarin û saxiya xwe dikir, lê ji ber ku wî gelek şîrone dixwar, nexweşiyên wî jî hebûn. Dema beharê ji ber kulîlkan difna wî diêşa. Ji Şamê diçû Misirê û paş beharê vedigeriya. Roja koçkirina wî di 75 saliyê de bû, ne kêmtir ji 300.000 mirov bi pey darbesta wî ketibûn. Li şûn xwe şanzdeh kur hêlan, ji wan:
-Şahê Misirê (Elkamêl)
-Şahê Şamê (Eleşref)
-Şahê Cizrê û bakurê Sûriyê (Elsalêh)
-Şahê Ruhayê (Elmuzzeffer)
-Şahê keleha Cihberê (Elhafêz)…
Ji dotên wî jî:
-Deyfe xatûn
-Xaziye xatûn
-Zehre xatûn
-Melîke xatûn
-Muinîse (Ismetudîn) xatûn…
Deyfe xatûn sala 1186 z.li keleha Helebê ji dayîk bûye. Keleha Helebê di dest ê bavê wê de bû, pişt re sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî keleh ji dest birayê xwe girt û da dest kurê xwe Elmelîk Elzahêr. Deyfe xatûn ji kurê xwe re Elmelîk Elzahêr xwast û anî. Ji Deyfe xatûn re (Elsitrilaa"lî) digotin, weku paşê li ba Osmaniyan jî (Elbabulaa"lî) pêda bûye.
Ev kurê Selahdîn mirovekî çeleng û jîr û jêhatî bû. Di navbera apê xwe Elmelîk Eladêl û şahên herêm û kelehên dî de lîstikek diplomatî ya mezin dilîst. Hem apê wî û hem jî wan şahan ew ji xwe re wek alîgek "alîkarek" an navberekî çalak didîtin.
Lê berî wê yekê, Xaziye xatûn, xûşka Deyfe xatûnê, li padişahê Helebê hatibû markirin. Paşku wê koç kir diyarê rehmetê, Deyfe xatûn a 25 salî ji wî re anîn. Hîngê bûk li ba bavê xwe bû, li Misirê. Elmelîk Elzahêr ji Helebê çû Şamê bo silaviya bûka xwe bike. Qelenê wê 50.000 Dînarên zêrîn bû, cihêzê wê jî barê 300 deve û 50 qantiran bû. Elmelîk Elzahêr 5 gerdenên durreyan şeva derbasbûnê bi histoyê wê xistin, ku bihayê wan 350.000 Dirhem bû. Ew dewat û bûkanîna wilo bi nav û deng sala 1212ê Z. bû.
Kela Helebê
Paş salekê kurê wê Elmelîk Elezîz ji dayik bû. Teviya Helebê du mehan di xemlê de ma, xewanên xwarinê li her qedek bajêr roj bi roj dihatin danîn. Şayîyek mezin û demdirêj çêbû, pir zêr û zîv, yaqût û durre bi kurik xistin.
Paşku mêrê wê Elmelik Elzahêr 30 salî deselatdarî kir, sala 1216ê nexweşiya wî xort bû, peyrew û serleşkerêd xwe li dora xwe civandin, ku ji kurê wî re dilsoziya xwe sond bixun. Di nav wan de bavpîrê zarokê wî yê sê salî Elmelîk Elfadêl û xalê wî Elemlîk Eleşref jî hebûn.
Gava Elmelîk Elzahêr koç kiriye diyarê rehmetê, termê wî bi dizî hatiye veşartin, û ta roja îro kes nizane gora wî padişahî li kîderê ye. Wî malbatek mezin ji bira, biraziyan, kur û neviyan li şûn xwe hêşt, ne kêmtir ji 150 kesan. Xelkê bajêr gelek ji wî razî bûn, û bi taybet ji ber ku wî kenalek pir hêja û kirêckirî ji dûr ve bo anîna avê ji Helebê re kêşa bû.
Paş du salan, di sala 1218ê de bavê Deyfe xatûnê jî, Elmelîk Elaadêl çû diyarê rehmetê. Ew li ser rêya Şamê mir. Birayê Deyfe xatûnê, Elemlîk Elkamêl ciyê bavê xwe girt, navê xwe û yê xarziyê xwe Elmelîk Elezîz li ser pereyên Helebê da neqişandinê.
