Skip Navigation Links
Kurdî » Belgename : Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava (Bûyerên 2009ê) (2)
 
Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava (Bûyerên 2009ê) (2)
2010-04-06 12:43
MediaKurd > info@mediakurd.com
4ê cotmeha (October) 2009ê
Bi fermana serokê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Dêrikê polîs di zemawendekê de heft kesan digirin. Ew kes jî ev in: stranbêjên dawetê Cemal Elî Seedun (1958, Kurdek bênifûs) û Nîhad Hisên Yûsiv (1989, Kurdek bênifûs), herdu muzîkjen Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela (1977 û 1986), kameraman Zahid Elî Yûsiv (1963), xwediyê salonê Ebdilletîf Yeekub Melek (1946) û birayê zavê Hozan Ibrahîm Mihemed Seîd (1989), ku ruxseta pêkanîna zemawendê ser navê wî bû. Girtin pêk hatin, çimkî Cemal Elî Seedun straneke kurdî ya neteweyî gotibû.
Polîs kesên jorîn dibin Hisiçayê û ew li wê derê di zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî de tên girtin. Ji bilî Cemal Elî Seedun girtiyên din roja 5ê cotmeha (October) 2009ê tên pêşiya parêzerê dewletê li Hisiçayê. Ew biryar dide ku ew bên şandin ji bo zindana navendî li Hisiçayê. Di 7ê cotmeha (October) 2009ê de ew mecbûr dibin ku careke din bên pêşiya parêzerê dewletê, ku di 8ê cotmeha (October) 2009ê de doza wan vediguhesîne dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Di 8ê cotmeha (October) 2009ê de polîsên leşkerî hemû girtiyan – dîsa ji bilî Cemal Elî Seedun – dibin Qamişloyê. Li wir dadwerê leşkerî biryarê dide ku ew ta 10ê cotmeha (October) 2009ê de di zindana Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Qamişloyê de bên girtin.
Di 10ê cotmeha (October) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê pirsan ji kesên girtî dike û biryarê dide ku Zahid Elî Yûsiv, Ebdilletîf Yeekub Melek û Hozan Ibrahîm Mihemed Seîd serbest bên berdan. Di heman demê de li dijî Nîhad Hisên Yûsiv û Dijwar û Ciwan Munîr Ebdela li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan doz tê vekirin. Ew ji hingî ve li Qamişloyê di zindana navendî de (taxa Elaya) girtî ne.
Di 27ê cotmeha (October) 2009ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê Cemal Elî Seedun tînin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Ew pirsan jê dike li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan dozê li dijî wî vedike. Ew jî ji hingî ve li Qamişloyê di zindana navendî de (taxa Elaya) girtî ye.

Îlon (September)

25ê îlona (September) 2009ê
Mihemed Şerîf Silêman Mihemed (1968), Fuad Murad Ehmed (1962) û Yasîn Mihemed Şêxmûs (1968) li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê tên girtin, piştî ku berê ji wan hatibû xwestin ku serî lê bidin. Piştî mayina di zindanên li Hisiça û Şamê de ew di 3ê adara (March) 2009ê de serbest hatin berdan. Gerek bû di 8ê cotmeha (October) 2009ê de doza wan li pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê bihata guftûgokirin, lê civîna dozê li pêşiya dadgehê hat bipaşxistin ji bo 9ê çileya pêşîna 2009ê. Herdu li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan bi endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tê gunehkarkirin. Li gorî agahiyên parêzera wî Mihemed di dema girtinê de dihat işkencekirin (lêdan, elektrîk û dûlab).

25ê îlona (September) 2009ê
Li parêzer Ebdilselam Şakir Ehmed (1961) tê qedexekirin ku ji Sûriyê biçe Tirkiyê. Li gorî agahiyên wî li qapiyê Nisêbînê jê re tê gotin ku çênabe ew ji Sûriyê derkeve û dive ew serî li Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê bide. Ehmed parêzerê hin girtiyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e.

