Skip Navigation Links
Kurdî » Belgename : Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava (Bûyerên 2009ê) (1)
 
Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava (Bûyerên 2009ê) (1)
2010-04-06 12:38
MediaKurd > info@mediakurd.com
Di vê lîsteyê de girtin, cezakirin, binpêkirin û tedbîrên din ên dewletê li dijî Kurdan hene, ku li Sûriyê ji çileya paşîn a sala 2009ê ji ber sedemine siyasî hatine pêkanîn. Bûyerên ji salên buhurî tenê tên behskirin, eger ew hîn bi dawî nehatibin. Weke mînak, eger kesek di sala 2008ê de hatibe girtin, lêbelê di sala 2009ê de hatibe cezakirin, hingî ev bûyer li jêr dema cezakirinê tê weşandin.

Hemû agahî bi kêmanî ji aliyê du çavkaniyên ji hev cuda ve hatine piştrastkirin. Di piraniya bûyeran de me bi kesên peywendîdar, endamên malbatên wan an parêzerên wan re bi xwe têkilî kirin. Ti bûyer tune ye, ku bêyî lêkolînê ji raportên mafên mirovan ên heyî yan çavkaniyên nivîskî yên din hatibin stendin. Komek ji bûyerên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, li vir nehatine weşandin, çimkî derfet tune bû ku mirov wan teqez bike. Herweha bûyerên mirina leşkerên kurd di dema pêkanîna erkê leşkeriyê de di sala 2009ê de ne di lîsteyê de ne. Me biryar da ku em pêşî li ser van bûyeran lêkolînên berfireh pêk bînin û piştre wan di raporteke cuda de biweşînin.
Di heman demê de dive mirov bizanibe ku hejmareke nediyar a girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên din di dema raportê de heye. Kesên ku behsa wan nayê kirin, an peywendiyên wan bi partiyên siyasî re tunene, yan jî kesekî li derveyî Sûriyê nas nakin ku behsa wan bike.
Çileya pêşîn (December)

31ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Ibrahîm Xelîl Biro, endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, di 29ê çileya pêşîna (December) 2009ê de li Qamişloyê ji zindanê derket. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

31ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 29ê çileya pêşîna (December) 2009ê de dadgehkirina Xalid Mio Kenco dîsa bi paş xist. Gerek ew di 8ê şibata 2010ê de pêk were. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

31ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 29ê çileya pêşîna (December) 2009ê de Rojîn Cumaa Remo, Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed û Mihemed Xelîl Xelîl, ku tevde çalakvanên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) in, ji zindanê derxistin. Biryara dawî di vê dozê de hîn nehatiye dan. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

28ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Hesen Ibrahîm Salih (1947, zewicî ye û bavê heft zarokan e), Mihemed Ehmed Mistefa (1962, parêzer, zewicî ye û bavê zarokekê ye), Meerûf Mele Ehmed (1954, zewicî ye û bavê çar zarokan e), û Enwer Naso (1962, karmendê dewletê, zewicî ye û bavê sê zarokan e) di 26ê çileya pêşîna (December) 2009ê de li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatin girtin û şandin ji bo ciyek nenaskirî. Hersî kesên pêşî endamên polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ne, yê dawî jî endamek çalak ê partiyê ye. Li gorî agahiyên şahidan herçar çalakvan hatin girtin dema wan li ser daxwaza mûdîrê mentîqeya Qamişloyê serî lê dabû. Ta niha agahiyên berfireh li ser vê dozê peyda nabin.

25ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 20ê çileya pêşîna (December) 2009ê biryara li dijî Rojîn Cumaa Remo, Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed û Mihemed Xelîl Xelîl, ku tevde çalakvanên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne, bi paş xist ji bo 17ê çileya paşîna (January) 2010.
Rojîn Cumaa Remo di 29ê tîrmeha (July) 2009ê de li Kobanî ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed û Mihemed Xelîl Xelîl di 3ê tebaxa 2009ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve di mala Mihemed Xelîl Xelîl (1960) de hatibûn girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

17ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî roja 14ê çileya pêşîna (December) 2009ê xwendekar Hevraz Mihemed Emîn Hesen di mala wî de li Girkê Legê li mentîqeya Dêrikê girt. Hingî wan dest danîn ser hin tiştê wî, di nav de kompûtera wî jî. Ji hingî ve çarenivîsa wî ne diyar e.

17ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 9ê çileya pêşîna (December) 2009ê de biryara li dijî Ehmed Ebdela Tacidîn, Mihemed Şerîf Silêman Mihemed, Fuad Murad Ehmed und Yasîn Mihemed Şêxmûs bi paş xist ji bo 17ê çileya paşîna (January) 2010ê.
Ehmed Ebdela Tacidîn di 4ê çileya paşîna (January) 2009ê de hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Mihemed Şerîf Silêman Mihemed, Fuad Murad Ehmed û Yasîn Mihemed Şêxmûs di 25ê îlona (September) 2009ê de hatibûn girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
Li gorî agahiyên hersî alîgerên dawî yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ew di dema girtina wan de bi berhevkirina navên Kurdên biyanî ji bo şandina wan ji bo Ewropayê dihatin gunehkarkirin. Lê ew dibêjin ku wan ev yek nekiriye. Ew herweha dibêjin ku di dema girtina li Hisiçayê de, ku mehekê dirêj kir, ew berdewam bi lêdanên li ser hemî beşên canên wan dihatin işkencekirin.

16ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Parêzer û nivîskar Mistefa Ismaîl (1973) ji bajarê Kobanî di 12ê çileya pêşîna (December) 2009ê hat girtin dema wî serî li Dezgeha Muxaberatên Hêza Ezmanî li Helebê dabû. Ji hingî çarenivîsa wî ne diyar e. Nivîsarên Mistefa Ismaîl di malperên kurdî û erebî de hatine weşandin.

15ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê di 23ê çiriya paşîna (November) 2009ê de Nûrî Ibrahîm Şêxo (1964) di mala wî ya li taxa Şêx Meqsûd li Helebê girt. Şêxo, ku zewicî ye û bavê pênc zarokan e, alîgerê PYDê ye. Ji roja girtina wî ve çarenivîsa wî ne diyar e.

11ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê do biryara di doza Welîd Mihemed Elî Hisên de bi paş xist ji bo roja 31ê çileya paşîna (January) 2010ê. Hisên, xwendekar û endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, di 7ê adara 2008ê de hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

11ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Ciyê ku Behcet Elî Ibrahîm lê girtî ye, hat naskirin: Ew ji 23ê cotmeha 2009ê ve li Helebê di zindanê de ye. Ibrahîm di 20ê cotmehê de li Amûdê hatibû girtin. Dozgeriya Giştî ya Leşkerî li Helebê doza wî veguhest cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Gerek e Ibrahîm di rojên bê de bê şandin Qamişloyê. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

10ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê do biryara di doza Silêman Ebdilmecîd Oso de bi paş xist ji bo roja 17ê çileya paşîna (January) 2010ê. Oso, ku endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, di 20ê adara 2009ê de li Hisiçayê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
7ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Mehekê piştî girtina nivîskar Ehmed Mihemed Mistefa (1963), ku bi navê Pîr Rustem hatiye naskirin, zewicî ye û bavê du zarokan e, çarenivîsa wî hîn ne naskirî ye. Mistefa di 5ê çiriya paşîna (November) 2009ê de li Cindirêsê li navçeya Efrînê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve hatibû girtin. Beriya wê bi çend rojan ew ji Kurdistana Iraqê vegeriyabû, ku wî li wê derê çend meh derbas kiribûn. Ji bilî xebata wî wek nivîskar – çar pirtûkên wî yên çîrokan bi zimanê kurdî hene – Mistefa herweha endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar e. Ew herweha endamê Encûmena Niştimanî ya Daxuyaniya Şamê ye. Mistefa komek nivîsar di internêtê de weşandine.

4ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Piştî nozdeh rojan ji derketina wan ji zindanê xwendekarê kurd Şivan Mihemed Hesen Ebdo (1981) û alîkerê endezyar Kadar Mihemed Nûrî Ismaîl (1985) mecbûr in li bendî dadgehkirina xwe bimînin. Ebdo û Ismaîl di 21ê hizêrana (June) 2009ê de nêzîkî gundê Girbalatê (navçeya Dêrikê) ji aliyê polîsên sûrî ve hatin girtin piştî ku ew di rêyeke neqanûnî re ji Iraqê derbasî Sûriyê bûbûn. Piştî mayina di zindanên Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişlo (bîstûsê rojan) û Şamê (bîstûdu rojan) de û di zindana el Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê de (sê mehan) û herweha di zindanên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şam (sê rojan), Hums (rojekê) û Helebê (rojekê) ew di 8ê çiriya paşîna (November) 2009ê de bi biryareke dadwerê leşkerî li Helebê serbest hatin berdan. Li Helebê ew ji bilî tawana derketin û ketina dewletê di rêyeke neqanûnî re herweha bi tawanên li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan hatin gunehkarkirin. Herweha dadwer ew bi karê ji bo dezgeha asayîşê li Kurdistana Iraqê gunehkar kir. Doza herduyan niha li cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê ye. Ta roja îroj tiştên wan (weke mînak pere û bêrîkfon), ku ji roja girtina wan li cem dezgehên ewlekariyê ne, radestî wan nehatine kirin. Piştî girtina Şivan Mihemed Hesen Ebdo di 29ê adara 2004ê de Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê ji ber »weşandina agahiyên sexte« sê sal zindan li wî birîn, ku ceza hat daxistin ji bo du sal û nîvê. Ebdo di dema bûyerên adara (March) 2004ê de di internêtê de nivîsarek li ser çewisandina xwendekarên kurd li Zanîngeha Şamê weşandibû. Piştî heft mehan ji girtina wî malbata wî nas kir bê kurê wê li kû girtî bû. Xwendekarê beşê endezyariyê di girtina wî ya ta 30ê îlona (September) 2006ê de dihat işkencekirin. Hingî ew li gorî bendê 49ê yê qanûna tawanan ji hemû mafên medenî hat bêparkirin û berdewamkirina xwendinê û herweha derketina ji dewletê lê hatin qedexekirin. Piştî derketina wî ji zindanê ew di rêyeke qaçax re derbasî Kurdistana Iraqê bû û di sala 2008ê de li Zanîngeha Hewlêrê dest bi xwendina psîkolociyê kir. Ew ji ber miriona bavê xwe vegeriya Sûriyê. Kadar Mihemed Nûrî Ismaîl yek ji Kurdên bênifûs e. Ew di 4ê adara (March) 2008ê de di rêyeke qaçax re derbasî Kurdistana Iraqê bûbû û li Hewlêrê wek alîkarê endezyar dixebitî.

4ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja yekemîn civîna dadgehkirina çar hunermendên kurd eşkere kir: Ewê di 17ê çileya paşîna (January) 2009ê de pêk were. Herdu stranbêj Cemal Elî Seedun û Nîhad Hisên Yûsiv û herweha mûzîkjenên wan Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela di 3ê cothema (October) 2009ê de di zemawendekê de li Dêrikê hatibûn girtin. Ew bi tawanên li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

4ê çileya pêşîna (December) 2009ê
Remedan Hesen Ehmed (1930), Hesen Ebdilkerîm Hacî (1948) û Ciwan Ebdilselam Hesen (1997) do serbest hatin bedan. Ew di 26ê çiriya paşîna (November) 2009ê de li gundê Celo (navçeya Dêrikê) hatin girtin piştî ku wan di êvara cejna qûrbanê ya musilmanan de mîna her sal agirê bixêrhatina cejnê dadabû. Piştî ku polîsên deverê bi wan hisiya, hersî kes hati bi alîgiriya PKKê hatin gûmankirin û girtin. Doza wan çû pêşiya dadgeha tawanan li Dêrikê. Li wir eşkere bû ku ti îşê wan bi PKKê ve tuneye û ew serbest hatin berdan.
Çiriya paşîn (November)

25ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê biryara di doza Xalid Mio Kenco de bi paş dixîne roja 29ê çileya pêşîna 2009ê. Ew doza parêzeran ji bo serbestberdana Kenco red dike.
Xalid Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de ji Elmanyayê hat derkirin û di 13ê îlonê de ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê ve hat girtin. Ew ji hingî ve di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

25ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê biryara di doza Ebdilselam Mehmûd, Ramî Şêxmûs el Hesen, Xelîl Ibrahîm Mihemed û Mihemed Şêxo Îsa bi paş dixîne roja 17ê çireya paşîna 2010ê. El Hesen, Mihemed û Îsa di 16ê adara (March) 2009ê de hatibûn girtin, çimkî ew ji bo bîranîna Helebçeyê çend deqeyan bêdeng rawestiyabûn. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Ebdilselam Mehmûd hatibû girtin, çimkî wî di stûdyoya xwe de ji bo heman helkeftê straneke hunermendê kurd Şivan Perwer pêxistibû. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

18ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Bêrîvan Farûq Mihemed (1988), bi Fewzî Şingalî re zewicî ye, sekretêrê Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê, û dêya zarokeke çarmehî, û Selîm Ezîz (1975), birayê sekretêrê Rêkeftin, ji zindana el Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê serbest tên berdan. Li Ezîz tê qedexekirin ku ji Şamê derkeve. Mihemed destûrê distîne ku ligel zaroka xwe biçe Qamişloyê.
Bêrîvan Farûq Mihemed û Selîm Ezîz di 18ê cotmeha (October) 2009ê de ji Silêmaniyê vegeriyabûn Şamê. Ew li balafirgehê bi seetan rastî lêpirsînan hatin û pasportên wan ji wan hatin stendin. Di rojên li pey de divabû ku ew çend caran serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê bidin, ku di 17ê çiriya paşîna (November) 2009ê de li wir hatin girtin.
Bêrîvan Farûq Mihemed welatiya Sûriyê ye û bi hevjînê xwe re li Silêmaniyê dijî. Wê ji bo çûna cem textor serdana Sûriyê kiribû. Selîm Ezîz jî welatiyê Sûriyê ye û heşt mehan li herêma Kurdistana Iraqê kar dikir. Ta niha pasportên herduyan li wan nehatine vegerandin.

18ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Yûsiv Hacî Yûsiv, nişteciyê Dêrikê, zewicî ye û bavê sê zarokan e, û Ebdela Mihemed Domo (1975), nişteciyê Dêrikê, zewicî ye, li Qamişloyê serbest tên berdan. Doza wan li pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê didomîne, rûniştina dadgehê ya bê gerek di 29ê çileya pêşîna 2009ê pêk were.

Herdu alîgirên PYDê di 16ê tebaxê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve hatibûn girtin û di 17ê îlonê de ji aliyê dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku doz hat veguhestin cem wî, li gorî bendê 336 ê yê qanûna tawanan doz li dijî wî hat vekirin.

15ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Duyemîn Dadgeha Tawanan li Şamê van biryaran dide: Li Mistefa Cumaa Bekir (1948), Mihemed Seîd Hisên el Umer (1955) û Seedûn Mehmûd Şêxo (1966), endamên birêvebir ên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, li gorî bendê 285ê yê qanûna tawanan sê sal zindan û li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan ji bo heryekî ji wan tên birîn. Herweha ew li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan ji hemû mafên medenî tên bêparkirin. Herdu ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn. Kesên jorîn ji binpêkirinên li gorî bendên 267ê û 307ê yên qanûna tawanan tên azakirin.
Mistefa Cumaa Bekir di 10ê çileya paşîna (January) 2009ê de di zindana Firaa Filestîn, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye, hatibû girtin. Hevalên wî yên partiyê di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Rimêlan û di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Serê Kaniyê hatibûn girtin.

11ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Mihemed Salih Xelîl (1953), endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, zewicî ye û bavê çar zarokan e, ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve li gundê Nazoşaxî, navçeya Efrînê, tê girtin û tê şandin Helebê. Di 19 û 20ê tebaxa (August) 2009ê de du hevalên partiyê yên Mihemed Salih Xelîl li Helebê hatibûn girtin piştî ku li cem wan belavokên partiyê hatibûn dîtin. Di dema pêkanîna lêpirsînan de, wan got ku Mihemed Salih Xelîl ew belavok dabûn wan. Ji hingî ve wî xwe dabû alî.

8ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê van biryaran dide:
Li Nasir Ehmed Mihemed (1987), xwendekarê tibê û endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 6ê tebaxa (August) 2008ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê ve hatibû girtin.
Li Raid Fewaz Elî, endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 19ê tîrmeha (July) 2008ê de hatibû girtin.
Siûd Şêxmûs Ibrahîm, endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 25ê çileya paşîna (January) 2008ê de hatibû girtin.
Ebdilrehman Mistefa Mihemed (1974), endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan şeş sal zindan tên birîn. Ew di 26ê çiriya paşîna (November) 2008ê de hatibû girtin.

3ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê van biryaran dide: Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal) û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan ji bo Ceger Mihemed Ekrem Şêxo (1989) û Sefqan Reşîd Xelo (1990), endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tên birîn. Herweha li gorî bendê 298ê yê qanûna tawanan deh sal zindan û karê giran ji bo her yekî ji wan tên birîn. Herdu ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn.
Ceger Mihemed Ekrem Şêxo di 15ê çileya paşîna (January) 2007ê de hatibû girtin û Sefqan Reşîd Xelo di 30ê çiriya paşîna (November) 2006ê de.
Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan deh sal zindan li Ferhad Mihemed Mihemed tên birîn. Mihemed di 29ê çiriya paşîna (November) 2006ê de hatibû girtin. Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan heft sal û nîv zindan li Reşîd Reşîd Xelo (1958) tên birîn. Xelo di 19ê şibata (February) 2006ê de hatibû girtin.
Ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî (îlegal), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Şukrî Xalid Umer (1988) tên birîn. Herweha li gorî bendê 298ê yê qanûna tawanan cezaya zindana heta-hetayê lê tê birîn. Herdu ceza tevî hev tên kirin û ya girantir tê pêkanîn. Herweha ji ber mercên sivikker ceza tê daxistin diwanzdeh salan. Umer di 19ê çileya pêşîna 2006ê de hatibû girtin.

1ê çiriya paşîna (November) 2009ê
Li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanan dadwerê leşkerî li Qamişloyê şeş meh zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî li Mihemed Seyfidîn el Xedo (1986) û Nadir Newaf Xelîl (1981), endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Koma Zîlan a Folklora Kurdî, birîn. Herdu kes di 13ê cotmeha (October) 2008ê de li Dirbêsiyê ji aliyên endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn girtin, çimkî wan afîşên PYDê li dîwaran daliqandibûn. Ew hatin veguhestin zindana navendî li Hisiçayê û li wê derê ta 13ê nîsana (April) 2009ê de hatibûn girtin. Bi vî awayî cezaya şeş meh zindan pêk hatiye.

Cotmeh (October)

30ê cotmeha (October) 2009ê
Ji Enter Şewket Elî (1990), xwendekarê Hunera Ciwan li Zanîngeha Helebê, û Mistefa Neesan, xwendekarê Zanîngeha Beyrûtê, tê xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Kobanî bidin. Ew li wir tên girtin û tên şandin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê. Sedema girtina wan ne naskirî ye.
28ê cotmeha (October) 2009ê
Welat Eyub Mihemed (1988), xwendekarê beşê werzişê li Zanîngeha Şamê, li rawestgeha autobûsan a Dêrikê ji aliyê polîsan ve tê girtin, dema di çenteyê wî yê rêwîtiyê de nivîsên bi zimanê kurdî dibînin. Mihemed tê veguhestin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Piştî du rojan birayê wî Selah Eyub Mihemed (1969), mamoste û kadirek Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, jî li mala wî tê girtin. Li wir dest tê danîn li ser hejmareke kovara Metîn, ku li Kurdistana Iraqê tê weşandin, salnameyeke kurdî û çend CDeyên komeke folklora kurdî ji Dêrikê. Bira jî tê veguhestin Hisiçayê.