Pereyên Selahdîn Eyûbî, sala 586 hicrî, ku li ser aliyekî stêrka pêxember Dawûd heye
Di dema Elmelîk Elkamêl de peymanek di navbera wî û Xaçperestan de hat morkirin, û bi wê yekê Quds a, ku apê wî sultanê serkeftî Elnasêr Selahdîn ê Eyûbî û bavê wî Elmelîk Elaadêl bi darê zorê û paş gelek cengan vekirine, carek dî ket destê Xaçperestan, tenha camiya Eleqsa û zinarê Mîîracê di destê musilmanan de ma. Paş mirina wî, sira Deyfe xatûnê di deselatdariya Helebê de hat.
Kurê wê Elmelîk Elezîz bû şahê Helebê. Dema ew bûye padişah hîn 17 salî bû. Ew bi zûkî bû bavê kurekî bi navê "Selahdînê duwemîn". Kar û barê deselatdariya xwe baş kir, dêrîna "mulkê" xwe ji dest Etabegan stand û destê wan ji ser xwe rakir. Mixabin, di 24 saliya xwe de, paş 7 salan ji padişahiyê, di sala 1236ê de koç kir diyarê dilovaniyê. Lê belê berî mirinê peyrew û merivên xwe dan sondkirinê, ku wê kurê wî, Selahdînê duwemîn, bibe padişahê wan li Helebê.
Paşku kurê wê jî koç kir diyarê rehmetê, neviyê wî yê, ku mafê şahanî bo wî hebû, hîn heft salî bû. Ji ber vê yekê Deyfe xatûn a, ku hîngê bûbû 50 salî, kirin padişaha Helebê, ta lawik mezin dibe.
Deyfe xatûnê deselatdariya Helebê û derdora wê şeş salan kir. Rêformek diravî û zanyarî xiste sîstema xûkê "pacê". Rêzgirtin û giranbihayî li hember zanyarên olî û dinyayî da xuyakirin, û ji ber ku ew hozanvaneka jêhatî bû, wê gelek pere li dibistanan rijandin, û du zankoyên bi navê xangeh "xwendegeh" li Helebê li taxa Ferafîre, ku bi navên Elnasîriye û Fîrdews berî niha bi 800 sal ava kirin, û jê re hoste, feqe û zanayên bi nav û deng civandin. Ji xwe di dewleta Eyûbiyan de ciyê zanayan, hosteyên dibistanan, zankowan û camiyên, ku têde îzan û zanîn dihatin belavkirin, pir bilind bû.
Di wan 6 salan de, têkiliyên xwe yên diplomatî bi padişahên Hema, Hums, Şam û Kurdistanê re xort kirin. Bi taybet li gel padişahên Kurd û Selcûqiyan re, bi Elmelîk Elmuzzeffer, Elmucahêd, Eleşref û Keyxisro re giha bû peymanin nivisandî ji bo alîkarîkirina hev di têkoşîna li hember Xaçperestan, Xewarizmiyan û hêrişkerên Mongolî de. Deyfe xatûnê şeş salan bê westan têkoşîn û xebatek wêrek li hember hêrişkaran kir. Temenê dewleta Ayûbiyan bi jîrbûna xwe dirêjtir kir.
Hem li ser pereyên Elmelîk Elaadil û hem jî li ser yên Selahdîn wêneyan jinan hebûn
Di sala 1219ê Z. de, Mongolan bi serkêşiya Cengîz Xan hêrişa xwe ya xwînî bi ser Buxara û Semerqendê de anîn, qirkirinên kesnedîtî û kesnebihîstî di rê de kirin, bajêrên musilmanan wêran kirin, li hezaran xangeh, camî û dibistan, tev li pirtûk û zanayan sotandin, talanek hovbaz a ku di dûroka mirovatiyê de ta niha li ser zimanan wek bê wekanî tê dîtin. Di wê demê de hemî mîrnişîn û xudan keleh lerizîn û kabêd mêr û qehremanan sist bûn. Lê belê Deyfe xatûnê seriyê xwe li ber wa lehiya agirî neçemand.
Sala 1226ê Z. Cengîz Xan geber bû, piçekî hêrişên Mongolan kêm û jar bûn, lê paş 4 salan dîsa bi harbûnek bê wekanî di bin alayên Sarûxan, Kîşloxan û Berdîxan de, hêriş û talan anîn ser dewleta Xuwarizman, ew kavil kirin û berê xwe dan ya Selcûqiyan jî…Wek agirekî bi zeviyên havînê keve, wilo Mongol ber bi rojava ve hatin.
