Skip Navigation Links
Kurdî » Belgename : Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava(Bûyerên 2009ê) (3)
 
Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava(Bûyerên 2009ê) (3)
2010-04-06 12:50
MediaKurd > info@mediakurd.com
31ê adara (March) 2009ê
Rodî Seîd (1968), alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û Yûsiv Ferman (1980), endamê Koma Xunav a Folklora Kurdî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), ji ber beşdarbûna di ahengên Newrozê de li Amûdê tên girtin û piştî çend rojan serbest tên berdan.

30ê adara (March) 2009ê
Enwer Naso (1962), helbestvan, stranbêj û endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), Ehmed Kîkî (1951), endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Fewaz Mihyedîn, ew jî endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Amûdê tên girtin. Ew pêşî tên veguhestin Qamişloyê û piştre Şamê. Ew di 30ê hizêrana (June) 2009ê de li Şamê ji zindana Firaa Filestîn, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ye, serbest tên berdan. Çalakiyên çandî û siyasî wek sedemên girtinan tên binavkirin.

30ê adara (March) 2009ê
Egîd Ebdilhekîm Hesen (1987) û Mêvan Ebdilrehman Silêman (1987), herdu ji Dêrikê, ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve li Dêrikê tên girtin. Di 1ê hizêrana (June) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendên 307 û 336ê yên qanûnên tawanan li her yekî ji wan sê meh zindan dibire. Di 30ê hizêrana (June) 2009ê de Hesen û Silêman serbest tên berdan. Hesen û Silêman di 21ê adara (March) 2009ê de di ahengeke Newrozê de li Dêrikê wêneyên serokê PKKê Ebdela Ocalan bilind kiribûn.

29ê adara (March) 2009ê
Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê li dijî endamên jêrîn ên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê van biryaran dide:
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Salih Mihemed Ebdo (1977) tên birîn, ku li gorî bendê 243ê tên daxistin çar sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Hisên Hemîd Mihemed (1980) tên birîn, ku li gorî bendê 243ê tên daxistin çar sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Cîhad Salih Ebdo (1967) tên birîn, û li gorî bendê 285ê sê sal zindan lê tên birîn. Li gorî bendê 204ê yê qanûna tawanan ceza tê daxistin pênc sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.
Li gorî bendê 267ê yê qanûna tawanan pênc sal zindan li Ebdilaqadir Seydo Ehmed (1974) tên birîn, û li gorî bendê 285ê sê sal zindan lê tên birîn. Li gorî bendê 204ê yê qanûna tawanan ceza tê daxistin pênc sal zindan. Herweha ew li gorî bendê 49ê ji hemû mafên medenî tê bêparkirin.

Kesên jorîn di 19ê tebaxa (August) 2007ê de hatibûn girtin.

29ê adara (March) 2009ê
Mihemed Xelef Remo (berdestê pijîşk û berpirsê beşê kirînê) û Mehmûd Ebdo Ebdo (çavdêrê tenduristiyê) bi fermana Dezgeha Tenduristiyê li Hisiçayê ji navenda tenduristiyê li Dêrikê tên veguhestin navenda tenduristiyê li Merkedê, ku dora 300 kîlometran dûrî Dêrikê ye. Dema ku di 12ê adarê de li ciyê karê wan kontrolek pêk hat, herdu kes ne amade bûn. Ev yek bû sedema îdîaya ku herdu li Dêrikê beşdarî çalakiya deqeyên bêdengiyê bûbûn, ku ji aliyê partiyên kurdî ve ji bo bibîranîna goriyên bûyerên adara (March) 2004ê hatibû amadekirin. Lê herdu kes vê îdîayê yekê red dikin.

27ê adara (March) 2009ê
Ev alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dêribêsiyê tên girtin: Ebdilhemîd Ehmed el Erbo (1977), Cîhad Ebdilqadir el Erbo (1983), Ferhad Ebdilqadir el Erbo (1982), Kamiran Seedun el Erbo (welatiyê Tirkiyê). Di 29ê adara (March) 2009ê de Ehmed Mihemed Beşîr el Erbo (1982) û Ehmed Osman el Erbo (1982) û di 31ê adara (March) 2009ê de Ehmed Izedîn el Erbo (1989) hatin girtin. Hemû dikevin zindana navendî li Hisiçayê, di 31ê gulana (Mai) 2009ê de tên şandin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê û di heman rojê de serbest tên berdan. Di 12ê tîrmeha (July) 2009ê de dadwerê leşkerî li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 336ê yê qanûna tawanan mehek zindan li her yekî ji wan dibire. Li gorî bendê 204ê yê qanûna tawanan cezayên wan tên komkirin ji bo şeş meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 244ê yê qanûna tawanan ew tên daxistin du meh zindan û 40 lîreyên sûrî cezaya diravî.
Ji ber ku tevde bêtirî du mehan di zindanê de bûn, cezaya wan hatiye pêkanîn.
Kesên jorîn di êvara Newrozê de dûlab şewitandin û bi wan li ser girekî peyva »Apo« (navê serokê PKKê Ebdela Ocalan) çêkir.