13ê îlona (September) 2009ê
Xalid Mio Kenco (1977) li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Qamişloyê tê girtin. Piştî sê rojan ew tê veguhestin Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê, ku ji aliyê xwe ve doza wî vedigerîne Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê. Di 5ê cotmeha (October) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê xwe dispêre bendê 287ê yê qanûna tawanan û ji ber belavkirina bi mebest a agahiyên şaş an mezinkirî li derve dozê li dijî Kenco vedike. Kenco li Elmanyayê beşdarî komek ji xwenîşandanên dijî rêjîma Sûriyê bûbû, lê ew ne endamê ti partiyê bû û ne jî nivîsarên li dijî rêjîma Sûriyê weşandine. Ew hîn jî li Qamişloyê di zindanê de ye. Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de ji Elmanyayê hat berdan; dema ew giha balafirgeha li Şamê, jê hat xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê bide. Kenco di rêya parêzerê xwe re diyar kir ku ew nehatiye işkencekirin.

11ê îlona (September) 2009ê
Dora nîvê şevê Polîsên tawankariyê xwendekarê bekeloryayê Mehmûd Zibêr Mehmûd (1989) û Ebdilwehab Şêxmûs el Faris (1989) di dikanekê de li Qamişloyê digirin. Mehmûd Zibêr Mehmûd endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar e. Ebdilwehab Şêxmûs el Faris ne çalakvanek siyasî ye. Dema Mehmûd hat girtin, du hejmarên kovara Dengê Kurd a partiyê pê re bûn. Dema herdu xwendevan tên girtin, rastî lêdanan tên. Piştî dora nîv seetê polîs êrîşî mala Mehmûd Zibêr Mehmûd li taxa Hilêliyê dikin. Ew destên xwe datînin set çend CDeyên Koma Narîn a Folklora Kurdî û çend kovaran. Herweha Zibêr Hesen Mehmûd (1963), bavê Mehmûd Zibêr Mehmûd, tê girtin. Piştî çend rojan hersê kes tên veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê.

9ê îlona (September) 2009ê
Jîndar Ebdilselam Berekat (1985) di mala xwe de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li Hisiçayê tê girtin. Berekat endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) û Koma Zemîn a Folklora Kurdî ye. Bi girtinê re dest tê danîn ser belavokên siyasî û çandî, kovar û pirtûkên bi zimanên kurdî û erebî. Ji ber ku Berekat çûna xwe ya leşkeriyê tim bi paş dixist, ew di 12ê îlona (September) 2009ê de tê veguhestin polîsên leşkerî li Qamişloyê. Roja 17ê îlonê ew tê veguhestin erkê leşkeriyê li Şamê.

Tebax (August)

20ê tebaxa (August) 2009ê
Memo [paşnav ne naskirî ye] ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tê girtin. Li gorî agahiyên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar ew endamê partiyê ye. Ew bi wê yekê tê gunehkarkirin, ku wî belavokên partiyê dane hevalê xwe yê partiyê Berzan Hamid (di 19ê tebaxa (August) 2009ê de hat girtin). Memo dora du mehan di zindana lêkolînê de derbas dike. Doza wî hîn li pêşiya dadgehê ye. Memo ne amade ye li ser xwe û girtina xwe biaxive.

19ê tebaxa (August) 2009ê
Berzan Hamid ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve tê girtin. Berî girtinê polîsan, ku ji ber giliyekî bi sedema kêşeyên malbatî lê digeriya, belavokên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar di mala wî de dîtibûn. Li gorî agahiyên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) Hamid endamê partiyê ye. Ew dora du mehan di zindana lêkolînê de derbas dike. Doza wî hîn li pêşiya dadgehê ye. Hamid ne amade ye li ser xwe û girtina xwe biaxive.

16ê tebaxa (August) 2009ê
Esma Murad Samî (1960) ji Girkê Legê, navçeya Dêrikê, zewicî ye û dêya heyşt zarokan e, û Eyhan Murad Samî (1973), ew jî ji Girkê Legê ye, zewicî ye û dêya pênc zarokan e, li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê tên girtin. Herdu bi danheva pereyan ji bo Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endametiya rêxistineke neqanûnî tên gunehkarkirin. Di 17ê îlona (September) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku doza herdu xuşkan tê cem wî, biryarê dide ku herdu serbest bên berdan. Doza wan hîn nehatiye girtin. Di destpêka tebaxê de ji wan hatibû xwestin ku dive ew di nava hefteyekê de serî li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê bidin.