Dema Mongol gihane ava Ferêt, kela Cihberê tar û mar kirin, xelkê wê qirkirin û tirs xistin hinava gelên herêmê. Leşkerê Deyfe xatûnê belav bûbû, hinek çû bûn alîkariya keleha Cihberê, hinek jî çû bûn kelehên Şîrez û Harimê. Mongolan bi asanî rêya xwe ber bi Helebê ve gudandin.
Mîrê Ereban Elî Bin Hedîse, ku neyartiya Kurdan dikir, bû alîgê Mongolên, ku li wan derdoran bi 12000 suwar û peya bûn. Wilo hejmara wan hîn mestir û bi hêztir bû. Li hember wan Elmelîk Elmu"azzem Tûranşah ê Eyûbî bi leşkerekî ji 1500 kesan li derveyî keleha Helebê çavrêya wan dikir. Sala 1240 Z. bû, hîngê pevçûnek xwînî ya mezin û demdirêj çê bû, Mongol û Ereban tevî ku deh caran ji Kurd û Helebiyan pirtir bûn, nema dikarîn xwe ragirin, ji qada cengê bazdan û reviyan. Lê mîrê ereb ê xiniz Elî Bin Hedîse ji nişka ve û ji paş ve hêriş ser leşkerê Helebê kir û xwe gihand Tûranşahê ku gelek birîndar bûbû, ew û birayê wî Nusretuddîn girtin û piraniya leşkerê wî mehfkirin, du şehzadeyên kurd, kurê Elmelîk Elfadêl û yê Elmelîk Elzaher û hinek mezinên bajêr di nav wan de bûn.
Di Helebê de tenha 200 suwar man. Serkêşên wan Şehzad Şemsiddîn Lolo û Izziddîn Mecla bûn. Herdu şehzadeyên wêrek bi wan suwaran bi fermana Deyfe xatûnê ji bajêr derdiketin û li hîşta kelehê nûçeyên neyaran dicivandin, fermanên Deyfe xatûnê bo gundiyan belav dikirin, ji xelkê dixwastin, ku bên Helebê, xwe di kelehê de bi cih bikin, da xwe ji qirkirin, talan û hovîtiya Mongolan biparizin. Carcaran jî bi Mongolan re diketin ceng û pevçûnên xwînî. Mongolan li Çiyayê Lêlûn, Ezazê, Babê, Bizae", Munbicê û bajarokên dî yên li nêzîka Helebê tev wêran kirin, gel qirkirin, namûsa jin û keçên ku xwe di camiyan de veşartine di wan camiyan de şikandin û gelek ji wan destegîr kirin, bi xwe re birin. Tê gotin, ku zarokên şîrmij ji hembêza dayikan davêtin û paşku namûsa dayikan dişkandin, ew şîrmij dikuştin û dayik li pey xwe dixuşandin dibirin an jî dikuştin.
Keleha Selahdîn li Sînayê
Nûçeya şikestina leşkerê Helebê giha padişahê Humsê, Elmelîk Elmensûr, yekser dora 1000 suwarî ji leşkerê xwe û ji leşkerê şamî yê li ba wî bû civand ser hev û berê xwe da Helebê, li taxa Hezaze ya niho danişt. Deyfe xatûn çû silaviya wî û bi hatina dilşad bû.
Deyfe xatûnê bizavek diplomatî kir bo ji hevçûna Ereban. Hîngê Mongol li Heranê civiya bûn û biryara xwe da bûn, ku bavêjin ser Helebê. Deyfe xatûnê şêxê Ereban Zahêr Bin Ghannam ji xwe ve nêz kir, çend cariye ji cariyên xwe û hinek zevî danê, rêza Ereban kir dupar. Elî Bin Hedîse jî li têkiliya xwe bi Mongolan re poşman bûbû, ji wan bi dûr ketibû.
Hêrişkar di çemê Ferêt re derbas bûn û xwe gihandin bajarokê Reqqê. Elmelîk Elmensûr kona xwe ya şahanî li herêma Neyreb û Cibrînê vegirt. Ereb û Mongolan li herêma Cebûl û Dêr Hafirê ketibû qirka hevdu. Mongolan avêt ser Sermîn û Mee"retulnu"man, Kefer Tab û Şîrezê, wek nalek mezin leşkerêd wan li herêmên dora Helebê belav bûbûn. Berê xwe dan bajarokên Hemayê, Selemiyê û Resafê jî. Di bin tiştên talankirî de êdî westiya bûn, hêdî hêdî diliviyan. Elmelîk Elmensûr û bi wî re leşkerê Deyfe xatûnê yê mayî gihan Siffînê û rêya vegera wan ber bi Reqqê ve girtin. Ereb bi civandina tişt û pertalên, ku di şeran de li şûn Mongolan diman, mijûl bûbûn. Eyûbiyan zora leşkerê hêrişkaran bir, Mongol ber bi Heranê reviyan, gelek ji pez û jinên ku bi zorê li gel xwe biribûn li şûn xwe hêştin. Mongol ji Heranê jî ji ber Eyûbiyan reviyan, di şevek tarî de lehiya avê bi ser wan de hat û gelek ji wan di çemê Ferêt de bi lêda çûn, geber bûn, dest ji jin û zarok û malê, ku talankiri bûn, berdan.