20 û 23ê adara (March) 2009ê
Kesên jêrîn li gorî bendên 307 û 336ê yên qanûna tawanan tên girtin:
Folgende Îwan Ezîz Ebdela (1989), Hevend Salih Hisên (1989), Dilxwaz Zeynilabidîn Mihemed (1988), Ebdilkerîm Mihemed Ebdo (1962), Riyad Kemal Hopan (1977), Eymen Salih el Mehmûd, Bendewar Behrî Şêxê (1986), Siwar Behrî Şêxê (1984), Mesûd Ferhan Biro (1984), Dilxwaz Mehmûd Derwîş (1982), Reşo Mihemed Şerîf Mîrxan (1990), Riyad Mihemed Ehmed (1952), Salar Barzan Ebdilrehman (1973), Deham Hesen Şêxê (1968), Ebdilkerîm Hamid Ehmed (1979), Reşîd Remedan Osman (1991), Ciwan Celal Seîd (1994), Malik Ferhan Şêxê (1992), Ismaîl Bekir Ismaîl (1992), Nêçîrvan Ebdilselam Ehmed (1991), Mezlûm Ebdilkerîm Kafî (1991), Şepal Umer Derwîş (1993) û Roder Ebdilselam Ehmed (1993). Panzdeh kesên pêşî di 31ê gulana (Mai) 2009ê de li Qamişloyê serbest hatin berdan. Doza wan hîn li dadgeha leşkerî ya li Qamişloyê ye. Şeş kesên dawî biçûk in û ji ber vê yekê di 7ê gulana (Mai) 2009ê de bi kefaleta 5000 lîreyên sûrî ji bo heryekî ji wan li Qamişloyê serbest hatin berdan.
Kesên jorîn di êvara Newrozê de dûlab şewitandin û bi wan li ser girekî peyva »Apo« (navê serokê PKKê Ebdela Ocalan) çêkir.

20ê adara (March) 2009ê
Polîs li Dêrik, Tirbesipî û Amûdê dikên ahengên Newrozê têk dibin.

20ê adara (March) 2009ê
Silêman Ebdilmecîd Oso (1958), endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, di dema pêkanîna amadekariyên ji bo ahenga Newrozê li Hisiçayê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin. Ew tê şandin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê û bi tawanên li gorî bendên 307 û 306ê yên qanûna tawanan tê gunehkarkirin. Di 7ê hizêrana (June) 2009ê de Oso serbest tê berdan. Doza wî hîn li dadgehê ye. Oso hewil dida ku nehêle hêzên ewlekariyê yên sûrî dika Newrozê têk bibin.

16ê adara (March) 2009ê
Ibrahîm Ebdilmecîd Ferman (1987) li Qamişloyê piştî çend seetan girtinê dîsa serbest tê berdan. Ferman beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) bûbû, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin.

16ê adara (March) 2009ê
Ebdilselam Şêxmûs Mehmûd (1972), xwediyê Stûdoya es Selam li Amûdê, tê girtin û veguhestin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê û dest tên danîn ser misecele û kasêtan. Mehmûd di 3ê gulana (Mai) 2009ê de serbest tê berdanm lê doza wî hîn li cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê ye. Ew bi tawanên li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan tê gunehkarkirin. Mehmûd di stûdyoya xwe de bi helkefta salvegera êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) strana »Helebçe« ya Şivan Perwer lîstibû.

16ê adara (March) 2009ê
Ramî Şêxmûs el Hesen (1982), Xelîl Ibrahîm Mihemed (1977) û Mihemed Şêxo Îsa (1957) ji ber beşdarbûna di çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) de, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin, tên girtin. Ew di 3ê gulana (Mai) 2009ê de serbest tên berdan. Doza wan hîn li cem dadwerê leşkerî li Qamişloyê ye.

16ê adara (March) 2009ê
Setam Hisên Mahir (1989), xwendekar, ligel pismamê xwe Fuad Hesen Hisên (1983), endamê komeke folklora kurdî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), di avahiya Zanîngeha Şamê de tê girtin. Ew ta roja serbestberdana wan di 4ê nîsana (April) 2009ê de ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tên girtin. Herdu beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) bûbûn, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin.