9ê tebaxa (August) 2009ê
Mihemed Mûsa Mihemed (1952), sekretêrê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, zewicî ye û bavê pênc keçan e, li Dirbêsiyê tê girtin û tê şandin dadgeha leşkerî li Qamişloyê. Dadwerê berpirsyar di heman rojê de biryarê dide, ku siyasetvanê kurd dive bikeve zindana Qamişloyê û cezaya xwe ya mayî, ku ji çardeh rojan pêk tê, bi cî bîne. Li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanê dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 3ê çileya pêşîna 2008ê de sê meh zindan li Mihemed Mûsa Mihemed birîn. Ew ji 19ê tîrmehê ta 5ê cotmeha (October) 2008ê hatibû girtin - du hefteyan kêmî dirêjahiya cezaya xwe.

3ê tebaxa (August) 2009ê
Feleknaz Xelîl (1968) û Efra Mûsa Mihemed (1975) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê ve li mala hevalên wan tên girtin. Ew bi endametiya rêxistina neqanûnî ya Yekîtiya Star, ku rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, tên gunehkarkirin. Li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan doz li dijî wan tê vekirin; ew niha li Helebê di zindanê de ne.

Tîrmeh (July)

29ê tîrmeha (July) 2009ê
Rojîn Cumaa Remo (1970) li Kobanî ji aliyê polîsan ve tê girtin. Ev hivdeh salên Remo ne ku di nav rêzên hêzên çekdar ên PKKê de ye û herweha çalakvana rêxistina jinan Yekîtiya Star a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e. Demeke kurt berî girtina wê ew ji ber sedemine nediyar ji Iraqê vegeryabû Sûriyê. Rojîn Cumaa Remo bi nexweşiya asthma (rebû) ketiye.

29ê tîrmeha (July) 2009ê
Şemsidîn Hemo (1958), endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), li Helebê li Dezgeha Ewlekariya Siyasî rastî lêpirsînan tê û piştre tê girtin. Ew bi peywendiyên bi derve re tê gunehkarkirin. Hemo di 12ê tebaxa (August) 2009ê de serbest tê berdan. Li gorî agahiyên wî wî dema xwe ya zindanê di hicreyeke bitenê de (mezinbûn 180 x 110 cm) derbas kiriye. Li gorî wî ji derve deng nedihat hicreyê, ku dibû sedema ku wî nema hest bi demê dikir. Wî herweha got ku ew mecbûr dibû ku li ser zemînê xew bike, ku dibû sedema birînên di laşê wî de.

23ê tîrmeha (July) 2009ê
Avdar Ismet Mixso (1994) li Qamişloyê winda dibe. Dê û bavê wî di nameyekê de ji bo KurdWatchê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi revandina kurê xwe û şandina wî nav rêzên hêzên çekdar ên PKKê li çiyayên Qendîlê li Kurdistana Iraqê gunehkar dikin. Li wir gerek e ew di warê leşkerî de bê perwerdekirin û êdî ji bo PKKê şer bike. Herweha tê gotin ku kurê xalê wî Sîpan Îsa Hiso (1994) jî hatiye revandin.

Hizêran (June)

27ê hizêrana (June) 2009ê
Piştî berdana wî ji Qubrisê li jêr çavdêriya karmendên ewlekariyê yên qubrisî Barzanî Kerro (1989) li balafirgeha Şamê tê girtin. Wî di rêya telefonê re ji mirovekî xwe re got ku ew tê veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê.

20ê hizêrana (June) 2009ê
Cegerxwîn Şêxo Elî (1981), zewicî ye, bavê sê zarokan e û endamekî birêvebir ê Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye, ji aliyê Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve li taxa Şêx Meqsûd li Helebê tê girtin. Piştî 55 rojan di zindanê de li Şamê (54 ji wan rojan di zindana Firaa Filestîn de, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ye), ew di 3ê cotmeha (October) 2009ê de serbest tê berdan, bêyî ku doz li dijî wî hatibe vekirin. Elî dibêje ku ew ji ber xebata wî siyasî hatiye girtin û di zindanê de çend caran hatiye işkencekirin.

7ê hizêrana (June) 2009ê
Li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan dadwerê leşkerî li Qamişloyê salek zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan li Selah Mihemed Seîd Yûnis (1968), zewicî ye û bavê pênc zarokan e, tên birîn. Ceza ji bo şeş meh zindan û 50 lîreyên sûrî cezaya diravî tên kêmkirin. Li biryarê gilî dikare bê kirin. Yûnis di 31ê cotmeha (October) 2008ê li Amûdê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hatibû girtin û di 5ê şibata (February) 2009ê de hatibû veguhestin dadwerê leşkerî li Qamişloyê.