Li bajarê Helebê û li teviya kelehên dî yên musilmanan bû şayî, leşkerê Eyûbiyan serkeftî vegeriya, weku çawa ji cengên li hember Xaşperestan berê vedigeriya. Heran, Sirûc, Reha, Serê Kaniyê û Reqqe ketin bin destê Deyfe xatûnê.
Di wê navê de Elmelîk Elhafêz, kurê Elmelîk Ela"dêl, li keleha Ezazê koç kir diyarê rehmetê, xûşka wî Deyfe xatûn, termê wî anî Helebê û li Fîrdews hat veşartin.
Ji aliyekî dî ve birayê Deyfe xatûnê, Elmelîk Elkamêl, ku padişahê Misirê bû, her dixwast, ku hêrişê bîne ser Şam û Helebê bi mebesta yekkirina dewleta Eyûbiyan di bin destê xwe de. Dibe jî ew ditirsiya, ku paş ketina Heleb û Şamê wê Mongol hêrişê bînin ser Misirê. Lê belê Deyfe xatûnê bi diplomasiya xwe kanî bû ew ji wê sewdê bêxista û nehêşta ew bavêje ser Şam û Helebê.
Çavê Selhadîn yê rastê birîn bûye. Lew re ne wek yê dî di wêneyê de hatiye
Di wan 6 salan de hinek xêrnexwazan jî her û her bizava xwe kirin, da Deyfe xatûnê ji ser textê şahanî bavêjin. Yek ji wan mire Şîrezê bû, li nêzîka Hemayê, Şîhabuddînê Eyûbî bû. Wî bi tenê xwe nikanî bû tiştekî bike, lew re şandiyek şand ba padişahê Şamê, Elmelîk Eleşref, û gibûs wî kir, ku teviya mîrên derdora Helebê dixwazin xwe ji bindestiya Deyfe xatûnê azad bikin û ewan li padişahekî hêzdar digerin. Gava Elmelîk Eleşref Helebê bistînê, wê hemî alîkariya wî ya leşkerî û diravî bikin. Xudanê keleha Şîrezê jî bi xwe amadeye, ku di bin serkohiya Elmelîk Eleşref de deselatdariya Helebê bi rê ve bibe.
Padişahê Şamê Elmelîk Eleşref bersiv dayê, ku ew xiniziyê bi malbat û pişt û neviyên Elmelîk Elzahêr ê Eyûbî nake.
Gava Deyfe xatûnê ew xiniziya Şîhabuddîn bihîstiye, yekser leşker şand ser keleha wî, ew girt û riha wî rêşkir. Di wê demê de rêşkirina riha mêrekî nizimkirin û cersiyek mezin bû, bi zûkî li hemî welatan wek nûçeyek birûskî belav dibû. Şîhabuddîn û peyrewên wî di keleha Helebê de hatin zîndankirin, mal û dêrînên wan jî ji dest wan hatin derxistin.
Weku em dibînin,bi kulehê Selahdîn û bi ser cilên wî ve zêr û cewher nînin
Li hember Xaçperestan jî helwesta Deyfe xatûnê her req û hişk bû. Carekê suwarên (Aldawiye) hêriş ser pezên musilmanan kirin û talan kirin, serleşkerê Helebê, ku jê re Elmelîk Elmuee"zzem digotin, yekser avêt ser wan, leşkerê Aldawiye tertbelav kir, gelek ji wan kuştin, seriyên wan birrîn û li gel destegîran anîn Helebê. Destegîr di keleha Helebê de hatin zîndankirin û dawî ewan daxistin keleha li xarê di xendeqê de. Tirsek mezin xist dilên suwarên filehan, ku nema carek dî talanê tînin ser pez û dewarên musilmanan li derdora Helebê.