12ê adara (March) 2009ê
Kawa Betal Dîko (1988), xwendekar, ligel hevalên xwe yên xwendinê li Zanîngeha Helebê Ebdilrehman Mistefa Elî, Dara Ibrahîm, Rêzan Mihemed, Sêvîn Ibrahîm, Roz Xelîl, Mihemed Seîd, Seyfeldîn Mihemed, Behzad Muslim, Alan el Huseynî, Cîhan Silo û Ebdê Remê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tê girtin. Xwendekarên din di heman rojê de serbest tên berdan, lêbelê Dîko ta 24ê adara (March) 2005ê di zindanê de dimîne. Xwendekarên jorîn beşdarî çalakiya deqeyên bêdeng ji bo goriyên êrîşa xazê li dijî bajarê Helebçe li Kurdistana Iraqê (16ê adara (March) 1988ê) bûbûn, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatibû amadekirin.

10ê adara (March) 2009ê
Mihemed Seîd Ehmed Palo (1961), alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), tê girtin û piştî mehekê di zindanê de li Şamê serbest tê berdan.

9ê adara (March) 2009ê
Fêsel Sebrî Neeso (1955, zewicî ye û bavê du zarokan e), endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, û Fener Cemîl Seedûn (1963, zewicî ye), endamê Komîteya Herêmî ya heman partiyê, tên girtin dema polîs piştî nîvro êrîşî ahengeke partiyê bi helkefta Roja Jinan a Cîhanî li taxa Qenat es Siwês li Qamişloyê dikin. Kesên jorîn bi endametiya rêxistineke neqanûnî li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin û di 20ê nîsana (April) 2009ê de li Qamişloyê serbest tên berdan. Di 9ê tebaxa (August) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê ji ber endametiya rêxistineke neqanûnî sê meh zindan li her yekî ji herdu siyasetvan dibire.

9ê adara (March) 2009ê
Polîsên sûrî rê li ber hezkiriyên stranbêjê kurd ê mirî Mihemed Şêxo digirin, ku bi helkefta bîstemîn salvegera mirina wî serdana gora wî li goristana Qudurbeg li Qamişloyê bikin. Di heman demê de li malbata hunermend tê qedexekirin, ku bi helkefta vê rojê çalakiyan pêk bîne. Di salên dawî de qedexeyên bi vî şêweyî tune bûn.

2ê adara (March) 2009ê
Nesridîn Mihemed Berhik (1960, zewicî ye û bavê 14 zarokan e), endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, li mala wî ya li Çil Axa ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve tê girtin. Berhik beriya girtinê bi rojekê beşdarî çalakiyekê bi helkefta roja mirina serokê kurd ê iraqî Mele Mistefayê Barzanî bûbû. Berhik bi endametiya rêxistineke neqanûnî li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin û di 20ê nîsanê de serbest tê berdan. Di 9ê tebaxa (August) 2009ê de sê meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî lê tên birîn. Berhik li vê biryarê gilî kiriye û niha azad e. Wî diyar kir ku ew li Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê hatiye işkencekirin.

1ê adara (March) 2009ê
Ebdilselam Ismaîl Ehmed, ta niha mamosteyê erdnîgariyê li Hisiçayê, bi biryara Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê tê veguhestin Dezgeha Xizmetguzariyên Teknîkî li Hisiçayê û Mihemed Dawud el Abtan, ta niha mamosteyê fîzîkê li Hisiçayê, tê veguhestin Dezgeha Tenduristiyê li Hisiçayê. Ehmed û el Abtan di wê baweriyê de ne ku sedema veguhestina wan guftûgoyeke li ser meseleya rojnamevanê iraqî ye, ku bi solên xwe êrîşî serokê emerîkî George W. Bush kir û ji ber vê yekê mîna »lehengekî« hat pîrozkirin. Ehmed û el Abtan vekirî nerîna xwe li dijî vê meseleyê eşkere kir û li gorî wan hinekan ev yek gihandiye dezgehên ewlekariyê.
Herweha bi biryara Dezgeha Perwerdeyê li Hisiçayê Seed Silêman Hisên, ta niha mamoste li Hisiçayê, tê veguhestin Dezgeha Çandiniyê li Qamişloyê. Hisên ji mudîra dibistana xwe re behsa xewneke xwe kiribû, ku tê de wî didît bê çawa Sûrî û Iraq dibin yek û Partiya Bees tê hilweşandin. Ew di wê baweriyê de ye ku mudîra wî dezehên ewlekariyê agahdar kirine.
(berdewamî di rûpelê dûv vî re ye)
Q. Ş.