7ê hizêrana (June) 2009ê
Li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan û ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), dadwerê leşkerî li Qamişloyê sê meh zindan û 100 lîrayên sûrî cezaya diravî li Rêzan Nûridîn Ibrahîm dibire. Ibrahîm roja 19ê îlona (September) 2008ê li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatibû girtin û di 20ê çiriya paşîna (November) 2008ê de serbest hatibû berdan.

Gulan (Mai)

17ê gulana (Mai) 2009ê
Rojnamevan Emced Ebdilrehman Osman (1982) tê girtin dema ew li dezgeha koçberiyê û nasnameyan li Hisiçayê pirsa qaxezên xwe dike. Ew dikeve zindana el Fayhaayê û roja 10ê tebaxa (August) 2009ê serbest tê berdan. Osman berî girtina xwe çend caran serdana Kurdistana Iraqê kiribû.

11ê gulana (Mai) 2009ê
Yekemîn Dadgeha Tawanan li Şamê li gorî bendê 286ê yê qanûna tawanan sê sal zindan û li gorî bendê 285ê yê qanûna tawanan sê salên din zindan li peyvdarê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê Mişeel Temo (1957) dibire. Ceza tê daxistin sê sal û nîvê û dema ku wî ta niha di zindanê de derbas kiriye, tê hesibandin. Herweha ew li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan ji bo deh salan ji hemû mafên medenî tê bêparkirin. Temo di 15ê tebaxa (August) 2008ê de nêzîkî bajarê Kobanî hatibû girtin. [Li biryara dadgehê biner]

Nîsan (April)

29ê nîsana (April) 2009ê
Ji endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) Ibrahîm Xelîl Biro (1965) di rêya telefonê re tê xwestin ku ew serê Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê bide û li wir tê girtin. Ev du sal in ku Biro berpirsyarê çalakiyên Yekîtî li Qamişloyê ye. Di 21ê cotmeha (October) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan û ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî salek zindabn li Biro birî. Dema zindanê tê daxistin şeş mehan. Biro niha li Qamişloyê di zindanê de ye.

28ê nîsana (April) 2009ê
Birêvebiriya Zanîngeha Helebê biryara avêtin Alan el Huseynî (1986), Kawa Betal Dîko (1988) û Ebdê Remê (1984) ji zanîngehê dide. Beşdarbûna di çalakiyên siyasî de, ku li gorî rêbaza zanîngehê qedexe ye, wek sedemên vê biryarê tên eşkerekirin. Xwendekaran bi hev re ligel hevalên xwe yên din di avahiya zanîngehê de beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên bûyerên adara (March) 2004ê bûbûn, ku partiyên kurdî bangî vê çalakiyê kiribû (herweha biner li 12ê adara (March) 2009ê). Di 21ê gulana (Mai) 2009ê de serokatiya zanîngehê biryara xwe serast dike û biryarê dide ku xwendekar xwendina xwe bidomînin. [Li belgeyê biner]

18ê nîsana (April) 2009ê
Hozan Seyid Taha Osman (1988) ji zindanê serbest tê berdan. Di 30ê nîsana (April) 2009ê de li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan sê meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî lê tên birîn. Osman di 18ê çiriya paşîna (November) 2008ê de li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê hatibû girtin. Piştî girtinên di zindanên Şam, Heleb û Hisiçayê de divabû ku ew biçe pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), doz li dijî wî vekir.