27ê cotmeha (October) 2009ê
Mistefa Henan (1954), karmendê Wezareta Berevaniyê, li ciyê karê wî ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tê girtin. Li gorî agahiyên malbata wî ew li Şamê ye. Tê gotin ku Henan alîgirê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye.
22ê cotmeha (October) 2009ê
Rojhat Mihemed Mihemed (1989), xwendekarê bakaloryayê ya dibistaneke bazirganiyê li Dêrikê, li dibistanê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê ve tê girtin. Ew li pêşiya çavên hevalên wî yên xwendinê rastî lêdan û xeberan tê. Mihemed tê şandin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê.

20ê cotmeha (October) 2009ê
Behcet Elî Ibrahîm (1958), zewicî ye û bavê şeş zarokan e, ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li Amûdê tê girtin û veguhestin Hisiçayê. Ibrahîm endamê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) ye. Sedema girtina wî ne diyar e û ta niha ti têkilî pê re nehatine çêkirin.

15ê cotmeha (October) 2009ê
Menal Ibrahîm Ibrahîm ( 1981) û Rojhat Subhî Mistefa (1992) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tên girtin. Menal Ibrahîm endama rêxistina neqanûnî ya Yekîtiya Star e, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

8ê cotmeha (October) 2009ê
Piştî berdana wan ji Elmanyayê û gihiştina wan balafirgeha Şamê Şêxa Cindo (1953) û zarokên wê Fatîma Cindo (1987), Azad Cindo (1988), Welîd Cindo (1989) û Îmad Cindo (1990) tên girtin. Ew çend caran tên veguhestin - wek mînak ew di zindana el Fayhaayê de tên girtin - û demekê ji dema girtina xwe di odeyên bê roniya rojê de derbas dikin, dibe ku li jêrzemînê bû. Malbat bi lêdanan tên tehdîdkirin û xeber jê re tên dan, çimkî zarok bi erebî nizanin. Peywendiya malbatê bi derve re hema bêje tune ye, tenê carekê mirovekî Şêxa Cindo dikare wê çend deqeyan bibîne. Dema rewşa Şêxa Cindo ji ber nexweşiya şekir xerab dibe, ew tê veguhestin nexweşxaneyê. Ji endamên malbatê pir tên kirin bê çawa ew ji Sûriyê derketibûn, çima ew çûn Elmanyayê û wan li wir çi dikir, tevî ku ti endamekî malbatê li Elmanyayê karê siyasî nedikir. Di 22ê cotmeha (October) 2009ê de Şêxa, Fatîma, Azad û Welîd Cindo ji zindanê hatin derxistin, Îmad Cindo di 24ê cotmehê de derket. Di 29ê cotmehê de doza wan tê pêşiya Sêyemîn Dadgeha Tawanan li Şamê. Ew bi derketina neqanûnî ji Sûriyê tên gunehkarkirin. Li her endamekî malbatê 525 lîrayên sûrî cezaya diravî tên birîn. Di 3ê çiriya paşîna (November) 2009ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Amûdê têkiliya malbatê dike û eşkere dike ku ewê careke din lêpirsînan pêk bînin.

5ê cotmeha (October) 2009ê
Li gorî bendên 288, 307 û 336ê yên qanûna tawanan dadwerê leşkerî li Qamişloyê şeş meh zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî li Ebdilcebar Silêman Meemê (1976), zewicî ye û nişteciyê Hisiçayê ye, dibire. Ew bi endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tê gunehkarkirin. Meemê di 16ê cotmeha (October) 2008ê de li ser rêya di navbera Qamişlo û Çil Axayê de bi fermana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê ji aliyê polîsên hatinûçûnê yên Çil Axayê ve hatibû girtin. Ew di 16ê nîsana (April) 2009ê de ji zindana li Qamişloyê serbest hat berdan. Li gorî agahiyên parêzera wî Meemê di dema girtinê de dihat işkencekirin (lêdan, elektrîk û dûlab).
(berdewamî di rûpelê dûv vî re ye)
Q. Ş.