Padişahê Şamê, Elmelîk Eleşref, di sala 1237ê Z. de nexweş ket, weseka wî ew bû, ku birayê wî Elmelîk Elsalêh li şûna wî bibe padişahê Şamê. Gava koç kiriye diyarê rehmetê padişahê Misirê, Elmelîk Elkamêl, çav berdan dêrîn û text û taca Şamê û ji bo standina wan berê xwe da Şamê. Keleha Şamê xist damê "hesarê". Deyfe xatûnê berî hatina birayê wê ji Misirê alîkarî bo xelkê Şamê şandibû, û bi wê re jî padişahê Humsê, Elmelîk Elmensûr ê Eyûbî, alîkariya Şamê dikir. Paş demekê wî raya xwe guhart û bû alîgê "alîkarê" hêrişkarên ji Misirê hatîne. Padişahê Şamê yê nû, Elmelîk Elsalêh ê Eyûbî, ku ciyê birayê xwe yê rehmetî girtiye, çare li damekirina keleha xwe nedît, binzor bû, ku deselatdariya Şamê ji hêrişkaran re bihêle.
Elmelîk Elkamêl xwe bi wê yekê hêzdartir dît û biryar da bo standina Helebê jî. Deyfe xatûnê jî çare li hember zora ku ji başûr ve hatîye nedît. Rabû alîkarî ji padişahê Selcûqî xwast. Lê alîkariya wî hêzek biçûk bû, hema sozên wî mezin bûn.
Di wê navê de, Elmelîk Elkamêl nexweş ket û sala 1237ê Z. di keleha Şamê de koç kir diyarê rehmetê. Şahdariya wî bi mirina wî re dupar bû, Şam û Misir ji hev cihê bûn. Dewleta Eyûbiyan ket delavê parçebûn û jarbûnê.
Deyfe xatûnê têkiliya xwe ya ramyarî bi padişahê Selcûqî re xort kir. Wê hêla, ku neviyê wê Elmelîk Elsalêh û padişahê Selcûqiyan xûşkan bi hev biguhêrin. Diyar e, ku peymana jinanînê ne li Helebê bû, li Qeyseriyê bû, ku navenda welatê Romê bû. Gelek zêr û zîv û pere bo wê yekê hatibûn dayîn û belavkirin, hem li Qeyseriyê û hem li Helebê şayînên mezin hetibûn çêkirin.
Em dibînin, ku padişahê Şamê, Elmelîk Elsalêh, xwe wek peyrewekî li ber Deyfe xatûnê dida nasîn, û Elmelîk Elhafêz, xudanê keleha Cihberê (Cee"ber), dema feliciye, ji tirsa ku kurêd wî serî li wî hildin, ji xûşka xwe, Deyfe xatûnê xwastiye, ku kelehek dî li ciyê keleha Cihberê û Balîsê bide wî. Wê biryar da, ku keleha Ezazê, li bakurê rojavayê Helebê bide wî.
Sala 1242 Z., di 59 saliya wê de, nexweşiya Deyfe xatûnê giran bûbû. Rovikên wê kul bûbûn. Nema toxtiran dikarî bûn çareyekê lê bibînin. Deyfe xatûnê koç kir diyarê rehmetê. Dergehên kelehê 3 rojan hatin girtin, gel xemgîn û dilsoj bû. Termê wê di hucreyê de li nêzîk gora bavê wê yê navdar, Elmelîk Elaa"dêl, şahê dadmend, hat veşartin.
Neviyê wê, Elmelîk Elnasêr ê ku 13 salî bû şûna wê girt, du şêwirdaran, Cemaludewle Iqbal û wezîrê Qeftî alîkariya wî di deselatiyê de kirin. Ji ber dilnermiya wî êdî kesek nedihat kuştin, çi dizker û çi kuşter. Tê gotin, ku gava kuşterek dihanîn ber wî, digot:"Yê jîndar ji yê mirî çêtir e." û ew berdida. Wek diyar dibe, ew hozanvan bû, hinek helbestên wî bi Erebî hebûn û li dora wî gelek hozanvan hebûn. Dibêjin, ku di aşxaneya wî de her roj bi sedan pez dihatin serjêkirin, kelandin û biraştin û goştê wan dihat belavkirin. Di rojên Duşem û Pêncşemê de deriyê wî ji giliyan re vekirî bû, guhdariya xelkê dikir û bi dadmendî deselatdariya xwe bi rê ve dibir. Di bin destê wî de şahdariya Helebê firehtir bû, Hums û Şam û Mêrdîn û Mûsilê jî bûn parek ji dêrîna wî an jî di bin saya wî de bûn. Hêriş ser Misirê jî kir, lê bi serneket, vegeriya Şamê û dora 10 salan deselatdariya wî ma.