14ê nîsana (April) 2009ê
Pêncemîn dadwerê leşkerî li Şamê li kesên li jêrê li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan salek zindan dibire: Fuad Reşad Elîko (1950), sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Cezaya wî tê daxistin heyşt mehan. Li gorî bendên 288, 336, 371, 372 û 374ê doz li dijî Elîko hatibû vekirin.
Hesen Ibrahîm Salih (1947), endamê polîbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Cezaya wî tê daxistin heşt mehan. Ji ber ku dadgehê pênc mehên din lê birîn, bi tevayî cezaya wî dibe sêzdeh meh. Li gorî bendên 288, 336, 371, 372 û 374ê doz li dijî Salih hatibû vekirin. Herweha salek zindan li Faris Xelîl Iniz, Xesan Mihemed Salih Osman, Bedirxan Ibrahîm Ehmed, Merwan Hemîd Osman, Mehmûd Şêxmûs Şêxo, Şiyar Elî Xelîl, Bîlal Hisên Hesen Salih, Mihyedîn Şêxmûs Hisên, Şêxmûs Ebdê Şêxmûs, Fîras Faris Yûsiv, Mazin Findyar Hemo, Ebdê Kemal Murad, Mûsa Sebrî Egîd, Şeelan Muhsin Ibrahîm, Cemîl Ibrahîm Umer, Welîd Hisên Hesen, Mihemed Ebdilhelîm Ibrahîm, Îsa Ibrahîm Hiso, Ebdilkerîm Hisên Ehmed, Ebas Xelîl el Seyid, Muslim Selîm Hadî Ibrahîm û Ebdilrehman Silêman Remo hat birîn. Ji ber ku kesên jorîn di civîna ragihandina biryara dadwer de li dadgehê ne amade bûn, dadwer bendên ku wî ew li gorî wan hikûm kirine, bi nav nake. Li gorî bendên 288, 336, 371, 372 û 374ê doz li dijî wan hatibû vekirin.
Ji ber ku li dijî biryaran gilî hat kirin, kesên jorîn hîn azad in.
Piraniya kesan alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ne. Ew - Fuad Reşad Elîko û Hesen Ibrahîm Salih ne di nav wan de - di 2ê tîrmeha (July) 2007ê de beşdarî xwenîşandaneke li dijî êrîşên artêşa tirkî li dijî Kurdistana Iraqê bûbûn û ji ber vê yekê hatibûn girtin. Elîko û Salih beşdarbûna xwe di xwenîşandana jorîn de inkar dikin û dibêjin ku ew nizanin bê çima doz li dijî wan hatiye vekirin.

11ê nîsana (April) 2009ê
Welîd Mihemed Elî Hisên (1986), xwendekar û endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, bi fermana dadwerê leşkerî yê lêkolînê li Helebê serbest tê berdan. Doza wî tê veguhestin dadwerê leşkerî li Qamişloyê, ku jê tê xwestin ku di 7ê cotmeha (October) 2009ê de biçe pêşiya wî. Dadwer biryarê dide ku civînê bi paş bixîne ji bo 10ê çileya pêşîna 2009ê. Hisên niha azad e. Ew di 7ê adara (March) 2008ê de li Girbeşkê nêzîkî Dirbêsiyê hatibû girtin. Du rojan berî girtinê ew li Dirbêsiyê beşdarî semînarekê bûbû, ku ji aliyê Partiya Komunîst a sûrî ve hatibû amadekirin. Li wê derê wî li ser rewşa Kurdan li Sûriyê axivîbû. Piştî girtina wî ew şeş rojan di zindanekê de li Hisiçayê ma, piştre ew hat veguhestin zindana el Fayhaayê li Şamê. Li gorî gotinên wî ew li wê derê dihat işkencekirin û ta roja îroj ji ber encamên işkenceyê dinale. Piştî şeş mehan ew hat veguhestin zindana Edra li Şamê. Ew dibêje ku ew li wê derê jî carcaran dihat işkencekirin. Ta niha ew nikare xwendina xwe ya Wêjeya Erebî li Zanîngeha Şamê bidomîne.

8ê nîsana (April) 2009ê
Endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî bi şev êrîşî çend xaniyên li Serê Kaniyê dikin û kesên jêrîn ji ber beşdarbûna di ahengên Newrozê de roja 21ê adarê digirin: Kanîwar Bubê Iyana, Xelîl Hemdî, Emîr Mihemed Remo, Ferhan Salih, Ebdela Umer Ataş, Mihemed Umer Ataş, Fehed Salim Seydo, Mecdî Yûsiv Derwîş û Mihemed Yûsiv Derwîş. Hemû di 16ê nîsana (April) 2009ê de ji zindana li Hisiçayê serbest tên berdan.

8ê nîsana (April) 2009ê
Serokê Zanîngeha Helebê doza 123ê xwendekarên kurd, ku bi pêkanîna tevliheviyê di avahiya zanîngehê de tên gunehkarkirin, dişîne ji komîteya dîsîplînê ya zanîngehê re. Ji bo civîna komîteyê roja 25ê gulana (Mai) 2009ê tê destnîşankirin. Komîteya dîsîplînê di vê civînê de biryarê dide ku xwendekaran inzar bike û dozê digire. Paşxaneya vê meseleyê çalakiyek bû di 12ê adara (March) 2009ê de bi helkefta salvegera bûyerên Qamişloyê. [Li belgeyê biner]

5ê nîsana (April) 2009ê
Bafil Elî (1987), xwendekar û çalakvanek internêtê, li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin û tê şandin zindana wê li Şamê. Ew di 24ê gulana (Mai) 2009ê de serbest tê berdan. Ew bi »çêkirina malperên kurdî« û »weşandina materyalên li ser çalakiyên kurdî li Sûriyê di internêtê de« tê gunehkarkirin. Di 5ê cotmeha (October) 2009ê de ew ji bo salekê ji zanîngehê tê avêtin.