Mixabin hêrişên Mongolan kêm nebûn, vê carê Holako hêriş ajot ser Rojhilata Navîn. Elmelîk Elnasêr hat girtin, ew birin ba Holako, pêşîn pir baş û hêja comerdî jê re kir û dawî ew da kuştin. Al a Eyûbiyan daket, stêrka wan rijiya û agirê wan ê bêtir ji 100 salî gurr û hêgin bû, bi hêrişa hov a Mongolan hat vemirandin.
Ta roja îro navê Deyfe xatûn di pirtûkên dûroka îslamî de, wek jinek hêzdar, serbixwe, diplomat û hezkiriya wêjevaniyê, avakirinê û dadmendiyê, hatiye neqişkirin, mixabin, li ba Kurdan ev stêrka bi rohnî di dûroka jinan de nehatiye nasîn an kêm hatiye nasîn. Berî wan jinên ewrûpî, ku navên wan li ser zimanên dûroknasan in, divê navê Deyfe xatûnê di serî de ba. Lê gava em li mirovên xwe yên navdar xudan dernekevin, ma wê kî vî karî bike?. Jinek wilo xudan deselatî, hem li hember Xaşperestan, hem li hember Mongolan û hem jî li hember neyarên xiniz ên hindirî, bi xebatek wilo mezin rabe, pêwîste li ba me Kurdan ave wê bi zêr bite nivisandin.
Hinek navdarên Kurdên Eyûbî:
Z. koç kir) 1141Ismetudîn dota Şahînşah kurê Eyûb (Elsit Ele"zraa) (
Xudana dibistana Ele"zrawîye ye, ku li Şamê ava kiribû jib o feqehên Henefî û Şafîî", dema koç kiriye diyarê rehmetê, ew di dibistana wê de çal kirin.
Şêrkoh kurê Şadî yê Eyûbî (1169 Z. koç kir)
Şêrkoh kurê Şadî kurê Merwan, ku wek Elmelîk Elmensûr hatiye navkirin. Serkêşê Kurdan bû li Misirê. Di dema sultan Nûriddîn kurê Mehmûdê Zengî de, li Til Beste Xaşperest şikandin. Bû wezîrê padişahê fatimî Elmelîk Ela"dêd li Misirê. Apê sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ye. Ji nişka ve sala 1169ê Z. li Qahîrê koç diyarê rehmetê û li wir jî hat çalkirin.
Ismetudîn xatûn (sala 1183 Z. koç kir)
Ismetuddîn xatûn dota mîr Muî"nuddîn e, paş mirina mere wê yê yekem şah Nûreddîn ê şehîd, Selahdînê Eyûbî ji xwe re anî. Ew jin gelek older bû, li Şamê dibistana Elhenefiye ava kir, û navendek bo Sofiyan û gelek weqfên xêrê li şûn xwe hêştin.
Teqiyêdîn Şahinşah Omer ê Eyûbî ( 1191 Z. koç kir)
Omer kurê Şahinşah Eyûb (Elmuzzeffer:serkeftî), xudanê bajarê Hemayê b. Ji sala 1186 ta 1191 Z. deselatdarî li wir kir. Biraziyê sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî bû. Di cengên li hember Xaşperestan dewek mêrekî wêrek hat nasîn. Li ciyê apê xwe demekê serkarê Misirê bû, Keleha Melazkurdê dame kir, û li ber dergehê wê jîna xwe ji dest da, di sala 1191 ê Z. de.
Sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ( 1193 koç kir)
Yûsif kurê Eyûb kurê Şadî ye (1137 -1193 Z.), avakarê Dewleta Eyûbî ye. Ji sala 1174 de ta bi sala 1193 Z., deselatdariya wî piraniya Kurdistanê, Şamê (Sûriye, Lubnan, Urdun û Filistîn), Misirê, ta bi Hîcaz û Yemen û Sûdanê, dewleta wî girtibû. Yek ji navdartirîn padişahên cîhanê ye, bi dadmendî, qehremanî û nêrînên xwe yên şaristanî. Bû wezîrê şahê Misirê Elmelîk Ela"dêd, pişt re dewleta Fatimiyan ji ser hev belav kir û bi xwe padişahê Misirê, lê serkohiya xelîfeyê Bexdadê sala 1171 Z. pejirand. Li nêzîka Humsê Zengî şikandin, Sûriye û Mûsil standin, Teberiya ji dest Xaçperestan girt, ewan di gelek cengan de binve kirin, Li Hitîn hemi hêzên Xaçperestan li hember leşkerê wî civiyan, lê dîsa jî tev şikandin di sala 1187 Z. de. Quds vekir û padişahê wê yê file destegîr kir, pişt re li gel Xaçperestan peymanek aştiyê morkir û di navbera wan û Musilmanan de aştî pêda kir. Şikandina Xaşperestan di Hitîn de wek şikandina leşkerên Hitler di Stalîngradê sala 1944 tê dîtin.
1218 Z. koç kir) Sittişam (
Sittişam, xûşka sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ye, jina Mihemmed kurê Esediddîn Şêrkoh ye, gelek comerd û destbol bû, hersal bi hezaran Dînar derman û avjong li hejaran belav dikir. Her pirskarek dikar8 biçûya ber deriyê wê û daxwaza xwe bikira, wê gelek komele û Weqifên xêrê li Şamê û li derin dî vekirin.
(1218 Z. koç kir) Ela"dêl yekemîn kurê Eyûb
Mihemmed Kurê Eyûb kurê Şadî (1145-1218 Z.), cîgirê Selahdînê Eyûbî ye li Misirê û waliyê Helebê ye. Di navbera 1199 û 1218 Z. de padişahê Misirê bû. Dawî welatên Şamê, Ermîniya û Yemen jî tev li dêrîna xwe kir. Di dema deselatdariya wî de desteya Ismaîlî li Misirê jar bû, paş ku gelek kes ji wan girtin û avêtin zindanê. Dema ku xwe li Şamê bo cengê li hember Xaçperestan amade dikir koç kir diyarê rehmetê. Ji şopên wî dibistana Ala"dilî ye li Şamê.
Eleşref Mûsa kurê Mihemmed Ela"dêl (1237 Z. koç kir)
Eleşref Mûsa kurê Mihemmed Ela"dêl (1182-1237 Z.) bû padişahê Ruhayê, pişt re Heran jî ket bin destê wî. Di zikê 9 salan de Sincar û xapûr û Nuseybîn jî ketin nav dêrîna wî, paşku birayê wî Eyûb koç kiriye diyarê rehmetê Xelat û Meya Farqîn û derdora wê jî di nav du salan de bûn yê wî. Hinek ji dêrîna xwe da pismamê xwe û li şûna wê Şam sala di ber de ji wî girt. Deselatdariya wî di navbera (1229 û 1237 Z.) de bû.
Elkamêl Kurê Mihemmedê Eyûbî yê yekemîn (1238 Z. koç kir)
Mihemmed (Elkamêl) kurê Mihemmed (Ela"dêl ê yekemîn) kurê Eyûb (1180-1238 Z.), bû cîgirê bavê xwe li Misirê, lê paş ku bavê wî koç kir diyarê rehmetê, wî serxwebûna dewleta xwe xuyakir, ji sala 1218 Z. de ta bi mirina xwe padişah bû. Di wê ere de avêt ser Heranê, Ruhayê, Sirûcê, Reqqê, Amedê, Kela Kîfa û Şamê, û kurê wî Masûd sala 1225 Z. Mekkê girt destê xwe. Elkamêl li Şamê mir û di keleha wê de hat veşartin. Ji bermayên xebatên wî yên bo zanînê dibistan Kamilî ye li Misirê.
(1239 Z. koç kir) Şêrkohê duwemîn
Şêrkoh ê duwemîn Kurê Mihemmed kurê Şêrkoh e (1173-1239 Z., bi nave (Elmelîk Elmucahêd Esedidîn) hatiye nasîn. Wek bav û bavpîrê xwe xudanê bajêrê Humsê bû li navenda Sûriyê. Ew jî mirovekî wêrek bû, bi taybetî di cenga Dimyatê de li Misirê (1221 Z.) navdar bû. Di ere zanîna olî de jî navekî wî hebû û destûra wî wek hedîsbêjekî ji hinek zanayên Şam û Misirê hebû.
Z. koç kir) 1242 )Deyfe xatûn
Deyfe Xatûn dota Elmelîk Ela"dêl kurê Eyûb e, ew jina Elmelîk Elzahêr kurê sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ye. Paş mirina ere wê û hîngê kurê wê piçûk bû, ew bi xwe bû padişaha Helebê û pişt re dewleta xwe firehtir kir. Şeş salan deselatdarî bi şêweyekî baş kir, hêrişên Mongolan û Xaçperestan ji ser şahdariya xwe vegerandin. Li Helebê hat çalkirin û ji şopên wê Dibistana Elîrdews û Xangeh e.