5ê nîsana (April) 2009ê
Farûq Hecî Mistefa (1968), rojnamevan, li Helebê tê girtin. Ew di 17ê hizêrana (June) 2009ê de serbest tê berdan. Ew bi kombûna ligel rojnamevaneke elmanî û weşandina komek ji nivîsaran di rojnameyên libnanî de tê gunehkarkirin. Doza wî hîn li dadgeha leşkerî li Helebê ye.

1ê nîsana (April) 2009ê
Şahbaz Nezîr Umer (1978), endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), û Siwar Şêxmûs (1983) serbest tên berdan. Doza wan hîn li dadgehê ye. Umer û Şêxmûs di 20ê îlona (September) 2008ê de li Qamişloyê di dikanên wan de ji ber hewandina belavokên Yekîtî û li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan hatibûn girtin.

Adar (March)

31ê adara (March) 2009ê
Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê biryara veguhestina mamosteyên jêrîn dide:
Ebdilqadir el Xeznewî, alîgirek Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). El Xeznewî, ku ev 28 salên wî ne ku li Qamişloyê wek mamoste kar dike, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Koçer, ku dora 100 kîlometrî dûrî Qamişloyê ye. Ebdilselam Osman, ku ta niha wek karmendê îdareya perwerdeyê li Qamişloyê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Dirbêsiyê, dora 60 kîlometrî dûrî Qamişloyê.
Îsam Huç, endamê Partiya Komunîst a Sûrî (şaxê Qedrî Cemîl). Huç, ku ta niha wek mamosteyê dibistanên destpêkê li Qamişloyê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Koçer, ku dora 100 kîlometrî dûrî Qamişloyê ye. Huç biryara veguhestinê di rêya mudîrê dibistana xwe re dibihîse. Tevî hewildanên cuda ji bo bidestxistina biryara nivîskî, ew wê bi dest naxîne.
Nesrîn Têlo, nivîskar. Têlo, ku ta niha wek mamoste li Qamişloyê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Çil Axa, dora 60 kîlometrî dûrî Qamişloyê.
Usama Edwar Qeryo, Aşûrî û çalakvanek siyasî ye. Qeryo, ku ta niha wek mamoste li Tel Temirê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Qamişloyê, dora 100 kîlometrî dûrî Tel Temirê.
Menal Ebdilwehab el Huseynî, alîgireke Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). El Huseynî, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Hisiçayê, dora 80 kîlometrî dûrî Amûdê. Di 30ê gulana (Mai) 2009ê de el Huseynî dîsa tê veguhestin, vê carê ji bo dibistanekê li Qamişloyê.
Ebdilîlah Ucê, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Ucê, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Serê kaniyê, dora 60 kîlometrî dûrî Amûdê.
Heyfaa Xelîl Hec Qasim, çalakvanek mafê jinan. Qasim, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Hisiçayê, dora 80 kîlometrî dûrî Amûdê.
Mihemed Xêr Bengo, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Bengo, ku ta niha wek mamoste li Tel Hemîs kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Temirê, dora 120 kîlometrî dûrî bajarê wî Amûdê. Ew berî salekê ji Amûdê hatibû veguhestin Tel Hemîs.
Yûnis Hisên Esed, alîgirekî Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê. Esed, ku ta niha wek mamoste li Ceweriya nêzîkî Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Barak, dora 120 kîlometrî dûrî Amûdê.

Xidir Yûsiv Îsa, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Îsa, ku ta niha wek mamoste li Dîkê nêzîkî Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Serê kaniyê, dora 60 kîlometrî dûrî Amûdê.
Seed Ebdilrehman Ibrahîm, alîgirekî Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî). Ibrahîm, ku ta niha wek mamoste li Amûdê kar dikir, tê veguhestin karekî li îdareya perwerdeyê li Tel Hemîs, dora 70 kîlometrî dûrî Amûdê.
Di hemû meseleyan de »berjewendiya giştî« wek sedema veguhestinan tê binavkirin.
(berdewamî di rûpelê dûv vî re ye)
Q. Ş.