(1244 Z. koç kir) Elmuzeffer Mehmûd ê yekemîn
Mehmûd kurê Mihemmed ê (ElMensûr), ku Omerê (Elmuzeffer) (1202-1244 Z., Xudanê Hemayê (Ji sala 1230 ta bi 1244 Z.), paş ku deselatî ji dest birayê wî Qilîç Arslan (Elnasêr) hat derxistin. Ta mirina xwe ma deselatdarê Hemayê. Li ser wî tê gotin, ku mirovekî comerd û wêrek û zanînhez bû.
(1249 Z. koç kir) Elsalêh Necmiddîn Eyûb
Eyûb (Elmelîk Elsalêh0 kurê Elmelîk Elkamêl (1206-1249 Z.) du caran bûye padişahê Şamê û bi hêzdarî deselatdariya xwe bi rê ve biriye, carekê (1229 Z.) û cara dî (1245 ta 1249 Z.), di 43 saliya jîna xwe de bi nexweşiya wêranê mir Li Misirê (Elmensûre), dema ku ew ji Şamê çûye Misirê, da hêrişa Xaçperestan li Dimyatê rawestîne. Termê wî rakirin birin li Qahîre çal kirin. Keleha Errewde li Qahîre di saya wî de hat avakirin.
(1250 Z.) Elmue"zzem Tûranşah
Tûranşah kurê Nejmiddîn Eyûb e. Sala 1250 Z. koç kir diyarê rehmetê. Sultanê Eyûbî yê tev dawî ye li Misirê (1249-1250 Z.). Ew li keleha Kîfa demekê cîgirê bavê xwe bû, dawî neviyên wî deselatdarî li wê kelehê kirin. Ketibû gelek cengan li hember Xaşperestan û bajarokê Dimyatê li Misirê ji destê wan derxist. Li Farskorê bi destê Memalîkên deryayî hat kuştin.
Elmue"zzem Isa yê Eyûbî (1250 Z. koç kir)
Isa kurê Mihemmed kurê Eyûb, ku bi Elmue"zzem hatibû navkirin sala 1250 Z. koç kiriye diyarê rehmetê. Di navbera salên (1218-1227 Z.) de sultanê Şamê bû û zanyarekî mezin bû. Gava cengê dest pêdikir, ew berî ere leşkerê xwe derdiket meydanê. Yek ji pirtûkên wî bi ere (Elsehmul musîb fîrreddî e"la bnîlxetîb" e.
eceretudurr (1257 Z. koç kir)Ş
Şeceretudurr, kebaniya Elmelîk Elsalêh Necmiddîn Eyûb e. Paş mirina ere wê û kuştina kurê wê Tûranşah, ew bû padişaha Misirê. Wezîrê xwe Izeddîn Ibek, avakarê dewleta Memalîkan, li xwe mêrkir, mere xwe kir sultan lê belê deselatdarî bi rastî di destê wê de bû. Yek ji navdartirîn jinên Kurd e di dûrokê de.
1263 Z. koç kir) ) Eleşref Mûsa kurê Ibrahîm
Mûsa (Eleşref) kurê Ibrahîm (Elmensûr) kurê Esediddîn Şêrkoh (1230-1263 Z.), padişahê Rehbê û Humsê bû. Li hember Teteran, ku leşkerê wan 6000 suwar bû, bi 1500 kes derket qada cengê û ewan ji ber wî reviyan. Jina wî "Emetulletîf" zanayeka Humsî ya bi nav û deng bû . Li Humsê koç diyarê rehmetê û li wir hat veşartin. Ew padişahê dawîn bû ji malbata Eyûbiyan li Humsê.
Jêderên mijarê:
- تاريخ ابن خلدون .
- الأعلاق الخطيرة في ذكر أمراء الشام و الجزيرة ، لابن شداد.
- زبدة الحلب في تاريخ حلب ، لابن العديم .
- المختصر في أخبار البشر، لأبو الفداء.
- تاريخ الإسلام ، للذهبي.
- الأعلام ، للزركلي.
- علاء السيد - حلب .. تحكمها امرأة
- محمد أمين زكي ، خلاصة تاريخ الكرد وكردستان - الطبعة العربية في القاهرة 1939
- دلو ميقري – نساء كوردستان – الوجه الحقيقي لشعب عريق / الحوار المتمدن
- مواقع إسلامية وتاريخية عربية وكوردية.
- يوليو 2005 مجلة " أهلا وسهلا ".المصرية.
|
|
|
|
|
|
|